Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin

  • rojane
  • 09:04 13 Hezîran 2023
  • |
img

RIHA - Berdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî serdana wan a girtîgehan axivî û bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên nexweş û got: "Girtiyên nexweş tevî ku bi mirinê re rûbirû mane jî nayên berdan û mafên wan ê tedawiyê jî tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû hatine hiştin.” 

 
Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike. Girtiyên siyasî bi gelek pirsgirêk û binpêkirinên mafan ve rûbirû dimînin. Girtiyên nexweş tevî rewşa wan xedar e jî nayên berdan û mafê wan ê tenduristiyê jî tê binpêkirin. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan û gelek girtiyên nexweş tevî ku nikarin hewcedariyên xwe bicih bînin jî nayên berdan û bi mirinê re rûbirû mane. Li dijî binpêkirinên mafên girtiyan saziyên hiqûqê û mafên mirovan bi rapor û serdanan rewşa girtîgehan radixin ber çavan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Rihayê tekildarî bêhiqûqiyên ku li girtîgehan diqewimin di 6'ê hazîranê de serdana Girtîgeha Rihayê ya Jimara Hejmar 1 û 2'an a Tîpa T’yê kir. Berdevka Komîsyona OHD’a Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel derbarê serdana girtîgehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û derheqê binpêkirinên mafê girtiyan û bêhiqûqiyên li girtîgehan diqewimin agahî dan. 
 
Ayşe Şehrîban Demîrel 
 
'MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN'
 
Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku girtiyên nexweş di girtîgehan de bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û wiha got: "Di girtîgehan de pirsgirêkên berê ku me bi raporan ve destnîşan kiribûn hê jî berdewam dikin. Daxwaza berdanê ya girtiyên nexweş tê redkirin. ATK û nexweşxane bi raporên 'Dikarê di girtîgehê de bimîne' berdana girtiyan asteng dikin. Girtiyên nexweş dema diçin nexweşxanyê muameleyeke xerab li wan tê kirin. Bi kelemçekirî wan muayene dikin, bi kelemçekirî dibin û tînin. Dema girtiyên nexweş li dijî van muameleyan radibin jî bi heqeretên leşkeran re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê jî girtiyên nexweş tedawiya li nexweşxaneyan red dikin û naçin nexweşxanyê. Sewqkirina ji bo nexweşxaneyê jî dereng tê kirin. Yanî heke girtiyeke/î nexweş dema pêdiviya ameliyata wan hebe îdareya girtîgehê demekê dirêj sewqî nexweşxaneyê nake. Divê Serdozgerê Girtîgehê û rêveberên girtîgehê mafê girtiyan ên tenduristiyê asteng nekin.” 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Demîrel bi lêv kir ku di serdanê de ew bi girtiyên nexweş re jî axivîne û rewşa girtiyên nexweş wiha ragihand: "Emîn Guler ku li Girtîgeha Rihayê ya a Hejmara 2’yan a Tipa T’yê rê ragirtin ji sedî 94 astengdar e û nikare di girtîgehê de hewcedariyên xwe bicih bîne. Emîn Guler ku beriya girtîgehê jî nexweşiyên wî û astendgariyên wî hebûn ji ber şert û mercên girtîgehê jî nexweşiyên weke Hepatît C û Vertîgo jî li wî pêyda bûne. Di van demên dawî de jî êşa serî û stû li wî peyda bûye. Li Hejmar 1’ê Fevzî Arslan jî fitiqa piştê li wî peyda bûye. Fitiqa piştê edî zerarê dide roviyên wî. Ji bo roviyên wî dernekevin derve qorse gire dide. Dema em bi wî re axivîn ji me re got ku ew di temînkirina qorseyan de zahmetiyan dikşîne û car caran qorse nadin wî. Fevzî Arslan nexweşekî rewşa wî xedar e û divê şert û mercen tedawiya wî bi cih were lê ew nikare tedawiyeke baş bibîne û nayê berdan. Her wiha Huseyîn Arslan ê ku di heman girtîgehê de ragirtiyê jî di nexweşiya roviyan lê peyda bûye. Gumana bijîşkan heye ku nexweşiya pênceşerê li roviyên wî ketibe. Gelek girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e hene û temenê wan jî mezin e nayên berdan û tedawiyeke baş nabînin."
 
'SEPANÊN XISTINE DEWRÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'
 
Demîrel destnîşan kir ku sepanên li dijî hiqûqê ji girtîgehan tên meşandin û wiha pê dê çû: "Rêveberiya girtîgehan ji bo tedawiya girtiyên nexweş pirsgirêkan derdixe û mafê wan ê tedawiyê asteng dike. Girtiyên nexweş bi mirine re rûbirû tên hiştin. Weke ku Bazo Yilmaz ê di Girtîgeha Hejmar 2'yan de ragirtibû, nexweşiya KOAH’ê lê peyda bûbû û tevî nexweşiya wî xedar bû jî lê ATK û nexweşxaneyan raporên 'Dikarê di girtîgehê de bimîne' amadekirin lê Bazo Yilmaz ji ber nexweşiyê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Mafê tendûristiyê yên girtiyên nexweş di qanûnên DMME’yê û yên Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin. Lê Tirkiye êdî qanûnên xwe jî pêk nayîne. Dadgeha Destûra Bingehîn ku dadgeha herî bilind e û divê li gor qanûnan tev bigere jî dema em ji bo girtiyên nexweş serlêdanê dikin bêencam dihêle. Sepanên li girtîgehan li dijî Qanûnên mafê tenduristî û wekheviyê ne. Yên ku di ji doza Hîzbullahê girtîbûn ji ber nexweşiyan tên berdan an jî girtiyên din tên berdan lê girtiyên siyasî yên kurd nayên berdan ev jî li dijî wekheviyê ye." 
 
'BI HINCETÊN KÊFÎ BERDANA GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Demîrel bal kişand ser taloqkirina berdana girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Înfaza girtiyên siyasî bi hincetên kêfî tê taloqkirin. Qawîşên siyasî, gerandina govendê û nexwendina pirtûkên olî weke hincet nîşan didin û berdana girtiyan asteng dikin. Di heman demê de girtî nikarin bi hev re têkiliyê çêkin. Daxwaznameyên girtiyan tên astengkirin û pirsgirêka paqijiye û xwarinê jî hê li girtîgehan nehatine çareserkirin. Li ser navê lêgerîne di ser qawişên girtiyan de digrin û kelûpelên paqijiyê û pêdiviya girtiyan bi wan heye tên desteserkirin. Her wiha bi germahiya havînê re pirsgirêka ava vexwarinê jî li girtîgehan çêdibe. Her havîn ev pirsgirêk heye lê naye çareserkirin." 
 
'LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ TÊKOŞÎN HEWCE YE'
 
Demîrel anî ziman ku divê li dijî bêhiqûqiyên girtîgehan saziyên hiqûqê, mafê mirovan, rêxistinên sivîl têkoşîneke hevpar bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Spanên bêhiqûqî yên polîtikayên desthilata heyî behtir bandorê li girtîgehan dike û girtiyên nexweş di bin bandorê vê de dimînin. Guherandina vê yekê jî bi guherandina sepanên vê desthilatê vê pêkan e. Lê divê sazî û rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û pêkhateyên demokratîk li dijî vê yekê derkevin û rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş di qada navneteweyî de jî bînin rojevê. CPT berê serdana Tirkiyeyê dikir lê di van demên dawî de li dijî van bêhiqûqiyan em tu cezayek ku wê CPT bide Tirkiyeyê jî nabînin. Mînaka herî şênber jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ev tecrîd li hemû girtîgehan tê meşandin. Divê hemû sazî û rêxistinên sivîl, partiyên siyasî vê yekê bi raporan bikin rojev û li dijî vê yekê têbikoşin. Divê saziyên tenduristiyê yên hiqûqê û yên mafê mirovan bi hevkarî raporan derxînin û qada navneteweyî de bikin rojev."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

14/06/2023
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng
09:09 Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin
09:08 Li Şirnexê meaşên malbatên gelek rêveberên HDP'ê hatin betalkirin
09:02 KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin
09:01 'Dê bi hezaran DAIŞ'î li ber çavên gel bên darizandin'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da
16:12 Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin!
15:55 ‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’
15:53 Qeyûm li Erxeniyê 6 neguhêzbar da ber firotinê
15:10 Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin
15:10 ‘Em ê serî li ber îktidarê netewînin’
15:02 Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:59 DMME’yê ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da
14:44 Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye