Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin

  • rojane
  • 12:48 20 Hezîran 2023
  • |
ENQERE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna komê ya ewil a partiya xwe de axivî û wiha got: “Em ê tifaqên civakî berfirehtir bikin. Li gorî me ji bo çareseriyê mijara esasî, xurtkirina xeta bîrdoziyê ye.” 
 
Partiya Çepên Kesk yekemîn civîna komê ya Meclisê li dar xist. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar bi zaravayê dimilî yê kurdî dest bi axaftina xwe kir. Uçar, ji bo kesên li Bismil a Amedê di şerê navbera malbatan de jiyana xwe ji dest dayîn rehmet û ji bo xizmên wan jî sersaxî xwest. Uçar, da zanîn ku ew vî şerî bûyerekî ji rêzê nabînin û wiha got: “Di demekê ku gelê kurd di bin zextên ewqas giran, zilm û di mercên şer de, divê şerên wiha û nelihevkirinên heyî bi nirxên civakî bên çareserkirin û hemû kes ji bo vê kedekî taybet bide.” 
 
‘HEKE HÛN BIXWAZIN NELIRÊTIYÊ BIBÎNIN LI ŞAREDARIYÊN XWE BINÊRIN’ 
 
Uçar, bal kişand ser girtina Hevşaredarên Panos a Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û wiha got: “Vîna gelê Panosê hatiye xespkirin. Yên ku ji bo girtina wan nelirêtî weke hincet nîşan dayîn bila li raporên Dîwana Muhasebatê binêrin. Heke hûn bi rastî jî bixwazin nelirêtiyan bibînin, li şaredariyên xwe binêrin. Hûn dê bibînin ku qeyûmên li 48 şaredariyên me hatine tayînkirin her roj vîna gel xesp dikin û hûn dê bibînin bê kar nirxên gel çawa hatine talankirin. Tişta ku hûn ji şaredariyê fêm dikin ew e ku li rojnamegerên nelirêtiyên we derdixîne holê li naverasta kolanan lê bixin û gefan lê bixwin. Bi vê wesîleyê em ji rojnameger Sînan Aygul re dibêjin derbasî be û em ê vê dozê bişopînin. 
 
LÎSTIKA BI KURDÎ HATE QEDEXEKIRIN 
 
Şaredarê Tetwanê ji bilî karên mafyayê, her wiha lîstika bi kurdî ya koma ŞanoWanê bêyî hincetekê nîşan bide qedexe kir. Ev îktîdar dijminê jin, xweza û hemû nirxên civakî ne. Lê herî zêde jî dijminê kurd û kurdî ye. Ev demekî dirêj e em vê dijîn. 
 
EM ÎKTÎDARÊ ŞERMEZAR DIKIN 
 
Îktîdar, hewl dide tundiyê bike mijareke jirêzê. Yek ji hedefên îktîdarê jî LGBTÎ+ ne. Hebûna wan yekser weke hedef nîşan dide û bi gotina nefretê sûc dike. Ji ber vê ferasetê em îktîdarê şermezar dikin. 
 
NEFRETA LI HEMBERÎ PENABERAN 
 
Îro, Roja Penaberan a Cîhanê ye. Encamên giran ên nefret û dijminatiya li penaberan tê kirin em tevek li vî welatî dijîn. Em li gel mirovên ji ber sedemên şer, aborî û hwd. ji welatê xwe koçber bûn in. Sedema mezin a van pêlên koçberiyê, şer in. Li gorî me her kes azad e ku ku derê bixwaze li wir bijî. Ji bo penaber bi awayekî biewle û birûmet bijîn, weke Partiya Çepên Kesk em bi wan re ne. 
 
ME SOZA XWE YA JI BO DENÎZ POYRAZ DUBARE KIR
 
Em di dawiya hefteyê de li Îzmîrê bûn. Me, rêhevala xwe Denîz Poyraz di duyemîn salvegera qetilkirina xwe de bi bîr anî. Me soza xwe ya ji bo Denîz Poyraz dubare kir. Hewl didin organîzasyona di vê komkujiyê de veşêrin. Em di ferqa vê de ne. Me wê demê çawa li ber xwe da be em ê heman têkoşînê îro jî bidomînin. Em dîsa soz didin Denîzê ku dê têkoşîn bidome. 
 
TÊKOŞÎNA DAYIKÊN AŞTIYÊ TÊKOŞÎNA ME YE 
 
Têkoşîna Dayikên Şemiyê têkoşîna me ye. Her wiha ji Dayikên Şemiyê Asiye Aydemîr jiyana xwe ji dest da. Xwedê rehma xwe lê bike û serê malbata wê sax be. Dibe ku dayika Asiyeyê jiyana xwe ji dest dabe lê bila her kes bizane ku dê têkoşîna me ya ji bo dîtina faîlên Huseyîn Aydemîr bidome. 
 
EM DEV JI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BERNADIN 
 
Weke ku tê zanîn, Tirkiyeyê di 14 û 28’ê gulanê de du qonaxên girîng jiyan. Bêguman gelek encamên girîng ên van hilbijartinan hene. Bila tu kes li encamên hilbijartinê nenêre û bibêje qey me dev ji têkoşîna aştî, ekolojî û jinê berdaye. Encamên hilbijartinê mafdariya têkoşîna me nîşan dan û nîşan da ku divê ev têkoşîn mezintir bibe. Em ji vir careke din bibêjin; encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin, tu îktîdarên ku eleqeya neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi pirsgirêkên civakî yên heyî re fêm nakin nikarin hebûna xwe bidomîne. Lewma ez bang li aqilê dewletê dikim; hûn neçarin ku pêşerojê bibînin û li gorî wê pozîsyoneke guncav raber bikin. 
 
MÛÇEYÊN KÊMTIRÎN
 
Mûçeyê kêmtirîn îro weke 11 hezar û 402 lîre hate destnîşankirin. Li welatê ku mûçeyê kêmtirîn bi vî awayî tê diyarkirin sînorê xizantiyê 33 hezar lîre ye. Banga min ji bo îktîdarê ye; ka hûn bi vî pereyî debara xwe bikin gelo ka dê bikarin bijîn? Me reqemekî li gorî jiyana însanî daxwaz kiribû û dê bixwazin. Pirsgirêkên welêt li şûna xwe disekinin. Hemû polîtîyaên îktîdarê deraqilî ne. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Em ê nehêlin ku fatûreya krîza aborî gel bide. 
 
PÊDIVÎ BI AVADANIYEKE SIYASÎ YA NÛ HEYE 
 
Ji ber ku civîna komê ya ewil e, dixwazim çendek tiştan bibêjim. Hilbijartinên 2023’yan peywirên girîng li milên me bar kirin. Her wiha encamên jê derketin hinceta pêvajoyeke rexne-xwerexnekirinê ya cidî ye. Eşkere ye ku hewcehî bi avadaniyeke nû ya siyasî û zimanê rêxistinî heye. Hêza me ya herî mezin, rexneyên di vê mijarê de tên kirin in. Xwerexnekirin jî, mekanîzmaya me pêşve dibe ye. Em di ferqa berpirsyartiya xwe de ne û bi vê bîr û berpirsyartiyê em tevî lijneyên xwe re nîqaşan dikin. Bi meclisa xwe ya partiyê, MYK, pêkhate û hêzên tifaqê re em encamên van nîqaşan bi raya giştî re parve kir. Me soz da ku dê ev pêvajo bi rexne-xwerexnekirinê re bibe wesîleya jinûveavakirinê. 
 
Niha jî ji bo wêneyê rastîn bibînin em li navçe û bajaran bi gel re civînan li dar dixin. 
 
ÇARESERÎ XURTKIRINA XETA ÎDEOLOJÎK E 
 
Lê li vir mijara esasî, faşîzma li hemberî me ye. Gelo em ê bi kîjan rê û rêbazan li dijî vê faşîzmê têbikoşin. Ji bo vê jî mîrateya me ya têkoşînê pir girîng e. Ji bo me mijara esasî ya ji bo çareseriyê, xurtkirina xeta îdeolojîk e. Jixwe yek ji tiştên me ji xetên din ên îdeolojîk cuda dike jî ev nêrîne ye. Em ê bêyî ku xwe di nava siyaseta temsîlî û çîna navîn de bitengijînin û bêyî ku bikevin nava populîzma siyasetê bêsiyaset dike, em ê tifaqên xwe yên civakî berfirehtir bikin û bixebitin. 
 
JI VIR TIŞTEK JI WE RE DERNAKEVE 
 
Em ji yên ku difikirin wê partiya me lawaz bibe û hewl didin naveroka partiya me bikolin, yên ku bi zimanê nijadperestiyê û hemasetê siyasetê dikin, yên ku dixwazin siyaseta me tengav bikin re dibêjin; ji van planên we dê tu tiştek nekeve destê we. Em ê qet destûrê nedin vê yekê. Bila her kes bibihîze û bizanibe; we nikaribû me têk bibin û hûnê ji niha şûn ve jî nikaribin. Paradîgmaya avakirina partya me pir qewîn e û li holê ye. Em ê li dijî yên ku me înkar dikin, em ê bi civakê re peymanek nû ya civakî ava bikin. Em tenê ne partiyek hilbijartinê ne, em partiyek li navendekî hatiye avakirin nîn in. Em partiya ked, gel û têkoşînê ne. 
 
EM Ê HER KEDÊ BIKIN 
 
Em ê hemû nîqaş û civînên xwe bi gelê xe re bikin û wê ev yek rê li ber qewînbûn paradîgmaya me veke. Em ê dest ji vê kedê bernedin û em ê xwedî li keda partî û paradîgmaya xwe derkevin. Em dixwazin dîsa viya bêjin; tekane partiya ku civakê diparêze û bi hêz partiya me ye. Em ê her tifaqa xwe mezin bikin û em ê tifaqa rasteqîn ava bikin. 
 
EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERFIREH BIKIN 
 
Em soz didin jinan, ciwanan, kedkaran, bindestan, astengdaran, feqîran, ekolojîstan û hemû beşên civakê ku em ê qadên têkoşîna xwe vala nehêlin û bi dînamîkên xwe re girêdanek bihêz û jidil pêk bînin û tenê ne li parlamentoyê em ê bi wan re li her qadê têkoşîna xwe berfireh bikin. 
 
TENÊ EM JIYANA PÊKVE DIXWAZIN 
 
Wê heyam-pêvajoya pêşiya me dijwar derbas bibe. Em ê muxalefeta civakî bînin cem hev û em ê wê ji nû ve ava bikin. Em ê li Tirkiyeyê têkoşîna demokratîk a hevpar berfireh bikin û bi hev re biserbixînin. Çimkî li dijî faşîzmê hêza herû xurt û navnîşana tekane em in. Çimkî em li dijî nijadperestiyê, nefrete têdikoşin û em ew partî bi tenê ne ku jiyana pêkve diparêz e. 
 
PERGALA HEVSEROKATIYÊ 
 
Siyaseta me ku mohra xwe li cîhanê daye heye. Pergala me ya temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê heye. Gelek hevalên me yên jin ku vê pergalê diparêzin û vê pergalê jîndar dikin îro di girtîgehan de ne. Tevî ku girtî ne jî vê têkoşînê diparêzin û her ji destê wan tê berfireh dikin. Ez jî bi wesîleya komcivîna me silav û hezkirinên xwe ji hemû hevalên me jin ku li ber xwe didin re dişînim. 
 
TÊKOŞÎNA JINAN 
 
Desthilatdar di ferqa têkoşîna me jinan de ye. Lewma jî seranserî pêvajoya hilbijartinê herî zêde êrişî têkoşîn û siyaseta jinan kir. Ev tifaq hem dijminatiya kurdan dike hem jî dijminatiya jinan dike. Di hilbijartinê de ev baş derket holê. Me destnîşan kiribû ku kes nikare têkoşîna jinan bi hilbijartinê bipîve. Îro têkoşînek pir micid a jinan heye ku Tirkiyeyê demokratîk bikin. Jin nîşan didin ku civakek azad, demomkratîk û siyasetek demokratîk çawa tê avakirin. Çimkî ev hêza jinan û dînamîka wan heye. Em di ferqê de ne ku ev desthilatdarî dixwaze hemû destkeftiyên jinan desteser bike. Em di ferqê de ne ku ev desthilatdarî têkoşîna jinan ji xwe re wek gefê dibîne. Çimkî wê têkoşîna jinan hebûna vê desthilatdariyê têk bibe û nirxên civakê veguhezîne asta herî jor. 
 
RIZGARIYA ÇARESERIYA KRÎZAN RÊYA SÊYEMÎN E 
 
Em di komcivîna Partiya Çepên Kesk a ewil de bi hev re ne. Ez wisa difikirim ku me îro bi awayek xurt dest pê kir. Çimkî em bi hemû hevalên xwe yên jin û hemû hevalên ku ked didin re li ba hev in. Em li vir carek din soza xwe dubare bikin, em ê wek Partiya Çepên Kesk li her qadê li her deverê bi gelê xwe re bin û kesî bi tenê nehêlin. Em ê li nav zeviyan bi karkeran, her kesê li heq û edaletê digere re bin. Em dikarin bi awayek xurt ji vê tengaviya krîza aborî, civakî û siyasî derkevin û çimkî alternatîfên me hene. Reçeteya vê jî paradîgmaya me ya xurt û îdiaya me ya rêya sêyemîn e. 
 
EM Ê DESTÛR NEDIN RIJANDINA XWÎNÊ Û HEJARIYÊ 
 
Em ê destûrê nedin wan kesên ku welat gav bi gav ber bi rijandina xwînê û hejariyê ve dibin. Em ê destûrê nedin Erdogan û alîgirên wî. Em ê vê jiyanê azad, xweş û geş bikin. Em dikarin wisa bikin çimkî ew motivasyon me heye û em xwedî têkoşînek wisa ne. Em neçarin ku bi ser bikevin û em ê teqez bi ser bikevin. Ji bo hûn beşdar bûn spas ji bo we hemûyan. Rêya me û rêya we vekirî be. 
 
 

Sernavên din

20/06/2023
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn