Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne

  • rojane
  • 09:17 19 Tîrmeh 2023
  • |
img
BEDLÎS - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp ragihand ku gundên Xîzanê bi awayekî ketûber tên bombekirin û got ku armanc ew e herêm ji mirovan bê xalîkirin. 
 
Li gundên Xûlepûr û Kekulan ên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve di 2'yê tîrmehê de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û piştî qedexeyê dest bi êrişan hatibû kirin. 
 
Qedexeya ku di 15'ê tîrmehê de li herêmê hatibû dubarekirin û hê jî didome. Piştî qedexeyê herêm bi rojan re tê bombekirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp û Huseyîn Olan jî di nav de şandeyek çû gundên bi rojan e di bin êrişê de ne û der barê qedexeyê û êrişan de agahî ji welatiyan girtin. 
 
DAR HATIN BIRÎN, ERAZÎ HATIN TALANKIRIN
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp, ragihand ku qedexeya derketina 10 gundan dihewîne, lê belê liv û tevgera leşkerî herî zêde li gundê Xûlepûrê heye. Gokalp diyar kir ku ketina wan a gund bi hinceta "operasyona leşkerî" hatiye astengkirin û got ku piştî vê demildest "herêma ewlehiyê ya taybet" hatiye ragihandin. Gokalp diyar kir ku di 16'ê tîrmehê de li gundan hin lêkolîn kirine û hevdîtin bi gel re kirine û got ku di dema qedexeya derketian derve de zeviyên gundiyan zirareke mezin dîtiye. Gokalp da zanîn ku di dema qedexeyan de leşker bi wesyaîtê zirxî di nava zeviyên welatiyan re derbas bûne û got: "Hema darên wan hatine birîn hem jî zeviyên wan hatine talankirin." 
 
AMADEKARIYÊN AVAKIRINA BINKEYA LEŞKERÎ
 
Gokalp diyar kir ku li herêmê amadekariyên avakirina binkeya leşkerî tê kirin û got: "Dixwazin herêmê veguherînin binkeyeke leşkerî. Ji bo binkeyên ku berê li wir hatine çêkirin herêmê baş bibînin darên li geliyê bi temamî hatine birîn. Herêm di bin navê operasyonê de hatiye talankirinç Me dît ku bi vî awayî qadên jiyanê yên welatiyan tên tengkirin. Ji lew re fotokapan li herêmê hatine bicihkirin. Mirov ji ber gefxwarina ewlehiyê de nikarin herekt bikin."
 
HERÊM TÊ BOMBEBARANKIRIN
 
Gokalp ragihand ku herêm dem bi dem tê bombebarankirin û got: "Welatiyan got ku ji ber bombeyan hindik maye camên xaniyên wan bişikên û bi şev nikarin rakevin. Welatiyên li herêê pir bifikar in. Gava hûn bi mirovan re biaxivin hûn ê wê fikar û qilqiliyê bibînin. Herêm bi ketûber tê bombekirin. Ji hin bombeyên hatine avêtin çend jê neteqiyane. Ew bombe li qadê ne û cihê talûkeyeke mezin in." 
 
HEWLDANÊN JI BO KOÇBERIYÊ
 
Gokalp bilêv kir ku zextên li Xîzanê tiştên di salên 90'î de bibîr dixin û got: "Piraniya gundiyên Xîzanê piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Ji taybetmendiyeke sereke ya vê polîtîkaya şer jî xalîkirina herêmê ye. Wextekê çawa mirov ji gundan ber bi bajaran ve dihatin koçkirin biha jî heman tişt tê kirin. Em dibînin ku li gundên nêzî desthilatê ne tiştekî wiha tune ye. Mudaxileyên bi vî rengî li gundên ku helwesta wan a polîtîk zelal e tên kirin." 
 
Gokalp bilêv kir ku ev yek di heman demê de parçeyeke polîtîkaya asîmlasyonê ye jî û got: "Ev mudaxile kirine ku êdî mirov nikaribin li warê xwe bijîn. Gundên niha bi piranî di salên 90'î d ehatine şewitandin û valakirin. Mirov paşê car din vegeriyane û ew ava kirine. Bi vê yekê dixwazin mirovan ji gundan derxin û berê wan bidin bajaran û bikin ku ji nirxên xwe dûr bikevin." 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

21/07/2023
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî