Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin

img

STENBOL - Aborînas Nesrîn Nas, diyar kir ku asta aboriyê ya ku hatiyê “fragman” e û anî ziman ku dê bacên hêj zêdetir bên dîtin. Îzzettîn Onder jî destnîşan kir ku aboriya girêdayî şer mehkûmî xerabûnê ye. 

 
Xirabûna aboriyê ya ji ber polîtîkayên AKP'ê, piştî hilbijartinên 14 'ê Gulanê her ku diçe kûrtir dibe. Polîtîkayên radîkal ên Mehmet Şîmşek ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir Wezîrê Xezîne û Maliyeyê, bû zêdekirina KDV û OTV’ê û di serî de sotemenî li gelek tiştan zem kir. Ji bilî bilindbûna kûra dowîzê û enflasyonê ji nan, av û xurek ên ku pêdiviyên bingehînin her roj zemên nû tên kirin. Erdogan ê vê xerabûna aboriyê nikare bisekinîne vê carê derket tûre pereyan. 
 
Aborînas Nesrîn Nas a polîtîkayên desthilatê û krîza aboriya her ku diçe kûr dibe nirxand, diyar kir ku zemên heta niha hatine kirin fragman in û anî ziman ku wê bacan zêdetir bikin. Aborînas Îzzettîn Onder jî destnîşan kir ku aboriya girêdayî polîtîkayên şer mehkûmî xerabûnê ye. 
 
Nas a diyar kir ku Tirkiye xwedî kêmasiyek mezin a budçeyê ye, anî ziman ku hikûmetê ji bo vê kêmasiyê ji holê rake bi baceyên zêde fatore ji gel re birî ye û wiha got: “Wan ev bacên zêde bi giranî bi zemên KDV û OTV kirin. Bacên neyekser ku bi KDV’ê tên, bacên pir neheq in. Ji ber ku mirovekî dewlemend û mirovekî xizan heman bacê didin. Ev bac rewşeke ku belavkirina hatineyê xera dike, baceke ku enflasyonê zêde dike.”
 
MUDAXILEYA BANKEYA NAVENDÎ  
 
Nas, bi lêv kir ku zêdebûna enflasyona bilind xetere ye û li ser “polîtîkayên rasyonel” ên Mehmet Şîmşek îşaret dikir sekinî. Nas, destnîşan kir ku tu eleqeya budçeyê bi “polîtîkayên rasyonel” nînin û bi lêv kir ku ji ber Hafîze Gaye Erkan a weke seroka Banka Navendî (MB) hat wezîfedarkirin, ne serbixwe ye. 
 
Nas, bal kişand ku yekane pirsgirêkeke bingehîn Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) ye û anî ziman ku vê saziyê baweriya xwe winda kiriye. Nas, destnîşan kir ku heta TUÎK baweriyê bi xwe nede anîn enflasyon nayê rast kirin.  
 
‘PÊŞENGTIYA DESTHILATÊ QEZENCKIRINA HILBIJARTINÊ YE’ 
 
Nas, anî ziman ku pêşengtiya desthilatê ya ewil qezenckirina hilbijartinê ye û aboriyê weke amûrekê bi kar tîne. Nas di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Desthilat di aboriyê de dest deyne ser çavkaniyên cemaweriyê û belavî alîgir û hilbijêrên xwe dike. Ev polîtîkaya bingehîn a AKP’ê ye. Heta meha Adara pêşiya me ne bi enflasyonê re dikare têbikoşin ne jî polîtîkayên rasyonel dikarin bên sepandin. Em ji Adarê û şunde ji van bacên dibînin zêdetir bacan bibînin. Tiştên ku me heta niha di aboriyê de jiya fragman e.”
 
‘ABORÎ KETIYE REWŞEKE KU NIKARE BÊ XELASKIRIN’ 
 
Aborînas Îzzettîn Onder jî qala serdana Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan a li welatên ereban kir. Onder, diyar kir ku ev serdan ji aliyê aboriyê ve xwestina piştgiriyê ya ji ereban e. Onder, anî ziman ku alîkariya tê kirin bêgerew nîne, Erdogan Tirkiye firotiye dewletên ereban û wiha got: “Saziyên cemaweriyê yên bi bacên gel hatine ava kirin niha hemû bi îpotek in. Dibe ku ereb piştî 30 salan li Tirkiyeyê bi cih bibin. Onder, bal kişand ku zirara bazirganiya derve ya Tirkiyeyê gelek mezin e û wiha axivî: “Bi zêdebûna kêmasiya budçeyê û faîzan re çîna navîn heliye û tev li çîna karkeran bû. Welatî her ku çû xizantir bûn. Êdî aborî hatiye rewşa ku nikare bê xelaskirin. Ji ber ku çavkanî xelas in.”
 
ABORIYA GIRÊDAYÎ ŞER 
 
Onder, da zanîn ku Tirkiye her tim di nav rewşeke şer de ye û diyar kir ku çavkanî hemû ji şer re diçin. Onder, bal kişand ser bandora polîtîkayên “ewlekariyê” yên li ser pirsgirêka kurd a li ser aboriyê û wiha berdewam kir: “Welatên weke Îspanya û Ingilîstanê pirsgirêkeke bi vî rengî hebû. Rûniştin, axivîn û bi rêya muzakereyan ev yek çareser kirin. Divê Tirkiye karibe rûne û vê pirsgirêkê bi rêya muzakereyan çareser bike. Aboriyeke li ser bingeha şer her tim mehkûmî xerabûnê ye.” 
 
Onder, destnîşna kir ku ber bi çûna hilbijartinên herêmî ve aborî her ku diçe dê xerabtir be û wiha lê zêde kir: “Di aboriyê de fren teqiya. Divê gel di hilbijartinên herêmî de peyamên gelek cidî bidin. Niha armanca AKP’ê ya di aboriyê de dirêjkirina temenê xwe ye. Di vê rewşê de AKP dê tenê guherînên binyadî bike. Dê modeleke aboriyê ya teknolojîk û hilberînê esas negire. AKP bi serkêşiya Amerîkayê wê Tirkiyeyê veguherîne welatekî duyemîn ê sînor. Di vê rewşê de wê çîna karker û kedkaran biçewisînin. Niha pêwîste welatî pir bi baldarî bifikirin.”
 
MA / Ferdî Bayram
 

Sernavên din

25/07/2023
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne