ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin

  • rojane
  • 16:32 31 Tîrmeh 2023
  • |
img
ENQERE - ÎHD’a ku rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan ên di nava salekê de qewimîn aşkere kir, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di raporê de hate destnîşankirin ku 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li navenda komeleyê bi civîneke çapemeniyê “Rapora Çavdêriya Mafên li Girtîgehên Tirkiyeyê” aşkere kir. Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî tev li civînê bû. Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen rapor parve kir. 
 
2 HEZAR Û 572 ZAROK DI GIRTÎGEHAN DE NE
 
Çevîrmen, da zanîn ku di sala 2022’yan de 22 girtîgehên nû hatine vekirin, bi van re hejmara girtîgehan bûye 407 û anî ziman ku kapasîteya van girtîgehan 296 hezar e û her wiha di nava îsal de tê plankirin ku 20 girtîgehên nû bên vekirin. Çevîrmen, anî ziman ku hejmara girtiyan her ku diçe zêde dibe, li gorî daneyên Wezareta Dadê aşkere kirin bi kanûna 2022’yan ve 336 hezar û 315 girtî û hikumxwarî hene lê ji 3’yê tîrmehê ve ev hejmar derketiye 360 hezar û 772 kesan. Hate diyarkirin ku ji van girtîyan 2 hezar û 572 jê zarok in û 6 hezar û 223 jî bi ser 65 saliyê de ne. 
 
DI NAVA SALEKÊ DE NÊZÎ 11 HEZAR BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Çevîrmen, da zanîn ku serlêdanên ji 153 girtîgehên li 58 bajaran hatin kirin di raporê de cih girtin û anî ziman ku di çarçoveya serlêdanan de herî kêm 10 hezar û 789 binpêkirinên mafan qewimîne. Çevîrmen destnîşan kir ku ji mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan bigire heta mafê jiyanê gelek binpêkirin qewimîne. 
 
GIRTIYÊN ASTENGDAR DI HUCREYÊN YEK KESÎ DE NE
 
Çevîrmen, bi lêv kir ku ji bilî neberdana girtiyên nexweş, bi biryarên siyasî yên Saziya Tiba Edlî (ATK) pêşiya berdana girtiyên nexweş tê girtin, tevî ku “raporên nikarin di girtîgehê de bimîne” jî bi hinceta “ewlehiyê” girtiyên nexweş nayên berdan û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. Çevîrmen xwest ku girtiyên nexweş demildest bên berdan. Çevîrmen, da zanîn ku ji girtiyên nexweş re nivînên ortopedîk û nevresîmên paqij nayên dayîn û bal kişand ku girtiyên astengdar di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Çevîrmen, anî ziman ku di sewqkirina revîr û nexweşxaneyê de herî kêm 79 caran mafên girtiyên astengdar hatiye binpêkirin.  
 
81 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Çevîrmen, destnîşan kir ku mafê jiyanê yê girtiyan nehatiye parastin û di nava salekê de herî kêm 81 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Çevîrmen, anî ziman ku ji bo binpêkirinên di raporê de cih digirin bi dawî bibin girtiyan çalakiya greva birçîbûnê û hin rêbazên şermezarkirinê pêk anîne. Çevîrmen da zanîn ku di nava salekê de herî kêm li 33 girtîgehan 234 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistine. Çevîrmen diyar kir ku ji bo binpêkirinên diqewimin bi dawî bibin girtî neçar mane ku jiyana xwe deynin holê û sedemê bingehîn yê vê yekê jî kesên welat bi rê ve dibinin. 
 
LEDAN, GEF, ÎŞKENCE… 
 
Çevîrmen, da zanîn ku li girtîgehan ji ledanê, heta gef, heqaret, lêgerîna tazî, lêgerînên nava dev, hejmartina li ser piyan, tekmîla di telefonê de, nîzama leşkerî, meşa bi yek rêzê, astengkirina mafê hewadariyê. Ferzkirina sîxurtiyê, dîtina kamerayan a qadên jiyanê û lêgerînên bi serdegirtinên qawişan gelek pêkanînên ku weke sûc tên hesibandin qewimîne. Çevîrmen, bi lêv kir ku girtiyên ji fikir û ramanên cuda di heman qawiş û korîdorê de tên ragirtin. Çevîrmen, da zanîn ku herî kêm li 4 kesan sîxurtî hatiye ferzkirin û da zanîn ku nameyên kurdî nehatine şandin an jî nehatine dayîn, posteyên navîn hatine astengkirin û girtiyên tirkî nizanin jî di vê mijarê de hemû mafên wan hatine astengkirin. 
 
PIRTÛKÊN KURDÎ NAYÊN DAYÎN 
 
Çevîrmen, anî ziman ku di raporê de binpêkirinên di çarçoveya mafê agahî bidestxistinê de jî cih girtine. Di vê çarçoveyê de nedayîna rojname, pirtûk û radyoyan, di sînorkirina televizyonan de gelek binpêkirinên mafan qewimîne. Çevîrmen ragihand ku têkildarî nedayîna pirtûk û kovarên kurdî de jî herî kêm 125 binpêkirin qewimîne. Çevîrmen, diyar kir ku ji ber girtiyan ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin serlêdan kirine lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin û ceza hatine dayîn. Ji ber vê yekê jî gelek binpêkirinên mafan qewimîne. 
 
105 KES NEHATIN BERDAN
 
Çevîrmen, anî ziman ku di çarçoveya darizandina adil de 129 binpêkirinên mafan qewimîne û Lijneya Çavdêrî û Îdareyê rê li ber binpêkirinên mafan vekiriye. Çevîrmen anî ziman ku di vê çarçoveyê de 193 serlêdan hatine kirin û di nava salê de herî kêm mafê berdanê yê 105 girtiyan hatiye astengkirin.  
 
BANDORA ÎMRALIYÊ  
 
Çevîrmen, anî ziman ku li Tirkiyeyê 14 girtîgehên tîpên F, 19 Girtîgehên Ewlehiya Bilind û 7 girtîgehên Tîpa S hene û herî zêde binpêkirin li van girtîgehan diqewimin. Çevîrmen, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev girtîgehên ji ber bandora tecrîda li Îmraliyê hatine vekirin pergala tecrîdê girantir kirine. Li van girtîgehan binpêkirinên mafê jiyanê qewimîne.”
 
BAL KIŞANDIN REWŞA AGAHÎ NEGIRTINÊ 
 
Çevîrmen, da zanîn ku ji ji 7’ê tebaxa 2019'an û vir ve destûr nayê dayîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ev 29 meh in bi tu awayî agahî jê nayên girtin, bersiveke erênî yan neyînî ji serlêdanên wî yên hevdîtinê re nehatiye dayîn û herî dawî di 18'ê tîrmehê de cezayê dîsîplînê yê nû lê hatiye birîn û pêşî li hevdîtina wî hatiye girtin. Çevîrmen diyar kir ku ji ferdên LGBTÎ+’yan jî 8 serlêdanên binpêkirinên mafan wergirtine û hate diyarkirin ku ev ferd negirtine qawişên ku jin lê dimînin û tenê tên ragirtin. Çevîrmen, anî ziman ku ev ferd rastî pêkanînên girtîgeha zilaman tên. Di raporê de serlêdanên îxlalên di gelek mijaran de cih girtin.
 
Çevîrmen, diyar kir ku ev rewşên heyî rewşa tecrîdeke mezin derdixin holê û bang kir ku ev pêkanîn demildest bên bidawîkirin. 
 
 

Sernavên din

01/08/2023
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da