Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin

  • rojane
  • 09:07 22 Tîrmeh 2023
  • |
img

AYDIN - Li Girtîgeha Aydinê hatibû îdiakirin ku Yilmaz Ekîncî xwe kuştiye. Malbatê û parêzerê dozê, anîn ziman ku biryara beraetê ya di dozê de qebûl nakin û gotin ku di dema darizandinê de dadgehê hemû delîl û daxwaz ji nedîtî ve hatine û hewl daye ser bûyerê bigire. 

Li Girtîgeha Aydinê ya Tîpa E'yê di 13'ê çileya 2022'yan de girtî Yilmaz Ekîncî (28) bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Darizandina têkildarî mirina Yilmaz de bi dawî bû. 
 
Di danişîna 4'an a dozê de ya li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 4'an a Aydinê hat lidarxistin der barê gradiyan Cem A., Mehmet E.D., Mûstafa Î., Omer G.T. û Taşkin G. de ku bi sûcê "peywira xwe xirab kirine" dihatin darizandin, biryara beraetê hat dayîn. 
 
Fîlîz Ekîncî, xwişka Yilmaz EKîncî û parêzerê malbatê Îrfan Şafak, têkildarî darizandinê axivîn. 
 
ÇI BÛ BI BIRAYÊ MIN? 
 
Fîlîz Ekîncî bertek nîşanî biryarê da û got: "Ez dixwazim hîn bibim ku çi hat serê birê min. Çima du rojan li ser hev îşkence li birayê min hat kirin? Tevahiya qeydên kamerayê nedan me. Di nava 15 kesan de sekinî ye, lê çima ev qas gardiyan êrişî wî kirin. Gardiyan Serkan Înan dibêje benik hatiye veşartin. Ev qas delîl di destê me de hene, lê çima ev doz di danişîan 4'an de hat girtin?" 
 
'ŞAHID NEHATIN GUHDARKIRIN'
 
Ekîncî bilêv kir ku dadger nexwestiye şahidan guhdar bike û wiha pê de çû: "Qet nebe diviyabû guh li girtî Mûrat Bulbul bihata kirin. Mûrat bihîstiye ku Yilmaz gotiye, 'li min nexin, canê min diêşe' û piştî vê deng ji Yilmaz biriyaye. Her wiha li holê delîl jî tune ne. Kincên wê rojê li birayên min li ku ne? Kincên wî yên bin li ku ne? Benik li ku ye? Di danişîan ewil de gardiyanek got, gava Yilmaz biriye cihê wî tu tişt li ser wî tune bûye. Çima min her 5 gardiyanên hatin darizandin li dadgehê nedîtin? 3 gardiyanên ku min ew nas nekirin hatin. 2 jê jî bi dîmen tev li danişînan bûn." 
 
Ekîncî diyar kir ku dê dest ji vê dozê bernede û got: "Ew gardiyan kî bin dê bên eşkerekirin û ceza li wan bê birîn. Gardiyanên ku li birayê min xistin dê hesab bidin." 
 
'BENIK NEXUYAYE'
 
Parêzerê malbata Ekîncî, Îrfan Şafak jî bibîr xist ku hemû daxwazên wan ên di pêvajoya lêpirsîn û darizandinê de hatine redkirin. Şafak diyar kir ku bûyer ne bûyereke xwekuştinê ye û got: "Me xwest ku benikê ku tê gotin Yilmaz xwe pê daliqandiye bînin danişînê. Me got ger Yilmaz Ekîncî xwe daliqandibe divê şopa benik ne li bin çena wî, li pişt guhê wî hebe. Me ji dadgehê xwest ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê raporekê amade bike ku di dema xwedaliqandinê de ka xwîn ji poz û guhan tê yan na. Lê dadgehê vê daxwaza me jî red kir. Dawiya dawî der barê van kesan de biryara beraetê hat dayîn." 
 
'DIXWAZIN DOZÊ BIGIRIN'
 
Şafak bilêv kir ku armanca biryara beraetê ew e ku ser bûyerê bê girtin û got ku qet nebe diviyabû ji ber "peywira xwe xirab kirine" ceza bihata birîn. Şafak wiha domand: "Tê gotin ku Yilmaz Ekîncî qeytanên pêlavên xwe di destên xwe de veşartiye. Lê halbûkî gava wan dixin odeya muşahadeyê eşyayên li ser wan ji wan tên stendin û wan dixin hundirê qutiyekê. Ne pêkan e ku qeytanan ji hundirê qutiyê dderxe û wan veşarêe. Tê gotin piştî bûyerê qeytanên wî tune ne û doxîna eşofmanê wî jî tune ye. Ev jî nîşan dide ku bi awayekî benik xistine stuyê Yilmaz û wekî ku xwe kuştibe nîşan dane. Ger benik hebe û jê nehatibe stendin jî ev tê wateya ku peywira xwe baş nekirine. Lê belê heyeta dadgehê biryara beraetê da." 
 
DÊ SERÎ LI AYM'Ê BIDIN
 
Şafak diyar kir ku li ber vê biryarê rabûne û têkildarî bûyera mirinê car din serî li Dozgeriya Komarê ya Aydinê dane. Şafak destnîşan kir ku dê heya dawî pêvajoya hiqûqî bişopînin û got: "Ger Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryareke berevajî bide, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin." 
 
MA / Semra Tûran 

Sernavên din

25/07/2023
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne