Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were

  • rojane
  • 09:52 13 Hezîran 2023
  • |
img

RIHA - Di ser qetlîama ferdên Malbata Şenyaşar re 5 sal derbas bûn. Şahidên qetlîamê ku dikandarên li sûkê ne gotin: “Heke ji bo Malbata Şenyaşar edalet bicih were wê ji bo hemû Tirkiyeyê edalet pêk were.” 

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz avêtin ser dikana malbata Şenyaşar û qetlîam pêk anîn. Parêzvan û xizmên Yildiz ê AKP’yî li dikanê bi ferdên malbata Şenyaşar re nîqaş kirin û paşê bi dar û beran, kêran û sîlehan êriş birin ser dikanê. Di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar ên birayên hev birîndar bûn. Birîndarên ferdên malbata Şenyaşar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Êrişê li ber nexweşxaneyê jî berdewam kir. Di êrişa li ser dikanê de Mehmet Şah Yildiz ê kekê Îbrahîm Halîl Yildiz ku birîndar bûbû li nexweşxaneyê mir. Di vê kêliyê de ferdên malbata Yildiz, li nexweşxaneyê cara duyemîn êriş birin ser ferdên malbata Şenyaşar. Êriş li ber çavê karmend û wezîfedarên nexweşxaneyê pêk hat. Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar li ber çavên bi sedan xebatkarên nexweşxaneyê û rayedarên dewletê hatin qetilkirin. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ku ji êrişê bi birîndarî filitîbû bi daxwaza Fadil Şenyaşar bê berdan, kesên qetlîam pêk anîne û kesên çavê xwe li qetlîamê girtine di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. 813 roj in Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome û daxwaza wê temînkirina edaletê ye. 
 
Dikandarên li sûkê ango cîranê dikana malbata Şenyaşar in qala qetlîama ku 5 sal di ser re derbas bûn kirin. 
 
‘EM JÎ LI BENDA EDALETÊ NE’ 
 
Ekrem Erkan ku li sûkê karê lokontayê dike got ew qetlîam dibû ku bihata serê her kesek ji wan. Ekran da zanîn ku malbata Şenyaşar 5 sal in li benda edaletê ye û got: “Em jî li benda edaletê ne. Malbata Şenyaşar di heyamek zehmet de derbas bû û dibe. Çend sal in tenê behsa edaletê dikin. Dayika Emîne Şenyaşar li ber edliyeyê ye, Ferît jî niha li Meclisê li edaletê digere. Em bi hêvî ne ku wê demildest edalet bicih were. Tu sûcek Fadil Şenyaşar nîne divê ew jî demildest were berdan. Heke Fadil were malê wê dayika Emîne jî were malê. Sedemê pêknehatina edaletê parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz e.” 
 
MALBATA ŞENYAŞAR 30 SAL IN LI SÛKÊ DIKANDARIYÊ DIKE
 
Hamît Şahîn ê dikandar ku hevalê Fadil Şenyaşar ê biçûkatiyê jî diyar kir ku malbata Şenyaşar 30 sal in li sûkê dikandariyê dikin û got: “Ji bo ku bûyerên bi vî rengî neqewimin, divê yekitiya me hebe. Ji bo edalet pêk were çi bikeve ser milê me dikandaran divê em bikin. Mixabin ji ber edalet li Tirkiyeyê nîne, dayik li ber qesrên edaletê nobedêdigirin. Ez û Fadil hem hevalên hev zarokatiyê ne hem jî em dikananên me cîranên hev in. Ez hêvî dikim demildest bigihîje azadiya xwe. Piştî qetlîamê rayedaran malbatê bi ‘terorê’ ve girê dan. Ev derew e. Ev mirov jî wek me dikandar in û bi qasî serê derziyê jî zirara wan negihîştiye kesî. Divê demildest edalet bicih were.” 
 
5 SAL IN EDALET BICIH NAYÊ 
 
Dikandar Salîh Gungor jî şahidiya qetlîamê dike û destnîşan kir ku divê Fadil Şenyaşar demildest were berdan û wiha axivî: “Ev mirov bi salan e dikandariyê dikin. Tu eleqeya wan bi tu tiştekî re nîne. Kes ji wan aciz nebûye. Hatin mexdûrkirin. Em dixwazin mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin. Emîne Şenyaşar tevî ku extiyar e û nexweş e jî her roj 40 kîlometre diçe ber edliyeyê û tê. Ji bo dayik li mala xwe rûnê divê demildest edalet pêk were. Divê ku Fadil Şenyaşar jî were berdan ku nobed bi dawî bibe. Em jî wek dikandarên sûka Pirsûsê daxwaz dikin ku Fadil were berdan û edalet pêk were.” 
 
‘DIVÊ WEZÎRÊ DADÊ EMÎNE ŞENYAŞAR BIBÎNE’ 
 
Îsmaîl Birden ê ku li heman sûkê dikandariyê dike jî destnîşan kir ku tekane daxwaza dikandarên Pirsûsê ew e ku edalet pêk were û got: “Divê Wezîrê Dadê daxwaz û nobeda malbatê bibîne û demildest edaletê pêk bîne.” 
 
‘MEKANÎZMAYA EDALETÊ NAŞIXÛLE’ 
 
Mahmût Tuncay ê 13 sal in li sûkê dikandariyê dike jî diyar kir ku Fadil Şenyaşar 5 sal in bi awayek neheq tê girtin û wiha got: “Em dixwazin edlaet pêk were û dayika Emîne bi zarokên xwe re wextê xwe derbas bike. Mixabin ku mekanîzmaya edaletê naşixûle. Rayedar alî digirin. Divê daraz serbixwe tevbigere û edaletê pêk bîne.”
 
‘BO TIRKIYEYÊ EDALET’ 
 
Ridvan Turker ê li sûkê dikandariyê dike jî da zanîn ku ew li benda edaletê ne û got: “Emîne Şenyaşar tenê ne ji bo xwe edaletê dixwaze, ji bo her kesî edaletê dixwaze. Em jî ji bo dayikê edaletê dixwazin. Heke ji bo malbata Şenyaşar edelet bicih were, dê edalet li tevahiya Tirkiyeyê pêk were.” 
 
MEHEMT ŞENYAŞAR: EM EDALETÊ DIXWAZIN
 
Mehmet Şenyaşar ku lawê malbata Şenyaşar e û ji qetlîamê birîndar filîtî hê jî li heman sûkê dikandariyê dike. Mehmet Şenyaşar diyar kir ku 5 sal in ew di ber wî cihê ku qetlîam lê çêbûye de derbas nabe û li cihek din dikan vekirine. Şenyaşar destnîşan kir ku 5 sal in pêknehatina edaletê ji bo hiqûqa Tirkiyeyê şerm e û got: “5 sal berê em bi qetlîamek mezin re rûbirû man. 813 roj in dayika min nobeda edaletê digire. Edaleta em li bendê ne bi tu awayî nayê. Daxwaza me bi tenê edalet e. Bi bêdengiyê jî edalet nayê. Mirov daxwaz bikin edalet dikare pêk were. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin, heke qanûnên heyî werin sepandin dê edalet pêk were.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

14/06/2023
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng
09:09 Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin
09:08 Li Şirnexê meaşên malbatên gelek rêveberên HDP'ê hatin betalkirin
09:02 KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin
09:01 'Dê bi hezaran DAIŞ'î li ber çavên gel bên darizandin'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da
16:12 Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin!
15:55 ‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’
15:53 Qeyûm li Erxeniyê 6 neguhêzbar da ber firotinê
15:10 Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin
15:10 ‘Em ê serî li ber îktidarê netewînin’
15:02 Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:59 DMME’yê ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da
14:44 Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye