Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin

  • rojane
  • 14:56 15 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Girtiya nexweş Halîse Aksoy ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin, tevî xetereya krîza dil jî di dema sewqa nexweşxaneyê de kelemçe lê hate ferzkirin. Parastvanên mafên mirovan xwestin ku Aksoy di zûtirin demê de were berdan û tedawîkirin. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Komîsyonê, di hefteya 590’an de li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser girtiya nexweş Halîse Aksoy ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin. Parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiya nexweş Halîse Aksoy berd in” hatin vekirin. Her wiha beşdaran dirûşm berz kirin. 
 
‘BINPÊKIRIN ÊDÎ BÛNE TIŞTÊN JIRÊZÊ’
 
Daxuyanî, ji hêla endamê ÎHD’ê Yavûz Okuçoglû ve hate xwendin. Okçuoglû, da zanîn ku li gorî serlêdanên malbatên girtiyan ji bo komeleya wan kirine, binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û wiha domand: “Saziyên bi vê mijarê re eleqedar jî bêdeng in. Ji ber vê bêdengiyê, li girtîgehan sepanên weke îşkence, miameleya xerab, şewitandina înfazan, qedexeya peywendiyan, cezayên hucreyê û hwd. veguherîne bûyerên ji rêzê. Yên li hemberî van pirsgirêkan bêdeng dimînin, her wiha faîlên van sûcan jî bi necezakirinê xelat dikin û rê li ber sûcên nû vedikin. Bi taybet jî bêhelwestiya li hemberî girtiyên nexweş, êdî veguheriye tiştekî deraqilî.” 
 
DI DEMA SEWQÊ DE KELEMÇE TÊ FERZKIRIN
 
Okçuoglû, da zanîn ku girtiya nexweş Halîse Aksoy li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin û ev tişt anî ziman: “Nexweşiyên weke qelewî, hipertansiyon, dil û hêj gelek nexweşiyên din pê re hene. Tevî vê rewşê jî rêveberiya girtîgehê pir sersar nêz dibe. Ji ber qelewiyê, xetere heye ku Aksoy kor bibe. Li gel ku du caran emeliyat bûye jî rewşa wê baş nebûye. Di nava van 3 mehên xwe yên girtî de du caran ji ber krîza dil rakirine nexweşxaneyê. Lê belê di dema sewqkirinê de kelemçe lê hatiye ferzkirin. Bi tedawiyên demkî re dîsa li girtîgehê hatiye vegerandin.” 
 
‘AMBULANS HATE SEKINANDIN’
 
Bi domdarî Okçuoglû destnîşan kir ku rewşa Aksoy cara ewil di 19’ê hezîranê nebaş bû û rakirine revîrê û wiha got: “Ji ber îxtîmala ku dibe di kêliyê de krîza dil derbas bike, bijîşkê wê xwest sewqî nexweşxaneyê were kirin. Tevî vê yekê jî heta demekî dirêj di ambulansê de bi awayekî destkelemçekirî hate hiştin. Kelemçeyên wê li nexweşxaneyê jî nehatin derxistin. Piştî emeliyatê, her tim çavên wê tije rondik dibûn. Neçar dimîne ku di her kêliyê de çavên xwe paqij bike û ji bo vê jî xwest ku kelemçeyên wê bên derxistin. Lê belê nehate derxistin. Kekê wê wiha dibêje; ‘Êdî hatin û çûna wê ya nexweşxaneyê jî veguheriye îşkenceyê.’ Aksoy, di 23’yê hezîranê de dîsa bi xetereya krîza dil re rû bi rû ma û rakirin nexweşxaneyê. Lê belê tedawiyeke demkî kirin û şandin girtîgehê.” 
 
BANGA BERDANÊ KIR
 
Okçuoglû, daxuyand ku nexweşiyê Aksoy rê nadin ku bikare di nava şert û mercên girtîgehê de bimîne û axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa wê giran dibe û gef li ser jiyana wê heye. Banga min ji bo hemû rayedar û saziyên têkildar ew e ku Aksoy tavilê were berdan û bê tedawîkirin.” 
 

Sernavên din

18/07/2023
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin
15:24 Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da