Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin

  • rojane
  • 09:09 13 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Hevalên Safiye Alagaş ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibû binçavkirin û bi dû re jî hatibû girtin, bertek nîşanî girtina wê dan û wiha gotin: “Em li bendê ne ku hemû rojnameger, sazî û gel xwedî li doza Safiye Alagaş derkevin.”

 
Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin, di 8'ê hezîrana 2022'yan de li gelek bajaran di serdegirtina malan û saziyên çapemeniyê de 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin, der barê Midûra Nûçeyan ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş de, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 383 rûpel îdianame hat amadekirin. Alagaş ku îdianameya wê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ve hat qebûlkirin, dê di 15'ê Hezîranê de cara ewil derkeve pêşberî dadger. Hevalên Alagaş ku bi nûçeyên xwe yên li ser binpêkirina mafan, daxuyanî û îşkenceyê tê sûcdarkirin, diyar kirin ku ew şahidê rojnamegeriya Alagaş ne û xwestin ku hevala wan demildest bê berdan. 
 
‘EV SALEKE DERQANÛNÎ GIRTIYE’
 
Rojnameger Nûrcan Yalçin diyar kir ku rojnamegerên jin ên kurd her tim dibin hedefa hikûmetê. Yalçin destnîşan kir ku rojnamegerên jin ji ber ku bi nûçeyên xwe polîtîkayên dewletê rexne dikin, hedef tên girtin. Yalçin anî ziman ku mînaka vê yekê jî 16 hevalên wan in ku par hatibûn girtin û wiha got: “Hevalên me hê jî bi neheqî di girtîgehê de ne. Alagaş rojnamegerek di qada rojnamegeriya jinê de ye, bi salan e bi me re rojnamegeriyê dike, di çapemeniya azad de cih digire. Ev saleke bi awayekî derqanûnî girtiye û bêyî ku bizane ji bo çi tê darizandin ev demeke dirêj e di girtîgehê de ye. Amadekirina îdianameyê her tim bi hin hincetan dihat dirêjkirin û pir dereng hatibû amadekirin. Sedema vê ya herî mezin jî hilbijartina li pêşiya wan bû. Di vê hilbijartinê de xwestin dengê çapemeniya azad qut bikin. Hevala me Safiye jî yek ji wan bû.”
 
‘JI BO DENGÊ JINAN DIXEBITÎ’
 
Yalçin bertek nîşanî sûcdarkirina Alagaşê da û got ku JINNEWS ajansek e ku bi salan e rojnamegeriya jinê dike. Yalçin wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di 15'ê Hezîranê de wê yekemîn rûniştina doza hevala me bê dîtin. Ji ber ku dosyaya hevala me Safiye hatiye veqetandin ew ê di nav 16 kesan de tenê derkeve pêşberî dadgehê. Doza hevalên me yên din jî wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin. Hevala me Safiye ji bo ku jin li vî welatî dengê xwe derxin dixebitî.”
 
‘ALAGAŞ, XWEDÎ XELATA NAVNETEWEYÎ YE’
 
Yalçin bibîr xist ku Alagaş di gelek qadan de nûçe çêkirine û di qada navneteweyî de jî xelat wergirtiye û wiha berdewam kir: “Hêviya hevpar a me hemûyan ew e ku hevala me di demeke herî nêz de azad bibe û di jîngeheke azad de rojnamegeriya xwe bidomîne. Weke hemû rojnamegerên di qada çapemeniya azad de dixebite, ez jî bi heman tiştan hatim darizandin û ceza li min hat birîn. Ez hîn di pêvajoya darizandinê de me. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ku divê hikûmet destê xwe ji vê mêtingeriyê, ji rojnamegerên jin ên ku rojnamegeriya jinê dikin, bikişîne. Li dijî polîtîkayên serdest çi ji destê me bê em amade ne bikin.”
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD NATIRSÊ’
 
Yalçinê got ku bi hemû tengasî û bêderfetiyan jî rojnamegerên muxalif li ser karê xwe ne û polîtîkayên desthilatê yên çewisandinê jî bi tu awayî nikarin çapemeniya azad bitirsînin. Yalçinê diyar kir ku pênûs û makîneya hevalên wan li erdê nemaye û wiha domand: “Hêviya me ew e ku hemû hevalên me yên rojnameger ên girtî di demek herî kurt de azadiya xwe bi dest bixin û ji cihê ku lê rawestiyane karê rojnamegeriyê bidomînin.”
 
ÊRIŞÊN DESTHILATA AKP-MHP’Ê
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna jî axivî û da zanîn ku Qada çapemeniyê gelek girîng e û ji ber vê yekê rastî êrişan tên. Metîna bi lêv kir ku jinên rojnameger jî di qada çapemeniyê de xwedî rol û mîsyoneke gelek girîng in û wiha got: “Bi taybetî jî di çapemeniya azad de. Lewma desthilata AKP-MHP’ê êrişên sîstematîk û polîtîk dikin. Beriya AKP-MHP’ê jî ev êriş hebûn. Ji bo ku AKP-MHP bigihije armanca xwe û li ser medyaya hawûz manîpulasyonên xwe baş bike, rêxistinbûyîna jin û civakê ji holê rake êriş li rojnamegerên jin dike.”
 
‘EM Ê LI BER EDLIYEYÊ BIN’
 
Metîna bal kişand ser darizandina Alagaş a ku di qada navneteweyî de xelat girtiye û da zanîn ku ev tişt kêmasiya di warê demokrasî û hiqûqê de ye. Metîna got ku ji bo ew bigihijin armanca xwe û têkoşîna xwe mezin bikin, xwedî derketina li rojnamegerên jin û çapemeniya azad gelek girîng e. Metîna diyar kir ku dê dnaişîna ewil a doza Alagaş di 15’ê hezîranê de li Edliyeya Amedê bê lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwedîderketina li vê dozê ya ji aliyê gel ve jî gelekî girîng e. Safiye Alagaş, midûra nûçeyan ya jinnêwsê ye. Jinnêws di ragihandina nûçeyan de xwedî rol û mîsyoneke mezin e. Di heman demê de Alagaş endamê MKGP’ê ye. Em jî wê weke MKGP’ê di roja danaşînê de li ber Edliyeya Amedê bin û xwedî li rojnamegeran derbikevin. Rojnamegerî nayê darizandin û tu carî jî nikarin dengê rojnamegeran bibirin. Nikarin serî li rojnamegeran bidin tewandin. Em ê xwedî li pênûsa rojnamegerên girtî derbikevin û em ê li dijî vê pergala yêkperest ku êrişî rojnamegeran dike tekoşîna xwe mezintir bikin.”
 
‘ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’
 
Metîna bi domdarî wiha got: “Pergala qirêj ku dixwaze van êriş û binpêkirinên mafan rewa nîşan bide, kesên li hember wan û dengê xwe derdixînin bi “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” weke alîgirê rêxistinê pênase dike. Lê weke em hemû dizanin ku ev pergala yekperest ji bo paldanga xwe saxlem bike sucên wiha ji xwe re diafirîne û li gor hişmendiya xwe vî sucî pênase dike. Tekoşîna rojnamegeran li dijî vê pergalê ye û ji bo guhertina vê hişmendiyê dixebite. Bername, nûçeyên rojnamegeran û heta wênekêş û makîneya wan jî weke suc tê hesibandin. Lê rojnamegerî ne suc e û çêkirina nûçeyan mafekî rewa yê rojnamegeran û ragihandina rastiya heqîqetê jî mefekî rewa yê civakê ye.”
 
‘PEYVA TERORÎST WEKE ALAVEKÊ BI KAR TÎNIN’
 
Metîna got ku medyaya hawizê her tim nûçeyên derew û xapîner çêdike. Metîna bi lêv kir ku ji ber vê yekê jî gava rojnamegerên azad dengê xwe bilind dikin, weke “terorîst” tên îlankirin û wiha domand: “Desthilatên heta niha yên beriya AKP’ê jî peyva “terorîst” ji bo xwe weke alavekê bi kar aniye. Kê weke wan nefikire, kê li dijî hişmendiya wan ya yekperest, baviksalarî û zayendperest be, weke “terorîst” tê îlankirin. Îro rojnamegerên jin li dijî zimanê zayendperest, baviksalarî ku hişmendiya hizbûllah diparêze û kiriye meclîsê, bin pê kirina zagonên weke Peymana Stenbolê û zagona 6284 jî ber xwe dide. Ew ê tekoşîna li dijî vê hişmendiyê bê mezinkirin û tu carê jî rojnamager serî natewînin.”
 
‘EM ŞAHIDÊ ROJNAMEGERIYA ALAGAŞÊ NE’
 
Nûçegihana JINNEWS'ê Rojda Aydin jî bibîr xist ku rojnamegerên kurd her tim di hedefê de ne û ew ne xerîbê tundiya darazê ne. Aydinê destnîşan kir ku niha bi dehan hevalên wan yên jin ji ber vê hedefgirtinê di girtîgehê de ne û got: “Rojnamegerên jin pirtir li qadê rastiyê gelek êrişan tên û tên binçavkirin û girtin. Yek jî wan kesan hevala me Safiye Alagaş e ku ji ber nûçeyên xwe tê darizandin. Ez bi Safiye Alagaş re demeke dirêj xebitîm û em şahidê rojnamegeriya wê ne.”
 
‘PIŞTGIRIYÊ BIDIN DOZÊ’
 
Aydin da zanîn ku Alagaş rojnamegerek e ku rastiyan derdixîne holê û dengê jin û zarokan li civakê belav dike. Aydin bi domdarî wiha got: “Ji ber vê yekê îro Safiye di girtîgehê de ye û ev biryarek ne hiqûqî ye. Em, ji hemû rojnamegerên jin û hemû saziyên çapemeniyê hêvî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê parastina Alagaşê bikin û piştgiriyê bidin. Danişîna doza Alagaşê wê di 15'ê Hezîranê de li Edliyeya Amedê bê dîtin. Em li bendê ne ku hemû rojnameger xwedî li doza Alagaşê derkevin.”
 
MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag 
 

Sernavên din

14/06/2023
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng
09:09 Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin
09:08 Li Şirnexê meaşên malbatên gelek rêveberên HDP'ê hatin betalkirin
09:02 KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin
09:01 'Dê bi hezaran DAIŞ'î li ber çavên gel bên darizandin'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da
16:12 Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin!
15:55 ‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’
15:53 Qeyûm li Erxeniyê 6 neguhêzbar da ber firotinê
15:10 Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin
15:10 ‘Em ê serî li ber îktidarê netewînin’
15:02 Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:59 DMME’yê ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da
14:44 Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye