Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?

  • rojane
  • 09:00 23 Hezîran 2023
  • |
img
MELETÎ - Mexdûrên erdhejê yên Meletî ku zêdetirî 4 meh in di konan de dijîn bi lêv kirin ku pirsgirêka wan a ava paqij hê nehatiye çareserkirin. Mexdûrek erdhejê ji bo konteyner bigire li Kizilayê geriyaye û Kizilayê ji wan pirsa "Hûn xizmên şehîdan in an na?" kiriye.  
 
Yek jî bajarê di erdhejên navenda wan Mereş bû de bandor li ser Meletiyê jî kir. Li Meletiyê zêdetirî 4 meh in tevî ku bi ser erdhejê re derbas bûye jî hê pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên ku xaniyên wan hilweşiyane an jî xesareke mezin li xaniyên wan bûne, zêdetirî 4 meh in di konan de dijîn û bi germahiya havîne re pirsgirêkên wan jî zêde bûne û bi di şert û mercên zehmet de dijîn. Hê jî pirsgirêka ava paqij a li navenda Meletiyê nehatiye çareserkirin. Her wiha pisporên tenduristiyê jî bi gelek daxuyaniyan destnîşan kirin ku konbajar ji şert û mercên paqijiyê re ne guncav in û divê ji bo demekê kin mexdûrên erdhejê heta xaniyên wan tên çêkirin derbasî konteyneran bibin. Lê tevî bangawaziya pisporên tenduristiyê û pirsgirêkên mexdûran jî hê pêdiviyên wan konteyneran bicih nehatine. 
 
Maxdurên erdhejê yên jin ku di konbajarên navçeya Yeşîlyurtê ya Meletiyê de dimînin derbarê pirsgirêkên ku pê re rûbirû mane ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û bi lêv kirin ku pirsgirêka wan a ava paqij heye, di heman demê de jî êdî kon nikarinê pêdiviya wan a parastinê pêk bîne û xwestin ku konteyner li wan bên belavkirin.
 
'JI BO NEXWEŞIYA MIN KON NE GUNCAV IN'
 
Mesdûra erdhejê Fadîme Akdemîr (51) anî ziman ku di erdhejê de xaniyê wan xesareke mezin dîtiye û ev 2 rojan tevî berf û baranê li derve mane piştre jî 15 rojan di dibistanê de mane. Akdemîr bi lêv kir ku piştî ew demekê li dervayî bajêr mane hatine Meletiyê û wiha got: "Kon ji bo tenduristiya min ne guncav in jî ez di kon de dijîm. Nexweşiya min a omorîlîkê û gurçikan heye. 10 sal in nexweşiya omorîlîkê li min heye. Piştî erdhejê jî gurçikên min zatûre bûn. Ji ber nexweşiyê divê ez di şert û mercên paqij de bijîm lê kon ji bo nexweşiya min dibe sedema xetereyan. Ji bo konteynerê me serî li AFAD'ê da lê ji me re tu konteyner derneketin. Di konan de xetereya enfeksiyonê heye ji ber wê ez nikarim di konan de bijîm, dibe ku nexweşên weke min pir bin ji ber wê divê êdî konteyner bên pêydakirin û heta xanî tên çekirin em derbasî konteyneran bibin."
 
'HETA KENGÎ EM Ê DI KONAN DE BIJÎN?'
 
Mexdûra erdhejê Zeynep Buyuktaş jî diyar kir ku piştî erdhejê tevî berf û baranê ew li derve mane û wiha got: "Hefteyekî em li derve rezîl bûn. Pişt re em derbasî konbajaran bûn û heta niha em di konan de ne. Xaniyê me jî xeserekê mezin dît hê jî me tirsa erdhejê ji ser xwe neavetiye. Daxwaza me ev e ku pirsgirêka me ya parastinê bê çareserkirin. Divê demildest xanî bên çekirin. Heta kengî em ê di konan de bijîn?"
 
'PIRSGIRÊKA AVÊ HÊ NEHATIYE ÇARESERKIRIN'
 
Mexdûra erdhejê Zeynep Gokçe jî da zanîn ku ji erdhejê ve ew bi zarokên xwe re di kon de dimîne û got: "Di erdhejê de xesarek mezin li xaniyê me bû. Ji ber vê yekê em niha di konan de ne. Piştî erdhejê ava paqij nehatiye. Pirsgirêka avê hê nehatiye çareserkirin. Kon ne paqij in, di konan de pirsgirêka paqijiyê heye. Çend roj berê jî lingê keça min şikest. Nikare derkeve derve lê ji ber germahiya havînê meriv nikare di konan de jî bimîne. Gelo wê heta kengî wisa bidomê em jî nizanin. Heta kengî milet dê di konan de bimînin. Bila werin çend rojan bi xwe di konan de bimînin, dikarin bijîn an nikarin. Me muracata konteynerê kir, em li Kizilayê geriyan gotin, hûn xizmên ‘şehîdan in’ an na? Yanî ji bo konteyner bidin me em mecbûr in xizmên ‘şehîdan’ bin.” 
 
MA / Mahmut Altintaş
 

Sernavên din

23/06/2023
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin