Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!

  • rojane
  • 13:50 5 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrîna dagirkirî bi nepoxên sor û spî “navenda çandê” vekir. 

 
Efrîn ji adara 2018’an de ji aliyê Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî ve hat dagikirin. Tirkiyeyê û grûpên girêdayî wê sûcek giran nemaye ku li Efrînê nekirine. Tirkiye û grûpên girêdayî wê perwerdehiya bi kurdî qedexe kirin, navên cade, kuçe, qad û taxên bajêr ên bi kurdî rakirin û kirin tirkî. Efrîn bi alên tirk û posterên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hatiye dorpêçkirin. Demografiya bajarê Efrînê hatiye guhertin. Li Efrînê her roj tacîz, tecawiz, talankirin û revandina mirovan zêde dibe. Polîtîkayên asîmîlasyonê li bajêr hatine kûrkirin. Li aliyê din ev hemû diqewimin lê PDK û ENKS wek ku tiştek neqewîme be û çav li hemû kirinên xerab digire û di navenda van polîtîkayên xerab de cih digire. 
 
BI NEPOXÊN SOR Û SPÎ VEKIRIA NAVENDÊ 
 
Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê di bin navê “navenda çand û hunerê” de navendek vekir. Li gorî dîmenên ku Rûdawê serwîs kirine tê xuyakirin ku; navenda navborî bi nepoxên sor û spî hatiye xemilandin û hin zarokên beşdarî merasîma vekirinê hatine kirin jî ji heman rengî cil li wan hatine kirin. Berpirsê weqfê yê Efrînê Rewac Hacî têkildarî mijarê axivî ye û diyar dike ku wan navendê bi piştevaniya ji Almanya wergirtine navendê vekirine. 
 
ÇI LI EFRÎNÊ QEWIMÎ?
 
Di dema êrişan de zêdetirî 300 hezar kes ji neçarî ji Efrînê derket. Beriya êrişan ji sedî 98'ê nifûsa Efrînê kurd bûn, lê piştî êrişan ev rêje daket ji sedî 20'an. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, li cihên ku kurd jê koçber bûn hêzên paramîlîter û malbatên wan hatine bicihkirin. Li gorî daneyan, di 5 salan de zêdetirî 450 hezar kes li Efrînê û gund û navçeyên wê hatine bicihkirin. Piraniya van kesan jî ji başûrê Îdlîbê, ji Heleb û ji herêma Gûtayê ya Şamê anîne vira. 
 
NAV HATIN GUHERANDIN
 
Tirkiye li hemû sazî û dezgehan kurdî ji holê rakir. Li her derî alên tirk hatin daliqandin û navên gundan, kuçe û kolanan û saziyên giştî kirin tirkî. Navê Qada Azadiyê ku li navenda Efrînê ye, kirin "Qada Ataturk"; navê Xaçerêya Newrozê kirin "Xaçerêya Selahattîn"; navê Xaçerêya Wetanî kirin Xaçerêya "18'ê Adarê"; navê Xaçerêya Kawayê Hesinkar kirin "Zeytîn Dali." 
 
Her wiha navê gundê Qestela Miqdad jî kirin "Selçûk Obasî"; navê gundê Kotana jî kirin "Zafer Obas",; navê gundê Kurzêlê jî kirin "Cafer Obasî." 
 
POSTERÊN ERDOGAN Û ALÊN TIRK
 
Tirkiye û hêzên girêdayî wê ku navê osmaniyan li herêmên kurdan ên stratejîk dikin, ji xeynî alên tirk, wêneyên Serokkomarê AKP'î jî li van deran daliqandine. Li dikan û kuçeyan afîşên tirkî tên daliqandin û deverên prîoz ên êzidiyan jî hatin talankirin. Her wiha ji bo her kesî jî nasnameyên tirkî tên çêkirin. 
 
8 HEZAR Û 595 KES HATIN REVANDIN
 
Li gel polîtîkayên tirkîkirinê, di 5 salên borî de gelek pêkanînên derî mirovahiyê rû dane. Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, hema bibêje her roj mirovan direvînin û wan an dikujin an jî îşkenceyeke giran li wan dikin. Her wiha bi sedan jin jî rastî destdirêjî û destavêtinê hatine. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, daxuyandibû ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê 8 hezar û 595 sivîl revandine û aqûbeta piraniya wan nayê zanîn. Li gorî heman daneyan, di 5 salan de herî kêm 96 jin hatine qetilkirin û 72 jin jî hatine tecawizkirin. 
 
368 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN
 
Tenê ne li hemberî mirovan, li hemberî xwezayê jî talaneke mezin hatin kirin. Di 5 salên dawî de herî kêm 368 hezar darên zeytûnan û darên din hatin birîn. Darên hatin birîn wekî êzing li bazaran hatin firotin. Zêdetirî 17 hezar darên zeytûnan jî hatin şewitandin. Bi vê re 12 hezar hektar qada daristanî hat şewitandin. 
 
Zeytûnên ku Tirkiyeyê dest danîne ser wan, li qada navneteweyî hatin firotin. Li gor belgeyên ku di mijdara 2018'an de hatin belavkirin, di navbera Tirkiye û komên çekdar de protokolek hat îmzekirin ji bo talankirinê. Li gorî protokolê, zeytûnên li herêmê pêşkêşî sermayedarên Tirkiyeyê hatiye kirin û ji vir jî ber bi welatên din ve hatine şandin û firotin. 
 
TALAN
 
Xaniyên bi deh hezaran sivîlên hatin koçberkirin hatin desteserkirin. Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê gelek xanî veguherandin girtîgehan an jî qereqolan. 
 
Cihên dîrokî jî nesîbê xwe ji talanê girtin. Li gorî daneyên Midûriyeta Berhemên Dîrokî ya Efrînê, li bajêr 96 girên dîrokî hebûne. Piraniya van giran hatine kolandin û talankirin. Zêdetirî 28 cihên dîrokî hatin xerakirin. Zêdetirî 15 goristan hatin talankirin. Her wiha goristanekê jî veguherandin bazara heywanan. Rêhesina ku ji gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Racoyê ber bi gundê Kefer Cenê yê Şêrawayê û ji vir jî ber bi gundê Qitmê ve diçû hat rakirin û firotin bazirganên li Ezazê. 
 
ÊRIŞ
 
Cenazeyên YPG'iyên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Avestayê hatibûn veşartin, ji goristanê hatin derxistin. Ajansa Anadolûyê (AA), îdia kiribû ku cenazeyên ji vir hatine derxistin ên kesên ku YPG'ê ew înfaz kirine û wekî "gorên komî" serwîs kiribû. 
 
BINKEYÊN LEŞKERÎ Û GIRTÎGEH
 
Cihên hatin xerakirin, şewitandin û desteserkirin jî an kirin girtîgehan an jî qereqol. Qereqol û girtîgehên hatin çêkirin jî di nava komên paramîlîter de hatin payêkirin. Hin girtîgehên hatine çêkirin ev in: 
 
* Girtîgeha Nakîlê: Avahiya Gihaniyê û Rêveberiyê ya Berê. Ji aliyê hêzên paramîlîter Cebhet El-Şamiye ku ji hikûmeta Şamê veqetiyane tê kontrolkirin. Sivîlên ji Efrînê hatine revandin li vir tên girtin. 
 
* Girtîgeha li gundê Tirindê: Di bin kontrola MÎT'ê de ye. Wekî girtîgeha herî talûke tê binavkirin. Kesên hatine revandin li vir rastî her cure îşkenceya giran tên. 
 
* Girtîgeha Eşrefiyeyê: Di bin kontrola hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye. 
 
* Girtîgeha Kuçeya Vêlatê: Xaniyekî kevn e. Di bin kontrola Ehrar El-Şerqiyeyê de ye. 
 
* Girtîgeha Mehmûdiyeyê: Di bin kontrola hêzên Firqet El-Hemzatê de ye. Bi dehan kes li vir girtî ne. Li 2 odeyên wê jin hene. 
 
* Girtîgeha Edliyeyê: Di bin kontrola Cenhet El-Şamiyeyê de ye. Zarok û jinên hatine revandin li vir tên girtin. 
 
DIBISTANÊN KU VEGUHERANDIN GIRTÎGEHAN
 
* Zindana Dibistana Ezharê ya Efrînê: Di bin kontrola Ehrar El-Şerqiye û MÎT'ê de ye. 
 
* Zindana Dibistana Îtihad El-Erebiyê: Di bin kontrola Cebhet El_Şamiyeyê de ye. Gelek jin li vir girtî ne. Her wiha binkeyeke leşkerî jî li vir heye. 
 
* Zindana Dibistana El-Kerameyê: Di bin kontrola Feyleq El-Şamê de ye. Di hundirê wê de binkeyeke leşkerî jî hatiye çêkirin.
 
* Zindana Dibistana Emîr Xubariyê: Li hemberî Qada Azadiyê ye. 
 
ÎŞKENCE
 
Dibistanên gundên Efrînê jî an wekî binkeyên leşkerî an jî girtîgehê tên bikaranîn. Li navçeya Bilbilê ji 39 dibistanan 27 jê bi temamî hatin xerakirin. Ên mayî jî wekî binkeyên leşkerî tên bikaranîn. Li navçeya Cindirêsê jî hema bibêje 50 dibistan bi temamî hatin xerakirin. Dibistana li navendê jî wekî cebilxaneya hêzên paramîlîter tê bikaranîn. Li van cihên ku veguherandina girtîgehan, kesên girtî bi îşkenceyên giran re rûbirû dimînin. 
 
ROJA NEWROZÊ HATIN KUŞTIN
 
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve, Ferehedîn Osman (43), Îsamîl Osman (38), Mihemed Îsamîl Osman (18) û Mihemed Osman (42) ku dixwestin Newrozê pîroz bikin roja 20’ê adarê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hatin qetilkirin.
 

Sernavên din

08/07/2023
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş