Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e

  • rojane
  • 14:41 12 Tîrmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Oluç diyar kir ku endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e. 

Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Oluç têkildarî rojevên heyî li meclisê daxuyanî da. Oluç, têkildarî polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê axivî. 
 
Oluç, gotina Erdogan a “Ûkrayna endamtiya NATO’yê heq dike” bi bîr xist û wiha got: “Ev mijareke gelek cidî ye ku ne tenê Rûsya û Ûkraynayê, her wiha gelên Tirkiye û Ewropayê jî eleqedar dike. heta niha tu endamên NATO’yê bi êrênî nêzî vê fikrê nebûne. Baş e lê çima Erdogan ev mijar dîsa xist rojevê? Heke Ûkrayna bibe endama NATO’yê, ev tê wateya şerê NATO û Rûsyayê. Jixwe di Lûtkeya Vilniusê de wiha hat gotin; ‘Ûkrayna dikare bibe endama NATO’yê lê ev nayê wê wateyê ku niha bibe endam.’ Jixwe Zelenskî jî bertek nîşan da. Erdogan bi berpirsyartî tevnegeriyaye. Heke Ûkrayna bibe endam, ev tê wateya şerê Rûsya û NATO’yê anku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê.” 
 
ÇI ELEQEYA NATO Û YE’YÊ HEYE? 
 
Îktîdar dibêje, ‘endamtiya YE’yê ji NATO’yê re derbas dibe.’ Tirkiye bi sala ye endama NATO’yê ye lê çima nekarî bibe endama YE’yê? Ma niha hate bîra we. Ev mijar jî Erdogan derxist. Mirov nizane dê vê rewşê çawa binirxîne. Gotinên xwe binpê dikin û ji bo vê weke serkeftinê nîşan bidin jî çîrokên wiha diafirînin. Gelo bi rastî jî hûn endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) dixwazin? Em jî dixwazin lê ji bo vê divê hûn bi Krîterên Kopenhagê bikin. Lê we li şûna wan krîterên Enqereyê ragihandin. Erdogan di sala 2017’an de li vê meclisê got ‘tu bendewariya me ji endamtiya YE’yê nîne.’ Li şûna Krîterên Kopenhagê we qeyûm tayîn kirin. bi biryarên DMME’yê nekirin û girtîgeh bi girtiyên siyasî tije kirin. We rojnameger xistin hefsê, televîzyon bi cezayan fetisandin, weşanger girtin, êrişî Dayikên Şemiyê kir, doza girtina HDP’ê vekirin û rê li ber siyaseta demkratîk a kurd girtin. 
 
ENDAMTIYA YE’YÊ GIRÊDAYÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E 
 
Heke hûn bixwazin gavan biavêjin, pêşniyarên me hene. Werin Wezareta YE’yê dîsa karîger bikin, muzakereyan bi rêk û pêk bimeşînin, gavan biavêjin û reformên cidî bikin. Heke hûn di van mijaran de gavan biavêjin em ê piştgiriyê bidin we. Divê hûn di çarçoveya Krîterên Kopenhagê de gavan biavêjin. Anku divê hûn demokratîk bibin, li gorî hiqûqê tevbigerin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd serî li rêbazên demokratîk û aştiyane bidin. Divê hûn li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî gavan biavêjin. Rêya endamtiya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e.”
 

Sernavên din

14/07/2023
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin
15:24 Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
15:22 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê: Polîtîkayên dijminantiya jinan tundiyê zêde dike
14:43 Çalakgerên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hin bajaran hatin bibîranîn
14:18 Îdianameya Merdan Yanardag hate qebûlkirin
14:18 Li Zapê bi bombeyên taktîk nukleer êriş hatin kirin
13:43 Li Hindistan û Pakistanê baranên musonê: 191 kes mirin
12:53 Di lêpirsîna kuştina Temel de hejmara girtiyan bû 3 kes
11:48 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn: Çirûskên we gihîştin bi milyonan
11:34 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Hewlêrê di roja 58’an de didome
11:14 Ji ber doza hevjînê wî, nasnameyê nadinê
10:47 Li Mêrsînê 11 kes hatin binçavkirin
10:46 Derheqê 54 parêzerên piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî lêpirsîn hate vekirin
10:36 Sercerdevanê Mûsa Çelîk qetil kirî tenê 20 mehan girtî ma
10:17 Li Licê îşkenceya li şivanan hatiye kirin: Necezakirin rê li ber bêperwatiyê vedike
09:44 Me xwe gihand dîmenên lêkolîna cihê bûyerê ya komkujiya malbata Şenyaşar
09:05 Şahidên 14'ê Tîrmehê: Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Dewlet hiqûqa xwe binpê dike
09:01 ‘ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere'
09:01 Bi birîndarî hat girtin, 31 salan girtî ma: Em deyndarên gelê xwe ne
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
13/07/2023
19:08 Dibe ku li Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan
18:47 Dadgeha Bilind daxwaza ji bo berdana Can Atalay red kir
18:29 2 HDP'î hatin girtin
18:21 Du keçên êzdî piştî 9 salan hatin rizgarkirin
17:52 Banga ji bo tevlîbûna civîna gel a li Geverê
16:35 23 sal û 4 meh ceza li kesên êrişî avahiya HDP’ê kiribûn hat birîn
16:24 Gotinên dawî yên leşkerê digotin ‘bi teqezayî mirî ye’: Ji mirina me fermandar berpirsyar e
15:38 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in
14:30 Tecrîd li Wanê hate protestokirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:06 KCD ji bo hevrûbûna qetlîama Geliyê Zîlan banga avakirina komîsyona heqîqetê kir
13:35 ‘TMO randevûyê nade cotkaran’
13:16 Tabelaya Parka Hafiz Akdemîr bi mehane nayê nûkirin
12:53 Jinek li Îzmîrê hat qetlkirin
12:52 Dag û Er 57 roj in li dijî binpêkirinan di greva birçîbûnê de ne
12:44 Pêşniyarqanûna ji bo Komkujiya Zîlanê: Bila bibe ‘Roja Bîranîn û Şînê’
12:38 Çepên Kesk û HDP: Sûcên li dijî zarokan zêde dibin, tedbîr bigirin
12:31 Di doza Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak de dê mutalaa bê dayîn
11:41 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
11:34 Qala remza têkoşînê Alî Çîçek kir: Em bi têkoşîna wan bêhnê distînin
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:40 Ji bo girtiyê nexweş Ozturk kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
10:38 Tenê 2 sal ceza li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştibû hat birîn
10:38 Li Mêrdîn û Şirnexê zem li avê hate kirin
10:04 Li Dîlokê bekçiyan kesek kuşt
10:03 Sarisozen: Di Lûtkeya NATO’yê de ji bo êrişan peyamên erênî hatin dayîn
10:03 Şahidên Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Ji bo şoreşgeran bû mînak, peyam berxwedan bû
09:23 Zeyneb Murad: Divê em di sedsaliya Lozanê de tecrîdê bidin rakirin û yekitiya neteweyî ya kurd ava bikin
09:06 Li Girtîgeha Şakranê ferzkirina 'şerîatê'
09:05 Biraziyê Bişar Yazici: ATK girtiyan ber bi mirinê ve dişîne
09:04 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe
09:02 Pirsûs di bin toz û dumana qeyûm de maye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
12/07/2023
22:36 Rojnamevan ji girtîgehê derketin
22:14 Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:10 Li Zurîhê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin
19:46 NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e
18:00 Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtîî ye, hat şewitandin
16:58 Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn
16:57 Parêzerên rojnamegeran: Bi dosyayê hatiye lîstin
16:29 Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan