Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin

  • rojane
  • 09:06 23 Hezîran 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Parêzer Yûnûs Emre Guneş ku tecrîda Îmraliyê wekî "îşkenceya eşkere" pênase kir, bêdengiya baroya rexne kir û bang li baroyan kir ku li dijî pergala îşkenceyê ku peywira wan a sereke ye, rabin. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de tê tecrîdkirin. 27 meh in jî hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û parêzeran jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirine û ji malbatê jî Mehmet Ocalan herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Abdullah Ocalan re kiriye. Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeber ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin.
 
Rêxistina Hiqûqnasên Ewropayî ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê (ELDH), Rêxistina Hiqûqnasên Demokrat a Navanteweyî (IADL) û Lawyers for Lawyers, ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin û li dijî tecrîdê tevbigere di 5'ê Nîsana 2022'yan de serî li Komîteya Pêşîgirtina li ÎŞkenceyê ya Ewropayê (CPT) dabûn. Her wiha di 14'ê Îlona 2022'yan de jî ji 22 welatan 350 parêzer, ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê kirin serî li Wezareta Dadê dabûn. 
 
Li Tirkiyeyê jî di 10'ê Hezîrana 2022'yan de 775 parêzer serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî di meha Mijdarê ya 2022'yan de serî li gelek baroyan dabû ku ji bo rakirina tecrîdê berprisiyariya xwe bi cih bînin. Lê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) jî di nav de bêdengiya gelek baroyan didome. 
 
Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê parêzer Yûnûs Emre Guneş pergala tecrîda ya Îmraliyê û hêla wê ya hiqûqî nirxand. 
 
BERANBERIYA TECRÎDÊ: ÎŞKENCEYA EŞKERE
 
Parêzer Guneş destnîşan kir ku beranberiya hiqûqî ya tecrîdê "îşkenceya eşkere" ye û got ku ji roja ku Tirkiye hatiye avakirin heya niha bi înkarkirin, tunekirin, binpêkirina hiqûqê û mafên mirovan û pêkanînên antî-demokratîk û îşkenceyê di rojevê de ye û tecrîd jî yek ji van polîtîkayan e. 
 
Guneş bilêv kir ku çendî Girtîgeha Îmraliyê girêdayî pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê jî, lê li wir qanûn nayên pêkanîn û wiha pê de çû: "Di hiqûqa navneteweyî de ya ku Tirkiye jî alîgirekî wê ye, tecrîd tune ye. Berevajî vê hem di mewzûata qanûnî hem di qanûna înfazê hem jî di hiqûqa navneteweyî de wekî îşkenceyê hatiye diyarkirin û hatiye qedexekirin. Lê mixabin li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq û girnakirî tê domandin." 
 
Guneş bilêv kir ku tu îzahiyateke nepêkanîna hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tune ye û got: "Pêwendiya wan a bi derve re hatiye qedexekirin. A rast, ev ne qedexe ne jî. Gava tiştek bê qedexekirin divê zemîneke wê ya hiqûqî hebe. Ev pêkanîna hemû kêfî ne. Qedexeya hevdîtina bi parêzeran û malbatê re û cezayên dîsîplînê di qanûnên heyî de tune ye. Tirkiye mewzûata xwe binpê dike. Divê bi tu awayî hevdîtina kesekî ya bi parêzerên xwe re neyê qedxekirin. Gava ev bê kirin, bi kêfî tê kirin. Gava em li cezayên dîsîplînê yên bi destên îdareyê yan jî dadgeran tên birîn dinêrin, tu hêleke wan a hiqûqî tune ye. Ev hincet teblîxî parêzeran jî nayên kirin." 
 
LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BÛYE
 
Guneş destnîşan kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li tevahiya welêt belav bûye û wiha domand: "Ev yek, gefê li pergala hiqûqê ya Îmraliyê jî dixwe. Birêz Abdullah Ocalan aktorê sereke ye ji bo li Tirkiyeyê pêşî li ber aştî û demokrasiyê bê vekirin. Aktor û muxatabê sereke ew e. Metot û pratîkên birêz Abdullah Ocalan ên ji bo meseleya kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, hem li qada neteweyî hem jî li ya navneteweyî olan dide. Lê desthilata siyasî li hemberî vê şer kûr dike û polîtîkayeke li ser esasên tunehesibandina çand û zimanê kurdî, nasname û statuya kurdan dimeşîne. Sedemeke sereke ya tecrîdê jî ev e. Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo vê paradîgmayê li seranserê cîhanê olan dide. Mînaka wê ya berbiçav Rojava ye. Desthilat li dijî vê paradîgmayê li her derî şer dike û dixwaze hebûna xwe bidomîne." 
 
'CÎHAN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE'
 
Guneş bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya ji bo polîtîkaya tecrîdê û got: "Mekanîzmayên venihêrînê yên navneteweyî û saziyên navneteweyî şirîkên vî sûcî ne. CPT, hê rapora xwe ya der barê serdana dawî de eşkere nekiriye. CPT, berprisiyariya xw enayne cih û bi vê helwesta xwe dibe parçeyeke vê tecrîdê. Her wiha DMME'yê heya niha gelek caran biryara binpêkirinê daye. Lê ev kontrol nekirin û tu mueyîdeyeke wê ya li hembrî Tirkiyeyê jî çênebû. Gelek mekanîzmayên navneteweyî hene, lê bepirsiyariya xwe naynin cih. Ev jî nîşan dide ku hêzên hegomon ên navneteweyî ji berbelavbûna paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan ditirsin. Hemû sazî bi bêdengiya xwe dibin şirîkê vî sûcî." 
 
ÇIMA BARO BÊDENG IN?
 
Guneş anî ziman ku ger tecrîd bidome dê ji bo welêt bibe cihê encamên giran û wiha got: "Dê şer, krîza aborî, tunehesibandina azadiya maf û azadiyan jî kûr bibe. Me OHD, ji bo bidawîbûna tecrîdê serî li baroyan da ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Her wiha me ji bo vê bang li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê jî kir. Ji lew re tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye. Û berpirsiyariya sereke ya baroyan jî li dijî pergala îşkenceyê rabin û li dijî wê xwedî helwest bin. Lê ne Yekîtiya Baroyan ne jî baro berprisiyariya xwe naynin cih. Ji berprisiyariyê direvin. Kî li hemberî vê pêvajoyê xwe li bêdengiyê deyne, ew dibe terefê vê pêvajoyo." 
 
MA / Semra Tûran - Delal Akyuz 
 

Sernavên din

23/06/2023
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin