‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’

  • rojane
  • 09:02 17 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Rojnamevanên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî 400 roj di girtîgehê de man, diyar kirin ku di çarçoveya operasyoneke mîzansen de hatine girtin û wiha gotin: “Em ê li ser şopa heqîqetê bin.” 

Rojnamevanên mrıe di 16’ê hezîrana 2022'yan de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di çarçoveya operasyona li dijî Çapemeniya Azad a navenda wê Amed de hatibûn girtin, 15 rojnamevan di danişîna ewil a piştî 400 rojan hate lidarxistin de hatin berdan. 
 
Zeynel Abîdîn Bûlût, Sûat Dogûhan û Ramazan Gecîken ên ji girtîgehê derketin diyar kirin ku bi girtinan dixwazin rojnamevaniyê di bin zextan de bihêlin û destnîşan kirin ku wê li dijî hemû zextan şopa heqîqetê bidomînin. 
 
OPERASYONEKE MÎZANSEN
 
Zeynel Abîdîn Bûlût bi lêv kir ku di encama operasyoneke mîzansen hatin girtin û anî ziman ku armanca desthilatê bêdengkirina Çapemeniya Azad e. Bûlût, diyar kir ku ji ber vê armancê hatin girtin û wiha got: “Bi girtina me xwestin bêdengiyekê biafirînin. Her wiha hewldan bi rêya me rojnamevanên mûxalîf jî bitirsînin. Bi girtina me rewşa xwedî derketina çapemeniya azad û çapemeniya kurd derket holê. 
 
Bûlût, destnîşan kir ku piştevaniya bi Çapemeniya Azad re bû çavkaniya moralê û anî ziman ku domandina xebatan a hempîşeyên wî polîtîkaya tirsê ya desthilatê pûç kirin. 
 
POLÎTÎKAYÊN 12 ÎLONÊ
 
Bûlût, diyar kir ku îşkence û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên piştî darbeya 12'ê Îlona 1980’yan li girtîgehan ketine meriyetê dewam dikin û got: “20 rojan em tecrîd kirin. Pişt re jî em sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê hatin kirin . Ji xwe midûr got; ‘gumanên me hene, em naxwazin li ser we derve were agahdarkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî hebû. Xwestin weke Esat Oktay Yildiran zextê bikin, lê hevalên me li dijî vê li ber xwe didin. Dema em derketin, hevalên li girtîgehê gotin ku ew bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û vîna wî ruhî bi wan re heye.” 
 
BERXWEDANA ÇAPEMENIYA KURD
 
Bûlût, anî ziman ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser civakê bi rêya rojnamevanan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji Rojnameya Kurdistanê bigirin heta salên 90’î em di îşkenceyan re derbas bûn û bi dehan hevalên me hatin qetilkirin, gelek hatin girtin, bi dehan saziyên me hatin girtin. Di her serdemê de çapemeniya kurd hate ber devê qirkirinê û bû hedef. Çapemeniya kurd li dijî van hemûyan bi serbilindî li ber xwe da. Mîrateyeke berxwedanê ku me ji Mûsa Anter û Gûrbetelî Ersozan wergirtiye heye. Ev çanda berxwedanê, destûr nade ku polîtîkayên desthilatê serbikevin. Ev berxwedan û kevneşopî wê di çapemeniya kurd de bidome.”
 
‘EM JÎ DÊ BEDEL BIDIN’ 
 
Rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût
 
Bûlût, bi lêv kir ku bi girtina wan dihate xwestin ku Çapemeniya Azad bê darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwestin bêdengiyê biafirînin. Xwestin gelê kurd bi darizînin. Hewl dan polîtîkayên li ser civakê dimeşînin bi ser me rewa bikin. Îro rastiya kurd, Kurdistan û Çapemeniya Azad heye. Divê ev bên qebûlkirin. Heke ev neyên qebûlkirin ev pirsgirêk wê sed salên din jî berdewam bike. Ne em kî tê bila bê wê ev têkoşîn bi vî rengî bidome. Apê Mûsa jî bi dayîna canê xwe ev têkoşîn da. Gûrbetelî Ersoz jî bedel da, em jî dê bidin, wê nifşên piştî me jî bedel bidin. Heta ku rastiya kurd neyê qebûlkirin wê ev berxwedan bidome.”
 
‘HÛN NIKARIN RASTIYA KURD VEŞÊRIN’ 
 
Bûlût, anî ziman ku heta ku rastiya kurdan neyê qebûlkirin wê têkoşîn bidome û wiha lê zêde kir: “Hûn nikarin bi bêdengkirina rojnamevanan re rastiya kurd û Kurdistanê veşêrin. Heke hûn nikarin rastiyan veşêrin wê demê divê hûn qebûl bikin. Tê wê wateyê ku hûn ê ji polîtîkayên xwe yên dijmitaniya li dijî kurdan paş ve gavê biavêjin. Tê wê wateyê ku hûn ê ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan paş ve gavê biavêjin. Hûn ê ji polîtîkaya pişaftinê paş ve gavê biavêjin.”
 
Bûlût, destnîşan kir ku tevî zextan jî wê xebatên xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em duh li dijî van polîtîkayan bêdeng neman em ê sibê jî bêdeng nemînin. Çapemeniya Azad li dijî van polîtîkayên li dijî gel wê tu caran bêdeng nemîne. Kî ava vê berxwedanê vexwe, wê vê xebatê vê rastiyê bidomîne. Çapemeniya kurd wê tu caran ji vê yekê paşve gavê neavêje. Em ê têkoşîna Çapemaniya Azad ku kevneşopiya wê ya berxwedanê heye, ji cihê lê mayî bidomînin.”
 
‘ZEXT BÊENCAM MAN’
 
Rojnamevan Ramazan Gecîken jî diyar kir ku her demê li dijî Çapemeniya Azad zext hene û wiha got: “Weke dozên beriya niha me nîşan da ku ev jî bêencam e. Pêvajoya girtinê ya ji 8’ê hezîrana 2022’yan ve di kesayeta me de ji bo malbatên me weke ceza hate birîn.”
 
‘EM NE BERSÛC, DOZDAR IN’ 
 
Rojnamevan Ramazan Gecîken
 
Gecîken, bal kişand ku xebatên wan ên pîşeyî bûne mijara îdianameyê û wiha berdewam kir: “Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku dosyayeke bi darê zorê hatiye amadekirinê ye. Di kevneşopiya Çapemeniyê de ev îdianame û dozên bi darê zorê her tim hebûne. Encamekê bi dest naxin. Ji ber ku em mirovên ku karê xwe dikinin. Em di nav Çapemeniya Azad de dixebitin. Heta ku dosyayên bi darê zorê hebin aşkereye ku heq, hiqûq û edalet nayê vî welatî.”
 
Gecîken ê got “Em ne bersûc in em dozdar in” axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hevalên ku piştî me hatin girtin jî hebûn. Em derketin lê em xemgînin. Di girtîgehê de hêj hevalên me yên rojnamevan ku tenê ji ber karê xwe dikirin û di nav Çapemeniya Azad de cih digirtin hene. Em dixwazin ew jî demildest bên berdan, azad bin û bên ser karê xwe.”
 
‘EM Ê LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ BIN’
 
Rojnamevan Sûat Dogûhan
 
Rojnamevan Sûat Dogûhan jî bi lêv kir ku bi girtina wan re hat xwestin ku rojnamevaniya kurd bê darizandin û wiha got: “Darizandineke ku bi temamî ji ber xebatên me yên pîşeyî û rojnamevaniyê bû. Ji ber ku dixwazin li Tirkiyeyê medyayeke yek deng ava bikin. Tehamûlî tu dengan nakin. Ev dozeke ji ber bêtehamuliyê bû. Piştî ku em 13 mehan girtî man encax me hawîrdoreke ku bikarin xwe lê îfade bikin dît. Em bi vî awayî hatin berdan. Hêj jî bi dehan rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine di girtîgehê de ne. Divê demildest rojnamevanên girtî bên berdan. Rojnamevanî di heman demê de lêgerîna heqîqetê ye. Em ê ji niha û şunde jî li ser şopa heqîqetê xebatên xwe bidomînin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

18/07/2023
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin