Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin

  • rojane
  • 09:03 10 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de gelek caran destnîşan kir ku xitimandina pirsgirêka kurd di qadên hiqûqî, civakî, çandî û leşkerî de astengiyan derdixe û got ev rewş bi vekirina rêya siyaseta demokratîk pêkan e. 

 
Komara Tirkiyeyê ya ku li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin, di pirsgirêka kurd de bi polîtîkaya îmha û înkarê ket sedsaliya xwe ya duyemîn. Hê jî li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd astengî hene. Her çiqas pirsgirêka kurd herêmî û navneteweyî be jî lê Tirkiye û hêzên hegomonîk bi polîtîkayên “ewlekariyê” nêzî meseleyê dibin. Krîzên heyî yên aborî, siyasî û civakî bi taybetî jî krîzên heyî yên sîstematîk kûrtir dibin. Li ser hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ku di sala 1993'an de dest pê kir, bi hevkariya hêzên kûrewî komployeke navneteweyî li dijî wî kirin. Pêngava yekem a vê komployê, di 6'ê Gulana 1996'an de li Şamê ya Sûriyeyê li dijî mala ku Rêberê PKK'ê Ocalan lê bû, êrişeke sûîqestê pêk hat. Komploya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Abdullah Ocalan bi zextên hêzên navneteweyî li Sûriyeyê dest pê kir, bi komploya navneteweyî berdewam kir. Di encama komploya ku 5 meh berdewam kir de, Rêberê PKK'ê Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ku bi awayek taybet hatiye avakirin.
 
Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê ku 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, lêgerîna xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dewam kir û dest ji israra xwe ya çareseriya demokratîk berneda. Abdullah Ocalan ne tenê di "Nexşerê” ya ku di sala 2009'an de amade kir de, di agirbestên ku ji sala 1993'an û vir ve ragihand, di pirtûkên ku nivîsandin de, di hevdîtinên kêm ên bi malbat û parêzerên xwe de û di "çareseriyê" israr kir. Di navbera salên 2013 û 2015'an de bi şandeya dewletê re gelek caran di hevdîtinên xwe de israra ji bo çareseriyê jî nîşan da. 
 
AKP BI TECRÎDÊ BERSIV DA 
 
Abdullah Ocalan 24 sal in her çiqas di çareseriyê de israr dike jî lê hewldanên wî yên ji bo aştiya mayînde û çareserkirina pirsgirêka kurd ji aliyê îktidara AKP’ê ve bêbersiv hatin hiştin. Îktidara AKP’ê bi girankirin ango dijwarkirina tecrîdê bersiva Ocalan da. 
 
XITIMANDINA LI PÊŞIYA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Abdullah Ocalan ku ji bo rê li ber pêvajoya ku tê meşandin veke samimiyeta xwe her tim nîşan da û bang kir ku Koma Aştiyê ya nû were Tirkiyeyê û di vê pêvajoyê de jî berpirsyariyê bigire ser xwe. Abdullah Ocalan der barê vê bangê de gotibû, “Di siyaseta demokratîk de astengiyek cidî heye. Ev rewş qadên hiqûqî, civakî, çandî û leşkerî jî xitimandî ye. Ji bo pêşî li xitimandina pirsgirêka kurd bê vekirin, pêwîste rê li ber çareserî û siyaseta demokratîk bê vekirin.” 
 
'AKP KURDAN EGLE DIKE’ 
 
Piştî ku endamên Koma Aştiyê hatin girtin û hemû hewldanên wan bêencam man, Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re têkildarî nêzîkatiya dewletê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev nirxandin kir: “AKP her ku dibêje vekirina demokratîk, çareseriya pirsgirêka kurd, lê ev 7 sal in her kesî egle dike. Bi vê yekê rayên zêde girtin. Bi vî awayî hem bala kurdan hem jî bala Ewropa û hem jî bala Amerîka kişandin ser xwe û egle kirin. Lê niha eşkere bûye ku ev tasfiyekirin e û lîstikek e. Divê kurd jî vê yekê baş fêm bikin. Ev polîtîkayên AKP’ê êdî encam nadin. Helwesta CHP û MHP’ê jî tiştekî nû ji civakê re nayne.”
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

11/07/2023
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî