Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!

  • rojane
  • 09:03 17 Tîrmeh 2023
  • |
img

RIHA - Kesên ku xwe weke polîsên TEM’ê dan nasîn kîs xistin serê Mazlûm Çelîk ê 24 salî û ew revandin. Çelîk ê ku polîsan di şikeftekê de 11 saetan îşkence lê kirin diyar kir ku kesên ew revandine gorek ji bo wî kolan e û gefa kuştinê lî wî xwarin e û jê re gotine, “Em ê cilên gerîla li du polîsan bikin û li cem te wêneyan bikişînin.”

 
Li Rihayê Mazlûm Çelîk ê 24 salî ku ferzkirina sîxurtiyê ya polîsan qebûl nekir, piştî ku kîs xistin serê wî ew revandin û wî birine şikeftekî û 11 saetan îşkence lê kirin e. Kesên ku xwe weke “polîsên TEM’ê” dan nasîn di 14’ê tîrmehê de kîs xistin serê Çelîk ê bavê 3 zarokan e û li Pasaja Kapakli ya li navçeya Halîliyeyê tiştên elektronîk difiroşe û ew revandin. Çelîk ê li şikefteke nayê zanîn ka li ku ye îşkence lê hate kirin û bi kolandina gorê bi kuştinê gef lê hate xwarin, piştî îşkenceyê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan rapora îşkenceyê wergirt. 
 
Di rapora ku bijîşk daye Çelîk de wiha hate gotin: “Li herêma rastê ya stûyê wî 3 xêzik, di nava pişta wî û milê wî yê çepê de şînbûyîn, di zendên wî yên çep û rastê de xêzik û sorbûn, di her du lingên wî de werimîn û şînbûyîn, di kemaxa wî ya rastê de 3 şopên daran û li her du kemaxan ber bi hundir ve ji nîviyê zêdetir şînbûyîn heye.”
 
JI TEM’Ê GERIYAN: TU YÊ JI ME RE BIXEBITÎ!
 
Çelîk ê îşkence lê hate kirin, tiştên ku hatine serê wî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Çelîk, diyar kir ku beriya hefteyekê bi hinceta derbarê wî de gilî heye ji Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Rihayê gazî îfadeyê hatiye kirin û wiha got: “Di heman rojê de ez çûm îfade da û derketim. Li wir nimreya min wergirtin û gotin ‘em ê li te bigerin’. Du roj derbas bûn, nimreyek li min geriya û gotin ‘ji niha û pê ve ez ê bi wan re bixebitim’. Min jî qebûl nekir û bertek nîşanî wan da.”
 
LI ŞIKEFTÊ BI CEYRANÊ ÎŞKENCE LÊ KIRIN
 
Çelîk, da zanîn ku di 14’ê tîrmehê de danê nîvro 3 kesên li ser Cadeya Maşûk û Ataşehîrê ji wesayîtekê peya bûn, kîs xistin serê wî û ew revandin e û tiştên hatin serê wî wiha vegot; “Bi darê zorê ez li wesayîtê siwar kirin. Ez birim şikefteke ku nizanim ka li ku derê ye. Ewilî du kes bi min re axivîn pirsa ka têkiliya min bi rêxistinê re heye an na kirin. Min jî got tu têkiliya min nîne. Her cara ku min digot nîne zêdetir li min dixistin. Bi ceyranê îşkence li min kirin. Di şikeftê de gorek kolan û gotin heke ez bi wan re nexibitim dê min têxin wê gorê. Kesên ku ev tişt gotin, bi lêv kirin ku heke min li wê derê veşêrin wê kes cenazeyê min jî nebîne, dadger û dozger jî girêdayî wan in û ew dewlet in. Dû re hejmara wan zêde bû. Bi xortûmê li min dan. Piştî destên min kelemçe kirin, bi navber dayîna ceyranê domandin. Ji kesekî di nava xwe re digotin ‘başkan’. Ew kesê jê re digotin başkan digot ‘guleyekê li serê wî bixin, nedin axaftin’. Kesê ku jê re digotin başkan wiha got: ‘Piştî me gule li serê te xist, em ê nîşeyekê deynin li cem te û binivîsîn ku dawiya xayînan dê wiha bibe’. Heta digot ‘em cilên gerilayan li du polîsan bikin û li cem te wêneyan bikişînin'. Gotin hesane ku ji civakê re vebêjin rêxistinê ez kuştim e û dikarin her cure senaryoyan binivîsin. Ji min re çi gotin min dengê xwe dernexist. Danê nîvro dora saet 12.00’an ez revandim û heta saet 23.00’yan îşkence li min kirin. Bi şevê dereng min berdan û ji min re gotin heke ez giliyê wan bikim wê dîsa min birevînin û guleyekê li ser min bixin. Ji min re gotin ‘hefteyekê bêhna xwe veke em ê dîsa te bibînin'.”
 
QEREQOLÊ GILÎ NEGIRT
 
Çelîk, bi lêv kir ku dema ew li cihê lê hate revandin hate berdan, ji ser hişê xwe çûbû û wiha berdewam kir: “Piştî min berdan, nîv saetê ji ser hişê xwe çûbûm, piştî hatim ser hişê xwe bi darê zorê gihiştim malê. Min heta serê sibê bêhna xwe vekir, dotira rojê min ji nexweşxaneyê rapora lêdanê wergirt, bi bavê xwe re ewilî çûm Qereqola Şehîtlîkê ya navçeya Halîliyeyê lê giliya min negirtin. Kesên li qereqolê ji min re gotin ‘ev TEM’e kes nikare van, me tev li nekin’. Em çûn miduriyeta polîsan a li navçeya Karakopruyê, li wir jî heman bersiv dan. Giliyê me negirtin û ji me re gotin divê hûn biçin cem dozger. Li her du qereqolan jî parastina TEM’ê kirin.”
 
Çelîk, diyar kir ku li dijî îşkenceya li wî hatiye kirin ew ê serî li rêxistinên hiqûqê yên li bajêr bide û ew ê li dozgeriyê giliyê wan kesan bike û wiha bi lêv kir: “Ji niha û pê ve çi pêwîst be ez ê bikim. Ji bo ku kesên îşkence li min kirine bên dîtin û cezayê ku heq dikin bistînin, ez ê tişta ji destê min bê bikim. Ez ji kesî natirsim. Divê îşkence bê ceza nemîne.”
 
‘BERPIRSYAR DEWLET E’
 
Bavê Çelîk, Cengîz Çelîk (52) ê li gundê Mircan ê girêdayî navçeya Karakopruyê karê çandiniyê dike jî diyar kir ku wê giliyê wan kesan bikin û wiha got: “Beriya du rojan bi şev bûka min li min geriya û got li kurê min dane. Ez jî di heman saetê de hatim Rihayê. Em duh bi hev re çûn nexweşxaneyê û me rapora lêdanê wergirt. Em çûn Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê nebûn alîkar. Gotin nikarin bi TEM’ê re mijûl bûn, ev yek ne karê wan e. Em çûn Qereqola Polîsan a Karakopruyê jî me heman bersiv girt. Tiştek bi serê kurê min were berpirsyarê wê dewlet e û Waliyê Rihayê ye. Em ê li her derê ku pêwîst bike serlêdanan bikin. Em serî li dadgehê jî bidin. Em gilî bikin. Çi ji destê me were em ê bikin, em ê li pey doza xwe bin."
 
Çelîk ê îşkence lê hate kirin serî li Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Rihayê dan û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir. Çelîk, her wiha wê îro biçe Edliyeya Rihayê û serî li dozgeriyê bide û giliyê kesên îşkence li wî kirine bike.
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

18/07/2023
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin