Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû

  • jin
  • 09:57 24 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Hevala têkoşînê ya Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş a di êrişa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin, Semîra Hac Elî ku têkoşîna Derwêşê vegot, wiha got: “Yûsra bi zanebûna jineke kurd a azad, her tim li pêş bû.”
 
Dewleta tirk di 20’ê hezîranê de bi Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş (Rihan Amûdê) û ajokarê wesayîtê Firat Tûma qetil kirin. Derwêş û Şiwêş li Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl, Tûma jî li Şehîdgeha Keldaniyan a li Taxa Siyahî ya Qamişloyê bi tevlibûna gel a zêde bi merasîmekê hatin veşartin. 
 
Derwêş a yek ji kesên hate qetilkirin, ji mijdara 2022’yan ve Hevserokatiya Kantona Qamişloyê dikir. Derwêş a di sala 1972’yan de li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Qamişlo hate dine, piştî ku li Amûdê dibistana seretayî, navîn û lîse qedandin di sala 2001’an de li Zanîngeha Helebê Ziman û Wêjeyê Fransizî xwend. Derwêş a di van salan de perwerdehiya xwe ya akademîk domand, piştî Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de tev li pêvajoya avakirinê bû. Derwêş a di vê pêvajoyê de xwest kurdî hînî zarokan bike, demekê mamostetiya kurdî kir. Piştî ku li Amûdê miduriya Lîseya Betûl kir, weke Hevseroka Komîteya Perwerdehiyê ya Amûdê hate hilbijartin. Derwêş a ji 1’ê mijdara 2022’yan ve Hevserokatiya Kantona Qamişloyê dike, ji çalakiyên têkildarî tecrîda giran a ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re pêşengtî kir. 
 
Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî, bi Derwêş re beşdarî xebatan bûye û hem bûye şahidê tevkariya wê ya di pêvajoya şoreşê de hem jî têkoşîna jinan ku Derwêş daye. Semîra Hac Elî hevala xwe ya têkoşînê Derwêş vegot. 
 
TÊKOŞÎNA JIYANÊ 
 
Elî, anî ziman ku Derwêş ji zarokatiyê ve ji bo çanda kurd miroveke bihestiyar e û wiha got: “Beriya Şoreşa Rojava jî çi li Newrozan, çi li rojên din ên çandî, di şano û govendan de her tim cihê xwe digirt.” Elî, bi lêv kir ku Derwêş, piştî Şoreşa Rojava jî bi zanebûna peywîr û berpirsyartiyê xebitî û da zanîn ku Derwêş di vekirina Meclisan heta avakirina komunan di her peywîrê de cih girt. Elî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Yûsra her tim li pêş bû, hezkiriya kurdî bû. Di pêvajoyên perwerdehiyê yên tev li bûyî de rolên girîng girtin ser xwe. Kurdî nîşanî gelek mirovan da. Bi hezaran kes, mamoste perwerde kirin. Hem di rêxistinkirinê de hem jî di rêveberiyê de cih girt. Ji bo ku Komîteya Perwerdehiyê bi pêş ve biçe li rê û rêbazan digeriya.”
 
ZANEBÛNA JINA AZAD
 
Elî, diyar kir ku Derwêş heta roja ku hate qetilkirin bi awayekî çalak di nav xebatan de cih girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yûsra carekê jî xwe neda kêlekê û li mala xwe nerûnişt. Bi zanebûna jina kurd a azad her tim li herî pêş bû. Bi rûkenî û sekna xwe ji kesên derdorê re çavkaniya moralê bû. Ji bajarekî ber bi bajarekî din vê bêyî rawestan diçû û bêyî ku biweste xebatên xwe didomandin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA WÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Elî qetilkirina Derwêş weke “Di kesayeta wê de vîna jina kurd hedef hate girtin” penase kir û wiha dirêjî pê de çû: “Yûsra dema diaxivî jî dema dixebitî jî bi zanebûna azadiyê û bi vê baweriyê kar dikir. Kesayeta wan dê di têkoşîna me de bijî. Ew baweriya ku wan ji me re hişt, wê dîsa di vîna jinên azad de cih bigire û ev jinên azad wê bi rûhê ku Yûsrayê dayî têkoşîna xwe bidomînin. Roleke gelek girîng a Yûsrayê li ser gel hebû. Dema gel ew didît, ji xebatên wê re dibû şahid moral digirt. Ew bi xwe jî her tim bi moral bû her tim bi coş bû û tu kesî tu tiştî nedikarî coş û morala wê asteng bike.”
 
‘ARMANC VÎNA JINA AZAD E’ 
 
Elî, destnîşan kir ku bi êrişan vîna azad a jinan hedef hatiye girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi şehadeta hevalên xwe xemgîn dibû lê şehadeta hevalên xwe ji xwe re weke hêzek didît û xebatên xwe didomandin. Dema astengî derdiketin pêş, ew derbas dikirin û bi biryardariyeke zêdetir rêya xwe didomand. Îro ev jin hedef tên girtin. Vîna jina azad, rêxistinkirina gel, berxwedan hedef tê girtin. Lê her çiqas hedef bên girtin bila bên girtin jî nikarin vîna me bişikînin. Tu caran vîna jinên ku bi fikir û felsefeya birêz Ocalan dijîn nikare bê şikandin. Em ê têkoşîna Yûsra ku ev vîn di me de da şiyar kirin bidomînin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

27/06/2023
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin