'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'

  • rojane
  • 09:01 29 Tîrmeh 2023
  • |
img

RIHA - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serdar Tum bi lêv kir ku di hevdîtinên gel ên Rihayê de herî zêde bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate rexnekirin û bi lêv kir ku dema tecrîd hat rakirin dê krîza siyaset û aboriyê jî bê çareserkirin. 

 
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk Gelan (HDP) di çerçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi hevdîtina bi gel re kirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk û HDP'ê yên Rihayê li tax, gund, navçe û navenda Rihayê bi gel re civîn li darxistin û di civînan de rexne û pêşniyarên gel girtin. Civînên gel ên Rihayê ku gelek welatî tev li bûn û pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman bi dawî bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serdar Tum hevdîtinên bi gel re yên Rihayê ji ajansa me re nirxandin. 
 
Serdar Tum
 
'REXNEYA NEŞIKANDINA TECRÎDÊ'
 
Tum, bi lêv kir ku daxwaza herî mezin a gel a di hevdîtinan de şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Weke her bajaran me li Rihayê jî hevdîtinên gel li dar xistin. Li taxan, gundan, navçe û bajêr em bi gel re civiyan. Di van civînan de rexneyên herî zêde li ser neşikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bûn. Ji ber ku me nekarî tecrîdê bişikînin gelê me hem di hilbijartinê de hem jî ji aliyê rêxistinbûyinê ve kemasiyên me anîn ziman." 
 
'LI SER ESASÊN REXNEYAN JI NÛ VE AVA BIKIN'
 
Bi domdarî Tum diyar kir ku wan rexneyên gel weke nîşe girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bilî vê yekê xwesteka gelê me ew e ku em di nava gelê xwe de bin, gelê me ev rexneyên dûrbûna ji gel jî li me kirin. Me jî rexneyên gel nîşe girtin û ev rexne dê di konferans û civînan de ji bo me bibin weke rêyeke nû û em jî dê li ser esasên rexneyên gelê xwe xwe ji nû ve avabikin." 
 
'BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ DÊ PÊŞKETIN ÇÊBIBIN'
 
Tum, derbarê rexneya gel a neşikandina tecrîde de anî ziman ku yek jî sedema encamên hilbijartinê, rewşa aborî û siyaseta Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt gotin: "Tecrîd bandorê li ser hemû siyaseta Tirkiyeyê dike. Ji ber ku xetimandinek çekiriye û ev xetimandin ne tenê bandorê li siyasetê dike li aborî û civaka Kurdistan û Tirkiyeyê jî dike. Tecrîd ne tenê li Girava Îmraliyê li ser hemû beşên civakê tê meşandin. Heke em tecrîdê bikarin bikin rojeva civakê û hemû civak bikarê ji tecrîdê re bibe bersiv wê demê em dikarin tecrîdê bişikînin. Dema tecrîd hat şikandin dê xetimandina siyasetê û aboriyê bê çareserkirin. Bişikandina tecrîdê re pêşketin wê çebibin."
 
'REXNEYÊN GEL WÊ BIBIN NEXŞE RÊYA ME'
 
Tum destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên gel bandoreke erenî li gel kiriyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Civînên ku piştî hilbijartinê me dan destpêkirin di nava gel de jî kelecanek çekir. Gel bi kêfxweşî ji civînan derketin. Gelê me, dert, êş û rêxneyên xwe di civînan de anîn ziman. Em jî dê van civînên xwe berdewam bikin û hertim di nava gelê xwe de bin, li cem gelê xwe bin. Pêşniyar û rexneyên gelê me wê bibin nexşe rêya me. Heviya me ew ê ku ev xetimandin, kêmasî û nebesiyên me di kongrê û civînan de li gor rexnê û pêşniyarên gel çareser bikin û xwe ji van kemasî û nebesiyan rizgar bikin. Ez bi hevî me ku di rojên pêş de em ê rexnedayina xwe bi siyaseta xwe ya nû re bidin gelê xwe. Em ê bigihijin armanca xwe ya azadî, aştî û wekheviyê. Ez bi bawerim di demên pêş de em ê bi têkoşîna xwe daxwaza kesên azadî û wekheviyê dixwazin pêk bînin."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

01/08/2023
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da