Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast

  • rojane
  • 10:53 15 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Hevserokê DFG'ê ku hate tehliyekirin destnîşan kir ku bi operasyonan dixwazin Çapemenya Azad bêdeng bikin û wiha got: "Di dema darizandinê de me rûmeta rojnamegeriyê parast. Me hem îdia hem jî jî helwestên wan vala derxistin."

Di çarçoveya operasyoneneke li Amedê de 13 meh berê 15 rojnameger hatibûn binçavkirin û piştre jî biryara girtina wan hate dayîn. Rojnameger di danişîna yekem a di 11 û 12'ê tîrmehê de hatin tehliyekirin. Hevserokê Komeleye Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û rojnameger Mazlûm Dogan Guler zextên li ser rojnamegeriyê nirxandin.
 
'ARMANC BÊDENGKIRINA ROJNAMEGERAN BÛ'
 
Altan diyar kir ku operasyona li dijî rojnamegeriyê  hatiye lidarxistin bi helwesta bêbandorkirina rojnamegeriyê û veşartina rastiyan e. Altan, da zanîn ku ev pêvajo ji hêla azadiya rojnamegeriyê ve şermezarî ye û wiha got: "Me tim anî ziman ku armanca vê operasyonê bêdengkirina rojnamegeran e."
 
Bi domdarî Altan destnîşan kir ku armanca van operasyonan, di demeke kurt de derket holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev pêvajo ji me re wek ezmûnekê derbas bû. Armanc bêdengkirina rojnamegeriyê bû û ez bawerim em jî, ji vê ezmûnê baş derketin. Ji ber ku em û hevalên me yên li derve qet bêdeng neman. Me gotibû ku dê pênûsa me li erdê nemîne, hevalên me yên li derve dê çi hewce be, ew ê pêk bînin. Bi rastî hem berteka cemaweriya girtî nîşan daye hem jî berteka hêla rojnamegeran, ev operasyon vala derxist. Helbet dê tola xwe bistandibûna, ji ber wê em heta demekî dirêj di bin çavan de hatin ragirtin."
 
'ME RÛMETA ROJNAMEGERIYÊ PARAST'
 
Di berdewamê de Altan destnîşan kir ku dozger îdianame di 0 mehan de amade kir û wan heta 10 mehan jî nedizanîn bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Altan, anî ziman ku piştî îdianameyê wan dîtiye ku naveroka îdianameyê vala ye û bi helwesteke darizandina rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Altan, wiha pê de çû: "Îdianameyeke vala hatibû amadekirin. Piştî ku em 13 meh şûnde derketin pêşberî dadger, em di pozîsyona parastina rojnamegeriyê de man. Ji ber ku ew bi helwestekî polîtîk nêzî me bûn, dê me jî bersiveke polîtîk dabûya. Me anî ziman ku rûmeta rojnamegeriyê tê darizandin û me jî rûmeta rojnamegeriyê parast. Bi vî awayî derket holê ku çapemeniya azad di pozîsyoneke çiqas girîng e de ye. Rojnamegerî nayê darizandin û bindestkirin. AKP xwest ku rojnamegeriyê biçewisîne û rûmeta wê bixe bin piyan, lê belê ya ku hewcehî pê heye rojnamgerî û medyaya azad e. Em ê tim bibin parastvanê vê yekê bin. Çawa ku em heya niha bêdeng neman, em ê ji îro şûnde jî bêdeng nemînin."
 
'DIXWAZIN DI GIRTÎGEHÊ DE ÎRADEYÊ TESLÎM BIGIRIN'
 
Altan, bal kişand ser şer û mercên girtîgehê û wiha derbirî: "Girtîgeh wek cihên 'teslîmgirtina îradeyê' tên amadekirin. Di 40 salên derbasbûyî de pergal negûheriye. Ev der weke cihê teslîmgirtina îradeyê hatine amadekirin. Hemû rêbazên wê li ser vê yekê ne. Bi tiştên biçûk dest pê dikin lê belê armanca mezin teslîmgirtina îradeyê ye. Li dijî vê yekê di girtîgehan de têkoşîneke bihêz heye. Bi vê têkoşînê ev daxwaza îrade teslîm girtinê vala derdikeve."
 
'HEWCEHÎ BI PIŞTGIRIYÊ HEYE'
 
Altan anî ziman ku divê binpêkirinên li girtîgen tên meşandin zêdetir di rojevê de bimînin û wiha got: "Divê piştevaniya malbatên girtiyan bê xurtkirin. Ji ber ku di girtîgehê de têkoşîneke xurt heye divê li derva jî ji vê têkoşînê piştgiriyeke mezin derkeve holê. Divên çavê me li girtîgahan be û em guhê li girtîgehan negirin. Hewcehî bi piştgiriya hevalên li girtîgehê û bi malbatên wan re heye."
 
'EM Ê CIHÊ LÊ MABÛN BERDEWAM BIKIN'
 
Rojnameger Guler jî da zanîn ku wan nezaniye bê ka ew çima 8 rojan di bin çavan de hatine ragirtin û diyar kir ku bêhiqûqî li wan hatiye kirin. Guler, bi lêv kir ku heman bêhiqûqî di pêvajoya dozgerî û dadgeriyê de jî dom kiriye û axaftina xwe wiha qedand: "Em li benda berdanê bûn. Lê bi hincetên weke 'destûra dozger, betlaneya edlî' û hwd. ev pêvajo hate dirêjkirin. Em bi awayekî derhiqûqî 13 mehan di girtîgehê de man. Heke em nebûna jî dê hevalên me bi awayekî karê heyî bidomanda. Çapemeniya azad bêdeng nabe û dê bêdeng nebe. Em jî dê ji cihê ku lê mane, berdewam bikin."
 
Mazlûm Dogan Guler
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

18/07/2023
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin
15:24 Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da