Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman piştî navbera çend salan, dê cara 8’an were lidarxistin. Mihrîcan tekane mihrîcan e ku tenê belgefilman nîşan dide û dixwaze bingehekî xurt a belgefilman li Kurdistanê ava bike.

 
Li Amedê sala 2011’an bi pêşengiya Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn, mihrîcana belgefilman a “FilmAmed” heta lidarxistin. Li Kurdistanê mihrîcaneke bi vî awayî ya ku tenê belgefilman nîşan dide, tine ye. Lewma ev mihrîcan mihrîcaneke pirr bi qedr û qîmet e. Festîval heta sala 2019’an jî bi awayekî bi rêk û pêk bi rê ve çû, lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên bakurê Kurdistanê hatin kirin, weke gelek mihrîcanên din ev mihrîcan jî hat betalkirin. 
 
Li gorî nûçeya Ardîn Dîren a di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de; Mihrîcana “FilmAmed” piştî navbera çend salan, îsal bi pêşengiya Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navînû hin saziyên sivîl ji nû ve tê lidarxistin. Mihrîcan dê belgefilmên piştî sala 2020’an hatine çêkirin, qebûl bike û di navbera 27’ê îlonê û 1’ê cotmehê de pêk were. Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman dê cara 8’an were lidarxistin.
  
‘EM NE BI ŞAREDARIYÊN DAGIRKIRÎ RE NE’
 
Sînemavan Metîn Ewr yek ji endamên Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn e. Wî mihrîcan nirxand. Wî sedema betalbûna mihrîcanê û guherîna rewşa siyasî ya li Kurdistanê bi vî awayî şirove kir: “Guherîna atmosfera siyasî bûbû sedem ku dest daynin ser îradeya gel û şaredariyan. Me berê mihrîcana xwe bi hevkariya şaredariyên xwe re çêdikir. Lê piştî dest danîn ser şaredariyan, em bi wan re mihrîcanan çênakin. Ji ber ku mihrîcanên ew çêdikin ne ji bo civakê ji bo xirabkirina civakê, çandê û huner in. Ji ber wê, Mihrîcana FilmAmed ya Belgefilman a 7’an ne bi şaredariyên dagirkirî re, me bi sazî û dezgehên sivîl re çêkir. Piştî mihrîcana 7’an ji ber rewşa aborî, pandemî û ji ber zextên li ser sazî, dezgeh û civakê me navber da mihrîcanê. Ji ber ku di vê pêvajoyê de afirandin û çêkirina film û her wiha belgefilman jî zehmet bû.”  
 
RENGÊ NETEWEYÊN CUDA 
 
Metîn Ewr da zanîn ku Amed bajarekî qedîm ê Kurdistanê ye û ew bi nasnameya xwe ya berxwedêr tê nasîn û bi awayekî xwezayî wekî paytexta Kurdistanê di dilê her Kurdî de cih girtiye. Ewr talan û dagirkirin bi bîr xist û got: “Ev dike ku rengê xwe yê berxwedêr bide mihrîcanê jî. Li hêla din jî li Amedê gelek netewe jiyane û dijîn. Ev jî ji hêla çandê û ziman ve dewlemendiyekê diyar dike. Ev jî dike ku mihrîcan bi pirr dengan û pirr rengan be. Dema em li mihrîcanên din dinihêrin em deng û rengekî cuda nabînin. Ji ber ku Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman, him neteweyî û him jî navneteweyî ye, her civak ango her gel rengê xwe bi rehetî tê de dibîne. Di mihrîcanên heta niha de me ev yek dît. Wexta em li rewşa welêt û atmosfera giştî dinihêrin bi rastî jî tê xuyakirin civak û xweza bi her awayî bê nefes hiştine. Hemû rêyên ragihandinê hatine girtin û her der tê talankirin û dagirkirin” 
 
‘HIZR Û BÎRA TEMAŞEVAN E JÎ’
 
Ewr ji bo rola hunerî û girîngiya Mihrîcana FilmAmedê jî wiha axivî: “Di vir de rola hunerî girîng e, huner dibe ziman, çav û bîra jiyanê. FilmAmed bi belgefilman hafizeyê nade jibîrkirin û hewl dide temaşevan jî li ser bîra ku serdestan tine kiriye yan jî tine dikin, bifikirin. Yanî, ev mihrîcan hizr û bîra temaşevan e jî. Li Kurdistanê kêm mihrîcanên bi vî rengî hene. Dema em li mihrîcanên di nava pergala heyî de dinihêrin, em deng û rengên cuda nabînin. Hemû yekreng in. Ji ber ku bi taybetî belgefilmên pirsgirêkên civakî tînin ziman û radixin ber çavan, yên hişmendiyekê diyar dikin, nihêrînek cuda, azadiya cinsî, têkoşîna jinê, mafên hindikahiyan, zarok, penaber û xwezayê dixin navenda berhemên xwe yan tên sansurkirin yan jî cih nadin wan. Ev rewş girîngiya FilmAmedê hem ji bo sînemaya Kurd û hem jî ji bo xelkê Amedê derdixe holê. Berî demekê, şanoger û muzisyenên vî bajarî jî hatin binçavkirin. Bi taybetî dixwazin vê çandê ji holê rakin. Dagirker dixwazin bi çalakî û mihrîcanên xwe yên sexte çandeke li gora xwe ava bikin. Lewma îro, ev mihrîcan bi serê xwe ne tenê mihrîcanek e, her wiha ew warekî berxwedanê ye jî.”   
 
‘PALPIŞTA ÇÊKERÊN BELGEFÎLMAN’
 
Metîn Ewr da zanîn ku FilmAmed ji bo çêkerên belgefilman palpiştek e û derhênerên belgefilman dikarin pişta xwe bi vê mihrîcanê qewîtir bikin, nexasim jî belgefilmsazên Kurd. Ewr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo sînemaya Kurdî jî helbet wê bandoreke erênî ya mihrîcanê hebe. Belgefilm di sînemayê de forma herî zêde nêzî rastiyan e, warekî girîng e. Lê bi rastî girîngiya ku heq dike nabîne, wek karekî cidî yê sînemayê nayê dîtin. Bi vê mihrîcanê em dixwazin pişta derhenêrên belgefilman bigirin. Û her wiha ji bo ku xebatên wan derhenêran bên dîtin jî ev festîval girîng e. Û di demeke wiha de ku êrişeke berfireh li ser çandê, bîra civakê heye hem belgefilm ji bo parastina bîra mîrov pêdiviyek e hem jî çalakiyên wek vê mihrîcanê.”
 
LI DIJÎ SANSUR Û QEYÛM 
 
Mihrîcana FilmAmed ya Belgefilman di daxuyaniyek ku belav kiriye de jî wiha dibêje: “Weke ku em hemû pê dizanin, rastiyek heye ku mihrîcanên sereke belgefilman, bi taybetî jî yên ku pirsgirêkên civakî ji xwe re dikin mijar, dinirxînin, derdixin pêş, hestiyarî û baldariyekê li hemberî wan pirsgirêkan diafirînin ji nedîtî ve tên û wan nagirin nava bernameya xwe. Di vê çarçoveyê de, di serî de belgefilmên, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hatine sansurkirin û nikarin li cihekî din werin nîşandan dê li mihrîcana FilmAmed’ê werin nîşandan. Em dixwazin bi saya mihrîcanê bingehe nîqaş, nirxandin û parvekerina belgefilman xurttir bikin.”
 
Miracaet 31'ê tîrmehê bi dawî dibin. Belgefilmsaz dikarin bi rêya lînka jêr miracaetên xwe bikin û formê dagirin:
 
 
AKADEMIYA SÎNEMAYÊ YA ROJHILATA NAVÎN 
 
Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) sala 2012’an li Amedê hate avakirin. Komele bi armanca piştgirî û piştevaniya hunermend û hunerhezên sînema, hunerê vîdeo û her cûre hunerê bi dîmenên bi tevger hat damezradnin. Ji bo destekê bide afirandina projeyên çandî û hunerî yan jî hunermendên bi van mijaran re mijûl in û ji bo ev berhemên hunerî bigihîjin civakê, ev komele hatiye avakirin. OSAD di xebatên xwe yên hunerî û çandî de têkoşîna veguherîna civakî esas digire; weke kolektîfa sînemayê bi awayê ku ji bo gelan, baweriyan, nasnameyan û çandan hemûyan bi edalet be û ji bo hemûyan doza azadiya civakî bike, tevdigere.
 
Metîn Ewr wiha behsa kolektîfê dike: "Em di kar û barên xwe yên sînemayê de, pêvajoyeke hevpar û piştgir û di filmên xwe de, helwêsteke di warê azadiya jinê û ekolojiyê de rizgarker esas digirin. Em di filmên xwe de hewl didin bi perspektîfeke pirralî zarok, jin û penaberan û nasname û baweriyên tên çewisandin berbiçav bikin û têkoşîna wan a ji bo hebûnê û pirsgirêkên wan bidin der. Em filmên xwe yên sînemayê, li dijî îndustriyalîzebûna hunerê sînemayê û li dijî yekdestdariya hilberînên sînemayê ku bes di destê hin derdoran de ye, hildiberînin. Li gel vê, em hewl didin ku filmên xwe bigihînin derdoreke berfireh. Em bi parvekirin û nîqaşkirina hilberînên xwe armanc dikin ku xwe bigihînin a herî baş û vê yekê wekî rêgeza sereke ya xebatên xwe yên sînemayê esas digirin."
 
Kolektîf wekî din daniye ber xwe ku bi rêya kargeh û kursan sînemavanên ciwan bê pere, perwerde bike sînemayê ya bê pere; bi rêya organîzekirina komxebat, festîvalên sînemayê, rojên filman, nîşandanên taybet yê filman piştevaniya bipêşxistina hunerê sînemayê dike û dixwaze belgefilman bigihîne girseyên fireh yê civakê. Jixwe peyamên wê yên sereke jî “Li her derê ji bo herkesî sînema” û “em bi hevgirtinê hilberînin, bi hilberînê hevbigirin.”
 

Sernavên din

05/07/2023
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin