Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin

  • rojane
  • 13:56 26 Hezîran 2023
  • |
img
SILÊMANIYE - Endama Komîteya Jineolojiyê ya Almanyayê Smmarfeld diyar kir ku ew bi hêza ji têkoşîna jinên kurd digire tev li têkoşînê bûye û wiha got: “Jineolojî, dike ku em li ser sedemên pirsgirêkan bi hûr û kûr bifikirin û çareseriyên baştir bibînin.” 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmeha sala 2022’yan de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hate qetilkirin. Akarsel, xebatên vekirina Pirtûkxaneya Jinên Kurd dikir û di çarçoveya xebatên wê de, li Silêmaniyeyê Navenda Arşîv, Lêkolîn, Bîr û Pirtûkxaneya Jinên Kurd hate vekirin. Bernameya vekirina navendê du rojan berdewam kir. Jinên ji gelek welatên cuda tev li vekirina navendê bûn. 
 
Jinên tev li vekirina navend bûn, hestên xwe bi ajansa me re parve kirin. 
 
‘JINÊN KURD BÛN ÇAVKANIYÊ HÊVÎ DAN’ 
 
Kira Sammerfeld ku li Almanyayê jinên kurd nas kir û piştre jî tev li xebatên Jineolojiyê bû, xebatên xwe yên têkildarî dîroka jinan zêdetir kir. Sammerfeld piştre jî di Komîteya Jineolojiyê ya Almanyayê de cih girt û dibêje ku li gel jinên din ên di komîteyê de cih digirin, di qada jineolojiyê de bi dilxwazî perwerde daye hemû jinan. Sammerfeld, da zanîn ku ji têkoşîna jinên kurd hêz girtiye û tev li têkoşîna jinên cîhanê bûye. 
 
 
BANDORÊN JINEOLOJIYÊ
 
Sammerfeld, armanca xwe ya ji hatine Silêmaniyeyê wiha vedibêje: “Bi hêza min ji jinên kurd û Jineolojiyê girtî hatim vê derê. Bi hatina vê derê re min xwest bibim şahid û şirîkê êşên gelê kurd û tiştên dijîn. Bi taybet jî min xwest dîroka jinên kurd ji nêz ve nas bikim. Em ê van xebatên wan ên ji bo dîroka xwe dane destpêkirin bişopînin, bibin şahid û dixwazim van bi her kesî re parve bikim.” 
 
Bi domdarî Sammerfeld got ku pirsgirêka bingehîn a hemû jinên cîhanê zîhniyeta baviksalar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke jinên li Almanyayê em jî heman pirsgirêkan dijîn. Lewma em jinên li her devera cîhanê bi awayekî girêdayî hev in û ji hev berpirsyar in. Jinenolojî, dike ku em bingeha sedemên pirsgirêkan vekolin. Piştî ku me pirsgirêkên bingehîn dîtin, îcar em çareseriyên rasttir peyda dikin. Têkoşîna jinên kurd li Almanyayê ji nêz ve tê şopandin. Têkoşîna jinên kurd hêza berxwedanê dide min. Hêz û hewldana xwebûnê ya jinan hêzê dide min. Ji bo berxwedana li dijî avadaniya nêrza hêzê dide min. Ev hêz dike ku em bi awayekî cuda li jiyan, xweza û hunerê binêrin.” 
 
Sammerfeld, diyar kir ku dê hem ji bo Jineolojiyê û hem jî ji bo pirtûkxaneyê bixebitin û dê ji dîroka jinên kurd ber bi dîroka jinên cîhanê ve biçin. 
 
LI PEY ŞOPA DÎROKEKE WINDA
 
Hiqûqnasa Helebçeyî Surîş Helebçeyî jî di heman demê de jineke bi nasnameya xwe ya nivîskarî û rojnamegeriyê tê naskirin. Helebçeyî destnîşan kir ku têkoşîneke mezin a jinên kurd heye û wiha got: “Armanca min ew e ku bêhtir bala xwe bidim ser dîroka winda ya jinan. Ev navend dê vê derfetê bide jinan. Pir keyfxweş im, îro rojeke dîrokî ye ji bo hemû jinên kurd ên li hemû parçeyan. Lê ji wê zêdetir tiştekê bibêjim; bejna xwe li ber hemû jinên şehîd ên tevahî parçeyên Kurdistanê ditewînim ku di dîrokî de yan jî di roja me de xebat kirine. Ev roje berhema xwîna wan e.”
 
Bi domdarî Helebçeyî daxuyand ku vê rojê girîngiyeje xwe heye; jinên her çar parçeyan tîne cem hev û her jineke azadîxwaz dikare li vir rastî û çanda xwe nas bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev pirtûkxane dê ji bo dîroka jinan bibe ronahiyek. Weke jinên kurdistanî, em ê di pêvajoya pêş de hemû xebat û lêkolînên xwe li vê navendê bikin. dê jin, dîroka xwe ya rasteqîn li vir hîn bibin. Çawa ku jinên cîhanê bi dîrokê xwe serbilind in, divê em jî ew dîroka xwe ya winda, çi ya dûr çi jî ya nêzîk, divê em vejînin û zagonên nû diyar bikin û li gorî wan bi rê ve biçin da ku em jî wekî hemû jinên cîhanê serbilind bin.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel 

Sernavên din

27/06/2023
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin