27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin

  • rojane
  • 09:03 23 Hezîran 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal bi lêv kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî berpirsyarî dikeve ser milê herkesî û destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî divê li her qadê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 27 meh in tu agahî nayên girtin. Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê ve destûr nayê dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Her wiha serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din tên kirin jî bi hinceta cezayên “dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Parêzera Ocalan û parlamentera partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ji aliyê hiqûqî û siyasî ve tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji ajansa me re nirxand. 
 
‘NEÇAR MAN KU GUHERTINÊ BIKIN’ 
 
Newroz Ûysal, anî ziman ku ji ber pozîsyona Ocalan kesên ku pergala tecrîdê ava kirine neçar mane ku di vê pergalê de hin guhertinan çêbikin û wiha got: “Tecrîda ku ev zêdetirî 24 salane li ser Ocalan tê meşandin li gorî fikra min mijareke ku divê analîzeke pergalê li ser bê kirine. Mijareke ku ji çend çavdêriyan firehtire. 24 salên tecrîdê li ser mirovan bandor kiriye. Ne tenê ji aliyê hiqûqî, di heman demê de di qada siyasî, çandî û ziman de jî bandora neyînî kiriye. Ji roja ku birêz Ocalan anîne Tirkiyeyê heta roja me ya îro pergalek hate dizayn kirin û bi vî awayî ev pergale dane meşandin. Ev pergala ku vîna birêz Ocalan nekarî teslîm bigire û bi vê rêbazê xwestin peyamê bidin ku têkoşîna gelê kurd berovajî bû. Ev kesên ku ev pergal e avakirine û dixwestin ku di şexsê Ocalan de bidin ferzkirin nêçar man ku di pergala xwe ya ku avakirî de hin guhertinan bikin. Di heman demê de li gel van guhertinan nêçar man ku pozîsyona Ocalan jî qebûl bikin."
 
'NÊÇAR MAN ROLA OCALAN QEBÛL KIRIN'
 
Ûysal, da xuyakirin, ku bandora Ocalan a li ser Rojhilata Navîn ji aliyê dewletê ve jî hatiye qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber helwesta birêz Ocalan, ji aliyê dewletê ve jî weke kesê diyarker ê di pirsgirêka kurd û polîtîkayê de hatiye qebûlkirin. Di hin deman de tecrîda girankirî bi awayekî qismî hat sivikkirin, bi tevahî nebejî û ne hiqûqî be jî, li gorî polîtîkayên şer ên diguhere hin gavên çareseriyê hatin avêtin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê rasterast girêdayî bandor û hêza birêz Ocalan a li ser pirsgirêka kurd e. Bi rastî ne tenê em siyasetmedar, di heman demê de hêzên dewletî û dewleta tirk bi xwe jî dizane. Îro ev rastiye ji aliyê hêzên demokrasiyê, siyasetmedar û parêzerên navneteweyî ve jî hatiye qebûlkirin.”
 
'TECRÎD WATEYA SERDEMEKE BEYÎ KURD E'
 
Ûysal a bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê, diyar kir ku tecrîd bi xwe re alozî aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di pêvajoya 7-8 salan a ku piştî pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an û  Osloyê derbas bû de, bi awayekî zelal dît. Di pêvajoya 2011-2012’an de, di pêvajoya 2009’an de dît ku di çareseriya pirsgirêka kurd de polîtîkayên dewletê yên ewlehî û şer dest pê kiriye. Nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka jinê, li hemberî qada siyasî û hiqûqê tê wateya derketina ji derveyî hiqûqê û aloziyên piralî. Ji ber vê jî her hevdîtina bi birêz Ocalan a ji aliyê dewletê ve ne bi sedemên hiqûqî bi sedemên siyasî tên astengkirin. Mixabin em di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku giraniya xwe di wateya zagonî de aşkere dike. Zêdekirina vê tecrîda li ser birêz Ocalan tê wateya siyaseta bê kurd, jiyaneke bê kurd, li Tirkiyeyê serdemeke nû ya bê kurd. Daxwazên rewa yên kurdan tên paşguhkirin û şer li her qadê dijwar dibe.”
 
'HEWLDANÊN JIBÎRKIRINÊ DI ŞER DE ISRAR E'
 
Ûysal, da zanîn ku Ocalan di pergala nû ya cîhanê de xwedî fikreke alternatîf a jiyanê ye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd, mîmarê aştiyê û weke fîlozofê serdemê tê qebûlkirin. Ji aliyê zanyarên siyasetê ve weke pisporê alternatîfa jiyana nû tê pênasekirin. Birêz Ocalan 24 salan zêdetire di bin tecrîdê de ye û ev nayê qebûlkirin. Îro kampanyayên ji bo azadiya birêz Ocalan her ku diçe mezintir dibin. Lê tu agahî ji Birêz Ocalan nayên girtin. Hewldanên jibîrkirina birêz Ocalan dê bi xwe re şer bîne. Xeta îdeolojîk a birêz Ocalan, fikra HDP’ê, mînaka Rojava ya li Rojhilata Navîn alternatîfeke jiyana nû ye. Di vê noxteyê de dema ku  daxwaza azadiya birêz Ocalan hatiye paşguhkirin, em ê gelek gav paşve dest bi daxwaza azadiyê bikin.”
 
'DIVÊ XETA TEKOŞÎNÊ BÊ RÊXISTINKIRIN'
 
Ûysal destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî berpirsyarî dikeve ser milê herkesî û wiha domand: “Ji bo ku ev yek biguhere, di qada hiqûqî de hiqûqnas, di qada siyasî de siyasetmedar, di warê hunerê de hunermend, di çapemeniyê de nivîskar û her hêzeke ku xwedî bandor e li qada heyî têbikoşe. Divê herkes di qada xwe de wateya tecrîda li ser Ocalan vebêje. Ji bo ku hikumet ji bo guhertina vê gav bavêje, bi kampanyayan, bi riya çapemeniyê em her qenalan bikarbînin û xeta têkoşînê bi hêz bikin. Pêwîste ev xet bi rêxistin bibe. Ji ber ku tecrîda li ser birêz Ocalan evqas giran e. Ev tecrîd bi salan e didome, heta ku xeta têkoşînê neyê bihêzkirin, em ê nikaribin tecrîdê bişikînin û em ê daxwaza xwe ya azadiyê jî gelek bi paş ve bidin dest pê kirin.”
 
'CEZAYÊN DISIPLÎNÊ PERÇEYEKÎ TECRÎDÊ YE'
 
Ûysal, anî ziman ku cezayên dîsîplînê jî pîvaneke nû ya tecrîdê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîsa cezayê dîsîplînê yê tê dayîn bi parêzeran re jî nayê parvekirin. Nahêlin ku parêzer tu erka xwe pêk bînin û mafên xwe yên parastinê di warê pîşeyî de bi cih bînin. Piştî ku hemû cezayên disiplînê bi zanebûn bi dawî bûn, sedema astengkirina hevdîtina parêzeran bi giliyên xwe yên li dadgerê înfazê dizanin. Bi rastî, ev pîvanek nû ye. Ev pîvaneke din a tecrîdê ye. Rewşa bersivdayînê hê jî didome. Em ji giliyên ku em dikin hîn dibin ku cezayên disiplînê hatine dayin. Dîsa tu biryar, ne hincet, ne îtiraz nîne. Li ber çavê dewletê 24 sal ne tişteke. Lê ev cezayên disîplînê bûye parçeyek ji tecrîda ku 24 sal in li ser birêz Ocalan tê meşandin.”
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

23/06/2023
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin