Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin

  • rojane
  • 16:40 25 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêvajoya jinûveavakirinê, li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin. 

 
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê, koordînekirina vegera gel, jinûveavakirinê, pêşxistina eniyeke siyasî ya hevpar,  hilbijartinên şaredarî û saziyên îdarî,  Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin. Di vê çarçoveyê de 7 aliyên siyasî, civakî û çandî yên Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî ragihandin. Daxuyanî, li navenda Şengalê bi tevlibûna nûnerên partiayn û aliyên di koordînasyonê de cih digirin hate dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Berpirsê Malbenda Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê Şengalê Dawûd Cindî axivî û wiha got: “Weke pêkhate û hêzên siyasî yên Şengalê, beriya niha li Şengalê şandeyek hate avakirin ku ji hemû pêkhateyên Şengalê pêk dihat. Êzidî, xiristiyan, sune, şîe û tirkmen. Her wiha beşek ji aliyên siyasî bi hikûmeta Iraqê re ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li Şengalê hin hevdîtin kirin. Piştre di encama hin civînên me de em gihiştin encamê ku nêrîneke yekgirtî pêş bixin. Li ser vê bingehê em gihiştin wê encamê ku hemahengiyeke niştimanî bê avakirin ku hemû hêz, partî û pêkhateyên Şengalê bîne cem hev û ji bo xurtkirina aramî û jiyana hevbeş li herêmê gelek xalên bingehîn destnîşan bike û li ser wî esasî kar bidin meşandin.”
 
ARMANCÊN AVAKIRINA KOORDÎNASYONÊ 
 
Piştre jî Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hacî daxuyaniya avakirina Koordînasyona Şengalê ya Hêz û Pêkhateyên Neteweyî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser esasê pêşxistin çareserkirina bûyerên li Şengalê diqewimin û hewldanên hemû gelê herêmê ji hêzên siyasî û civakî bi armanca pêkanîna aramî û pêkvejiyana aştiyane li herêmê hewldan ji bo teşwîqkirina êzidiyên koçber û hemû pêkhateyên Şengalê ku vegerin û dawî li koçkirina salên tal bînin ku gelê Şengalê li kampên koçberiyê dîtine. Ji bo alîkariya hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî ji bo bilez avakirina Şengalê û pêkanîna aramiya ewlehî, siyasî û civakî, me biryar da ku hêzên siyasî li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Netewî ya Şengalê ava bikin ku hedef û armancên wê ev xalên li jêr in.
 
* Ji bo peydakirina çareseriyên pêwîst ên koçberên Şengalê û rakirina asengiyên li pêşiya vegera koçberên êzidî ku di qonaxên berê de rê li ber girt, alîkariyê ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî bê girtin. 
 
*  Ji bo ku piştî vegera koçberan a li Şengalê aramî pêş bikeve û jiyana li herêmê zindî bibe. Ji bo vê jî divê xebat were kirin ku koçberên di nava kampan de bi temamî li warê xwe vegerin. 
 
* Ji bo beşdarîbûna prosesa avakirina rêveberiya nû ya li Şengalê, di nav de hilbijartinên Şaredariya Şengalê, rêveberên navçe û qaymeqam ku bi razîbûna gelê Şengalê bin û bi hevre kar ji bo avakirina Şengalê bikin.
 
* Xebata ji bo jinûve sererastkirina Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ku ji aliyê hikûmeta berê ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû îmzekirin. Ev rêkeftin li dijî vîna gelê me bûbû sedema aloziyan. 
 
* Koordînasyon hewl dide bi alîkariya hemû ol, mezheb û neteweyên ku di herêmê de dijîn, piştgirî bide aramî û pêkvejiyana aştiyane ya li Şengalê û bibe sedema çareserkirina hemû pirsgirêkên ji ber êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê û binpêkirin û sûcên ku li Şengalê pêk anîne.
 
Kordînasyona Şengalê ya pêkhate û hêzên niştimanî wê di vê qonaxa girîng de têbikoşe, da ku dengê hemû pêkhateyên Şengalê û daxwazên wan bigihe hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî û bibe girêdaneke bibandor di navbera hemû gelên Şengalê de.”
 
 
PARTÎ Û HÊZÊN DI KOORDÎNASYONÊ DE CIH DIGIRIN 
 
Partî û hêzên siyasî yên beşdarî avakirina Komîteya Koordînasyonê bûn wiha ne:
 
* Nûnerê Mesîhiyan - Îsa Şemhûn
 
* Nûnerê Suneyan - Adil Silêman
 
* Nûnerê Tirkmen - Abdulrezzak Reza
 
* Nûnerê Şîa Seyîd Mehmûd -  Komeleya Şîayên Şengalê
 
* PADÊ - Hisên Hecî
 
* Teqeddûm - Seîd Beddûş
 
* Nûnerê YNK’ê - Dawid Cindî
 

Sernavên din

27/06/2023
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin