Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e

  • rojane
  • 15:01 22 Hezîran 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku dewleta tirk ji pergala ku li Rojava hatiye avakirin ditirse û got: “Êrişi deskeftiyên jinan dikin. Lê em weke jinên kurd dê bi pêşengtiya azadiyê bikin. Çiqasî qetlîam jî hebe em ê têbikoşin.”  
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û hevalên wê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz, parlementerên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Uysal, Mehmet Zekî Îrmez, aktivîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘TEHEMÛLA ME NEMA’ 
 
Di daxuyaniyê de hevseroka DBP’ê ya Sîlopiyayê Emîne Ozek axivî. Ozek bertekî êrişên li ser Rojava da û got: “Jin dayik e, jin aştî ye. Çima her carê jin hedef tên girtin? Divê ku kesek xwe bêdeng neke. Em ê heta kengî li dijî van êrişan xwe bêdeng bikin. Em van bûyeran şermezar dikin. Tehemûla me êdî nema ye.” 
 
‘JI PERGALA ROJAVA DITIRSIN’ 
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz bal kişand êrişên li ser rojavayê Kurdistanê. Aydenîz destnîşan kir ku ev êriş li dijî jiyana wekhev a ku li wir hatiye avakirin pêk tên û wiha axivî: “Her roj dewlet bi zanebûn êrişî jinan û deskeftiyên jinan dikin û gelê kurd dike. Tu tişteke dewleta tirk li Rojava nine, lê her roj bi SÎHA’yên xwe êrişî Rojava dike. 2 roj beriya niha êriş kirin û sê hevalên me qetil kirin. Ev her sê kesên ku hatine qetilkirin di rizgarkirina herêmê de  li dijî DAIŞ’ê têkoşîne bêhempa dan. Van kesan ev belaya ku bûye bela serê mirovahiyê li herêmê têk birin. Em dizanin dewleta tirk ji demokrasiyê û pergala ku li wir hatiye avakirin ditirse û ji ber wê jî êriş dike. Lê belê em têkiliya dewletê ya bi çeteyan re dizanin. Çeteyên ku destê wan di xwîna mirovahiyê de ye li zaningeha vê dewletê mezun bûn. Ev rastiya vê dewletê ye. Bi kurdan re şer ne çareseriye. Dewleta tirk ev êriş di pêvajoya darizandina DAIŞ’ê de pêk anî. Ev balkêş e. Derdê vê dewletê ne çareserî ye. Derdê vê dewletê şer e.” 
 
‘WATEYA VÎ WÊNEYÎ ÇIYE?’ 
 
Aydenîz bal kişand ser hevdîtina Serokwezîrê Hikûmeta HerêmA Kurdistanê Mesrur Barzanî ya bi Tirkiyeyê re jî kir û wiha got: “Derdê dewletê ew e ku di navbera kurdan de nakokiyan derbixîne. Roja ku ev komkujî çêbû li Enqereyê bi Barzanî re hevdîtin kirin. Em li vir dipirsin wateya vî wêneyî çiye? Divê ku bersiva vê bê dayîn. Ev wêne û hevditinên Kurdistanê bi hikûmeta Tirkiyeyê re me dişkêne. Em dibêjin ku bi kurdan re şer ne çareserî ye, ji bo demokrasiyê jî binpêkirin e. Kesên xwe bêdeng dikin şirîkên van êrişan e. Kesên ku mafên jinan diparêzin divê ku xwe bêdeng nekin. Em weke jinên kurd dê bi pêşengtiya azadiyê bikin. Çiqasî qetlîam jî hebe em ê têbikoşin. Li dijî van êrişan pêwistî bi yekitiya kurd heye. Heta ku kurd nebe yek dê her tim rastî van êrişan bê.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

23/06/2023
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin