Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir

  • rojane
  • 09:54 17 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye ji bo temamkirina plana xwe yê têkbirinê cardin dest bi êrişan kiriye û qada hewayî ji balafirên şer re vebûye û got: “Em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin, em pişta xwe didin berxwedana gelê xwe."

 
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, têkildarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, ji ANF'ê re axivî. Muslim anî ziman ku mirov her tiştî ji dewleta Tirk û hovîtiya wê hêvî dike û got: “Em ketine rewşa xweparastinê. Çi jî bibe em ê heta bi hetayê li ber xwe bidin. Bila baweriya gelê me bi xwe û hêza xwe hebe.”
 
‘HIKÛMETA ŞER LI ÊRÎŞÊN XWE DEWAM DIKE’
 
Muslim diyar kir ku piştî hilbijartinê bi avabûna hikûmeta şer re, li planê têkbirinê hatiye dewamkirin û wiha got: “Me, beriya hilbijartinan bi çend mehan got. Dûrkirina dîktator, despotekî ji kursî bi rêyên adilane, di dîrokê de çênebûye. Mixabin pêşbîniya me rast derket. Em niha jî vê dibînin. Vê faşîzmê bi sextekarî û hîleyên bi her awayî cihê xwe qewîn kir. Li planê xwe yê ji sala 2014’an ve heye, dewam dike. Planekê ji planên wan ên sereke jî Rojava ye. Bi avakirina hikûmeta şer re dest bi êrîşan kir. Ji hilbijartinan ta bi niha êrîş nesekinîne. Dest bi pêkanîna êrîşên xwe yên bi her awayî yên neexlaqî ku di tu zagonan de cihê wan nîn e, li dijî her kesî kiriye. Li vir bi taybetî dixwazin Rêveberiya Xweser û Kurd ku hêza motor in tune bikin. Wan dest bi planê xwe kiriye. Tiştekê ji bo me biguhere nîn e. Em gel jî em ê helbet li ber xwe bidin.”
 
‘NÎŞANDANA HÊZA XWE, RASTÎ BERIYA ASTANAYÊ HAT’
 
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li ser êrişên tên kirin jî rawestiya û wiha axivî: “Mirov ku li demê binihêre, dewleta Tirk dema hemû kirinên xwe bi taybetî hildibijêre. 21’ê Hezîranê wê civîneke bi çar aliyan li Astanayê çêbibe. Faşîzma Tirk, qey dixwaze bi kirinên xwe hêza xwe nîşan bide. Peyama ‘Ez ê van bikim. Heta dikarim li leşkerên Sûriyeyê jî bixim. Li hêzên Rûsyayê jî bixim’ dide. Armanca asas a dewleta Tirk ew e ku zirarê bide Rêveberiya Xweser. 21’ê Hezîranê wê li hev bicivin, wê bi hev re biryara çi bidin, em nizanin. Deng ji wan dernayê. Qey gotine bila qada hewayî bê vekirin, ne bi tenê drone lê bila balafirên şer jî li ser herême bifirin. Hikûmeta Tirk, dibêje ku jê re qada hewayî hatiye vekirin û bi rehetî êrîşan dike.”
 
‘EM NE BAWER IN KU RÛSYA HELWEST NÎŞAN BIDE’
 
Muslim bal kişand bi ser helwesta li dijî êrişan a Rûsya, Îran û Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Rûsya, niha hewceyê Tirkiyeyê ye. Niha bi taybetî ji ber ambaroya rojava ya ku ji ber şerê Ûkraynayê li ser e, hewcedar e. Ev êdî mijareke navneteweyî ye. Çimkî aliyê qels kîjan be, wê derbeyê bixwe. Em texmîn nakin ku Rûsya tiştekî bike. Ji wê boneyê dikarin bi rehetî şantajê li me bikin. Ji ber ku gelek peyman hene di navbeyna wan de. Lewma dengê xwe nake. Rejîma Sûriyeyê jixwe ji xeynî gotinên Rûsya û Îranê tiştekî nake. Balkêş e ku kes dengê xwe ji êrîşên dijwar ên dewleta Tirk ên berpêyî herêmê re nake. 9 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatine kuştin, kes dengê xwe nake. Rejîma Sûriyeyê peyama sersaxiyê jî ranagihîne. Jixwe Rûs û Îran jî tiştekî nabêjin.
 
EM PIŞTA XWE DIDIN GELÊ XWE, ÇARE BERXWEDAN E
 
Dibê qey her kesî qebûl kiriye ku wê Tirkiye êrîş bike. Balkêş e ku kes dengê xwe ji êrîşên ew qas dijwar re nake. Ew bibêjin çi, wê dikin û pêk tînin. Em binihêrin de ka wê encamên hevdîtina Astanayê çi bin? Ji lewma em xwe bi hêzên derve û helwestên wan ve girênadin. Lê baldar in. Em pişta xwe didin hêza xwe û birêxistinbûna gel. Em ê li ber xwe bidin, me tu çare nîn e.”
 
DANEZANA ÇARESERIYÊ, DARIZANDINA ENDAMÊN DAIŞ'Ê 
 
Muslim destnîşan kir ku hedefa asas a Rêveberiya Xweser û kurd in û armancên bi êrişan wiha bi rêz kir: “Rêveberiya Xweser demeke kin berê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê deklarasyonek ragihand. Tirkiye, ne ji bo Sûriyeyê çareseriyê dixwaze ne jî dixwazin kurd di nav de cih bigirin.  Her wiha da zanîn ku wê çeteyên DAIŞ’ê yên girtî wê Rêveberiya Xweser darizîne. Wê jî naxwaze. Çimkî ji serî ta bi niha, kirinên wan ên bi DAIŞ’ê û sûcên wan derbikevin holê. Di vê darizandinê de ku wê li ber çavên cîhanê bê kirin, hemû pîsîtiyên ku faşîzma Tirk kirine wê derbikevin holê. Vê naxwazin, ji lewma yekcar har dibin û li êrişên xwe dewam bikin. Wê biçe, di kû de derbikeve, em jî nizanin.”
 
VEKIŞÎNA LEŞKERÊN TIRK JI BAKURÊ SÛRIYEYÊ GAV BI GAV
 
Muslim da zanîn ku di serî de Idlib, tiştên li pêşiya Sûriyeyê ne pir hatine niqaşkirin û got: “Gelek şîrove tên kirin. Yek jê ew e ku Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê li hev kiriye. Tê behskirin ku wê hin derên Idlibê ji rejîmê re bihêlin û leşkerên Tirk gav bi gav ji bakur vekişin, rêya M4’ê ya navbeyna Heleb û Lazkiyeyê bê vekirin. Dibe ku peymaneke wiha hebe. Xuya ye ku hin çeteyên li wir vê qebûl nakin. Rejîma Sûriyeyê, wê vê bide ber çavên xwe û bi wan re şer bike ya Tirkiyeyê çar sal bûn ku hewil dida bêdeng bike û vê bi şertan ve girê bide, lê pêk bîne, neyne ne diyar e. Wê çi bibe em nizanin lê bi peymaneke wiha pêşbînî tê kirin ku hemû hêzên li wir wê tev bigerin.”
 
‘EM Ê HETA BI HETAYÊ LI BER XWE BIDIN’
 
Muslim, pirsa têkildarê îhtimala operasyonê ji bejahiyê ve ya bi ser herêmê ve wiha bersivand: “Her tişt ji dewleta Tirk û hovîtiya wê tê payîn. Du aliyên vê hene. Operasyon ji erdê ve bê kirin, em ê li ber xwe bidin. Lê xuya ye ku operasyona ji erdê ve zor e ku bidin ber çavên xwe. Çimkî em amade ne. Li Til Rifet, Şehba û Minbicê, hêzên Îranî û Rûs hene. Êrîşên dagirkeriyê ne ji xêra Îranê re ne. Lê li Astanayê wê destûra vê bide ya na, diyar bibe. Em pişta xwe nadin van. Em pişta xwe didin gelê xwe. Wekî din tiştek nîn e. Em ketine rewşa xweparastinê. Çi jî bibe em ê xwe biparêzin. Bila baweriya gelê me bi xwe û hêza xwe hebe. Dewleta Tirk bi drone û hwd., bi teknîka xwe dikare çend kesan bikuje lê nikare vîna gelê me bişikîne. Tirkiye ji erdê ve operasyon bike wê xera bibe. Hêzên me jî amade ne. Ji xeynî berxwedanê me tu rê nîn e. Wê her kes bi vê zanebûnê tevbigere.”
 
‘BANGA JI BO PARASTINA ŞOREŞÊ’
 
Muslim anî ziman ku ji bo berdewambûna demokrasiyê hêvî bi tenê Şoreşa Rojava ye û wiha bang li raya demokratîk kir: “Hêzên demokratîk û yên dixwazin demokrasî hebe, eger bixwazin demokrasî li Rojhilata Navîn berfereh bibe, divê bi me re bibin piştgir. Çimkî hêvî bi tenê ev e. Tirkiye, Sûriye, Îran, li kû rejîmeke dîktator li dijî me dixebite. Em jî li ber xwe didin. Em hem hewil didin ku hebûna xwe hem jî pîvanên demokratîk, pîvanên mirovahiyê biparêzin. Bi ya min, heqê me ye ku em bixwazin ku ev bi me re bin û bi me re bibin piştgir. Em vê dixwazin û ev erka wan e. Heke vê nekin, me fikir ew e ku bi erka xwe ya mirovî ranabin.”

Sernavên din

17/06/2023
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin