Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand

img
RIHA - Mûzafer Çetîn ku bi sewalkariye debara xwe dike, bi lêv kir ku ji ber bihabûn û krîza aboriyê, êdî sewalkar nikarin debara xwe bikin û got ku heke wisa bidome dê ew jî dest ji sewalkariyê berde. 
 
Li bakurê Kurdistanê gelemperiyê welat bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dike. Riha ku yek ji bajarê bakurê Kurdistanê ye bi kedîkirina sewalkarî û çandiniyê xwedî dîrokeke kevnar e. Çandinî û sewalkariya ku bi hezaran salan li vî bajarî tê kirin hê jî didome. Lê ji ber krîza aborî, bihabûn, koçberî û gelek sedeman sewalkarî û çandinî weke her bajarên bakurê Kurdistanê li Rihayê jî her ku diçe kem dibe. Li taxa Toptepe ya navçeya Eyubiye ya navenda Rihayê li ser girên derdora taxê gelek şikeft hene û welatî di şikeftan de sewalkariyê dikin. Sewalkariya ku zêdetirî 300 salan berê di şikeftan de dest pê kiriye tevî ev qas salan jî berdewam dike. 
 
Mûzafer Çetîn (52) ê li taxa Toptepe di şikeftan de sewalkariyê dike bi lêv kir ku ji ber bihabûnê nikarin debara xwe bikin û ji ber vê yekê jî sewalkarî her ku diçe kêm dibe. 
 
'WISA BIDOME EZ Ê DEV JÊ BERDIM'
 
Çetîn, da zanîn ku ji aliye tenduristiyê ve jî di şikeftan de kedîkirina sewalan baştir e û got ku şikeft havînê sewalan ji germahiyê, zivistanê jî ji sermayê diparêz e. Çetîn diyar kir ku 30 sal in ew bi sewalkariyê debara xwe dike û ev tişt anîn ziman: "Di destpêke de me ji bo şîr sewalkarî dikir. Lê piştî ku êmê sewalan bihabû û şîr jî erzan bû me nekarî debara xwe bi firotina şîr bikin, ji ber vê yekê jî gelek kesan dev ji şîr firoşiyê berdan. Niha li vir nêzî 900 şikeft hene, berê ev şikeft hemû tejî bûn lê niha pir kêm kes sewalan xwedî dikin, edî tu kes vî karî nake. Mesrefa sewal û bihayê şîr hev dernedixist. Ji ber wê gelek kesan dev ji şîr firoşiyê berdan, mange ser jê kirin. Wisa bidome ez jî dê dev ji vî karî berdim."
 
NIKARIN DEBARA XWE BIKIN
 
Bi domdarî Çetîn bi lêv kir ku ji ber bihabûna êmê sewalan, sewalkar zehmetiyan dikişînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mesrefa sewalan pir e. Berê êm 3 hezar bû lê niha bûye 7 hezar. Sewal jî erzan bûnê, pir erzan tên firotin. Dewletê dermanek li sewalan xist niha hemû sewal nexweş bûne. Sewalek 3 salan tê kedîkirin. Ji ber ku di sewalkariyê de kes nikare debara xwe bike, tu kes edî vî karî nake. Êdî sewalkarî qediyaye."
 
JI SEWALKARÊN DEWLEMEND RE ALÎKARÎ HEYE
 
Çetîn, destnîşan kir ku dewletê ji sewalkarên dewlemend re alîkarî kiriye lê yên biçûk re nekiriye û axaftina xwe wiha qedand: "Divê dewlet piştgiriyê bide sewalkaran, alîkariya wan bike ku bikarê debara xwe bike. Wisa bidome ez jî dê dest ji vî karî berdim. Divê dewlet makîne bide ji bo yem alîkariyê bike. Lê dewlet alîkariyê nade sewalkarên biçûk. Alîkariyê dide sewalkarên dewlemend yên xwedî çewlik. Wan jî bi kredî û kooperatîfan pereyên xwe standin û reviyan." 
 
MA / Mahmût Altintaş - Omer Akin
 

Sernavên din

14/06/2023
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng
09:09 Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin
09:08 Li Şirnexê meaşên malbatên gelek rêveberên HDP'ê hatin betalkirin
09:02 KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin
09:01 'Dê bi hezaran DAIŞ'î li ber çavên gel bên darizandin'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da
16:12 Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin!
15:55 ‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’
15:53 Qeyûm li Erxeniyê 6 neguhêzbar da ber firotinê
15:10 Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin
15:10 ‘Em ê serî li ber îktidarê netewînin’
15:02 Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:59 DMME’yê ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da
14:44 Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye