Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin

  • rojane
  • 10:31 25 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Rojnameger Zeynel Bulut ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Amedê tê ragirtin, diyar kir ku midûrê nû yê girtîgehê di nava hewldanên “provakatîf” de ye û bang li Baroya Amedê, OHD û ÎHD’ê kir ku li dijî vê îşkenceyê bi peywira xwe rabin. 
 
Binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê roj bi roj zêdetir dibin. Xizmên 12 girtiyên li girtîgehê tên ragirtin bi sedemên binpêkirinên weke xwarinên nebaş, qutkirina avê, dayîna xwarinên kêm û xwarinên kêm karolî, di dema lêgerînên qawîşan de desteserkirina tiştên girtiyan ên ji kantînê kirine, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de ferzkirina lêgerîna tazî û muayeneya bikelemçe û hwd. û ji bo alîkariya hiqûqî, di 20’ê hezîranê de serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê dan. 
 
Rojnameger Zeynel Bulut ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, li ser navê girtiyan nameyek şand û zextên midûrê girtîgehê yên nû vegot. 
 
‘PROVOKATORIYA MIDÛRÊ NÛ’ 
 
Bulut, da zanîn ku girtîgeha tê de dimînin ev 3 sal in ketiye fealiyetê û bi tayînkirina midûrê yekemîn ê nû Halît Serdar Bîçer re Girtîgeha Tîpa F a Hajmar 2 ya Amedê veguheriye navenda îşkencexaneyê. Bulut, ev agahî dan: “Midûr Bîçer, sepanên xwe yên keyfî li girtî û hikûmxwaran ferz dike û bi vê yekê re ne tenê binpêkirinên mafan, her wiha bi tevger û nêzikatiyê xwe rê li ber pirsgirêkan vedike û bingeha provokasyonan amade dike. Hinek ji van ev in; di hejmartina serê sibehê de li gel personelên saziyê dikeve odeyan û xwe têkilî alavên, cil û bergên hevalan dike. Bi ûslûbê xwe provakatoriyê dike. Amûrên teknîkî, cihê pêlavan, setilên avê, îskan û hwd. ên me ji kantînê kirine di dema hejmartinê de bi personelan dide komkirin an jî piştre pê dide komkirin. Ev nêzîkatî jî me û personelan rû bi rû dihêle. Rê li ber provakasyonan vedike.” 
 
‘ME Û DAIŞ’IYAN BI HEV RE DERDIXÎNE HEVDÎTINÊ’
 
Bi domdarî Bulut anî ziman ku DAIŞ’î û endamên rêxistinên sûcên biorganîzeyî li korîdorên wan hatine bicihkirin û wiha pê de çû: “Îcar wekî ku ev jî têr nekiribe, di dema hevdîtinên bi malbatan re de girtiyên siyasî û van çeteyan bi hev re derdixîne hevdîtinê. Di heman wextê de, li ode û kabînên rex hev hevdîtin tên kirin. Her wiha dema heval ji korîdorê re derbas dibin, silav didin hev û bi destê hev digirin. Lê vî midûrê nû ev jî qedexe kiriye.”
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Bulut, têkildarî rewşa girtiyên nexweş jî ev tişt anî ziman: “Hevalên me ji bo ku derkevin revîrê û ji hêla bijîşkan ve bên tedawîkirin, bi hefteyan li bendê disekinin. Lê hevalên me yan dernaxînin revîrê û yan jî heke derkevin jî bijîşk dermanên ew dixwazin nanivîsinin. Dema ev mexdûriyet ji midûr re tê gotin, dibêje; ‘li derve mirov bi mehan nikarin randevûyê bigirin.’ Bi van gotinan xwe diparêze û dibe sedem ku hevalên me êş bikişînin û nexweşiya wan giran bibe.”
 
‘JIYAN VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ’
 
Bulut, destnîşan kir ku li girtîgehê bi dehan binpêkirinên mafan çêdibin û ji ber nêzikatiyên midûrê nû, jiyana li girtîgehê veguheriye îşkenceyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava rojê de bi saetan av nayê dayîn, xwarinên nebaş, xwarinên bêkalorî û kêm, firotina tiştên ne bi qelîte û biha yên li kantînê, li ser fermana midûrê yekemîn re komkirina qawîşan û hwd. Ev çendek pirsgirêkên li girtîgehê ne. Her wiha lêgerîna tazî û derbasbûna qawîşên bêaliyan li girtiyên nû tê ferzkirn. Têkildarî van binpêkirinan me bi dehan caran li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê gilî kir. Lê heta niha jî tu pêşketinek çênebû. Berevajî vê; midûrê yekemîn Halît Serdar Bîçer di van demên dawî de rê li ber provakasyonên mezin vedike û ev yek fikaran di serê me de çêdike. 
 
EM BANG DIKIN KU LI PEYWIRA XWE RABIN
 
Midûrê girtîgehê hewl dide bi rola Esat Oktay rabe. Em van sepanên keyfî, îşkence, binpêkirin û helwestên provakatîf ên midûrê girtîgehê bi raya giştî re parve dikin. Banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan, ÎHD, OHD û bi taybet jî ji bo Baroya Amedê ew e ku li dijî vê derhiqûqtî û îşkenceyê bi peywira xwe rabin.” 
 

Sernavên din

27/06/2023
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin