Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin

  • rojane
  • 09:01 25 Hezîran 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Dayika Emîne ya 74 salî ku di qedexeya derketina derve de mala wê hat hilweşandin û heçar hat hiştin ku di TOKÎ'yan de bijî, bi bertek e û wiha dibêje: “Di avahiya me ya berê de em her roj 10-12 jin dihatin ba hev. Me dixwar û vedixwar. Lê li vir bêhna me teng dibe.”  

 
Di salên 1990’î de li Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Welatiyên ku cerdevanî qebûl nekirîn bi darê zorê ji gundan hatin derxistin û sirgûnî bajaran hatin kirin. Vê rewşê herî zêde jî bandor li ser jinan kir. Li gel ku koçberî bajaran bûn jî, jinên şirnexî cîrantî û têkiliya xwe domandin û di hembêza Çiyayê Cûdiyê de dest bi jiyaneke nû kirin. Lê belê polîtîkaya şer a domdar, bi xwe re rewşeke hilweşîner anî. Yek ji mînakên vê yên şênber jî qedexeya derketina derve ya di sala 2015’an de bû. Di vê pêvajoyê de Şirnex li gel navçeyên xwe hat hilweşandin. Di êrişên dewletê de xisareke mezin gihîşt 2 hezar û 44 xaniyan û gelek jê hilweşiyan. Dewletê, li navenda Şirnexê bi giştî 6 hezar avahî çêkirin. Jinên ku li van avahiyên bilind û biçûk ên TOKÎ’yê hatine bicihkirin, daxilî nava jiyaneke ku xerîbê wê ne hatin kirin. Ji ber vê yekê jin ji xweza, ax û civakê dûr ketin û hepsî hundirê malê bûn. 
 
DI TOKÎ'YAN DE TÊKOŞÎNa JI BO BÊHNSTANDINÊ 
 
Emîne Galîp a 74 salî ku di salên 1990'î de gundê wan Bilmat hat valakirin
 
Emîne Galîp a 74 salî ku di salên 1990'î de gundê wan Bilmat hat valakirin û neçar ma li bajêr bi cih bibe, di dema qedexeya derketina derve de xaniyên wê hat hilweşandin û bi salane ji bêgavî xdi TOKÎ'yan de dijî û bi hesreta jiyana xwe ya berê ye. Galip ku di avahiyê xwe de gul çandine her roj ji qata 6'an dadikeve û li bin siya darê ya li ber TOKİ'yê hatiye çandin rûdinê û nefes distîne. Dayika Emîne Galip wiha behsa serpêhatiya xwe û jiyana xwe ya di TOKİ'yan de dike:" Ev 30 sal in em ji gundê xwe derketine. Em dema ku li gund bûn, me genim diçand. Dema ku em li gund bûn, fistiqên me hebûn, behîvên me hebûn, qarçînên me hebûn. Lê piştî ku em ji gund derketin ev hemû ji destê me çûn. Li vir me zehmetî kişandin. Me ji xwe re xaniyeke ji axê çêkir. Em di wê avahiyê de diman. Em di wê avahiyê de radibûn û rûdiniştin. Jiyana me gelek xweş bû. Baxçeyê me hebû, me gul fiçandin, me bacan diçandin. Me nan dipaht. Me çi bixwesta me dikir. Me xwarina xwe bi hev re çêdikir û dixwar. Me çay çêdiki,r cîranên me hemû dihatin derdora me kom dibûn û me bi hev re vedixwar. Em li ser ban radizan. Ew mala me gelek xweş bû."
 
Galipê bilêv kir ku piştî ku di dema qedexeya derketina derve de xaniyê wan hatiye xerakirin ji wir derketine û paşê ketine xaniyên TOKÎ'yê û wiha pê de çû: "Jiyana van TOKİ'yan û wan û wan avahiyan ne weke hev e. Têkiliyên cîraniyê tune ne û çûyin hatin nîn e. Di avahiyê me ya din de her roj em 10-12 jin dihatin ba hev. Me bi hev re çay çêdikir û vedixwar, me sohbet dikir û xwarin çêdikir. Bêhna min li vir pir teng dibe, mehê carekê diçim gund. Dema ku ez diçim gund weke ku ez nû ji dayik bûbim, sebra min li wir tê. Ez ji vir aciz dibim. Heta êvarê em di malê de rûniştine, tu kar nîn e. Pir bêriya jiyana xwe ya berê dikim."
 
'JIYANEKE ME YA KOMÛNAL HEBÛ'
 
Ji jinan Bahar Urun(41) a ku di TOKÎ'yan de dijî jî diyar kir ku avakirina TOKî'yan di jiyana wan de gelek guhertinên neyinî kirine û wiha axivî: "Xaniyê me yê mustaqil hebû. Wê demê cîrantî hebû, mirovahî hebû. Erê, raste zehmetiyên wê hebûn, lê xweşiya wê hebû. Dema ku dibû bihar û payîz me doşekên xwe, lihêfên xwe vedikirin û dibirin ser banî dişûştin. Tişta ku me dixwest me dikir. Keyfxweşiya wê zedetir hebû. Tiştekî te di mal de tunebûya, te ji cîranê xwe dixwest. Niha em ketine van TOKÎ'yan. Ne em dikarin karekî bikin û ne jî em dikarin biçin gel cîraneke xwe rûnên. Di navbera jiyana me ya niha û berê de ferq û cudahî hene. Wê demê aramî hebû, tendûrîstî hebû. Ev bîna 11 qat in. Lê ez nizanim ku cîranê min kî ne. Ew dilsoziya wê demê nîn e. Çawa ku xaniyên me di bin erdê de ma, mirovahî jî wisa di bin erdê de ma. Niha parqek heye li ber TOKİ'yan, lê kesên ku tên parqê em nas nakin, ew me nas nakin. Lê di avahiyên berê de em li ber deriyên avahiyên xwe, baxçeyên xwe rûdiniştin. Lê niha ew nemaye. Heta êvaran dixebitin û pişt re rûdinin. Berê jiyaneke me ya komunal hebû, lê niha ew nîn e. Zarokên me jî dişibin vê jiyanê. Çimkî di van TOKÎ'yan de mezin dibin. Mêr derdikevin kêm bejî jî ji nava van betonan dûr dikevin. Lê jiyana jinan bûye îşkence. Em dixwazin ku weke berê be, lê zehmet e. Emrê me di van TOKÎ'yan re derbas dibe."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

27/06/2023
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin