Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin

img

AMED - Girtiyê nexweş Burhan Barût li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin û îşkenceya “girêka beraz” lê hatibû kirin. Birayê Barût, Velî Barût bertek nîşan da û wiha got: “5 saetan îşkenceya girêka beraz lê kirine û lê xistine. Em vê zilmê qebûl nakin û divê tu kes bêdeng nemîne.” 

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Hema hema roj nîne ku ev binpêkirin nekevin rojevê. Yek ji van binpêkirinan jî li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hate kirin. Girtiyê nexweş Bûrhan Barût ku li vê girtîgehê dimîne, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê kir. Barût, da zanîn ku îşkenceya “girêka beraz” li wî hatiye kirin û binpêkirinên din vegot. Birayê Barût, Velî Barût têkildarî îşkenceya li birayê wî hatiye kirin axivî û destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin.
 
Barût, da zanîn ku birayê wî ev 13 sal in di girtîgehê de ye, gelek caran hat binçavkirin û girtin û wiha domand: “Birayê min nexweş bû û li Stenbolê dihat tedawîkirin. Dema li Stenbolê hate girtin û du caran cezayê muebbeta giran û 153 sal cezayê hefsê dan. Ji ewil li girtîgeha Amedê bû. Piştre sewqî Xarpêtê kirin. Li wir jî zext lê dihatin kirin. Piştre şandin Tekîrdagê û 5-6 salan li wir ma. Li wir jî li dijî binpêkirinan gelek caran ket greva birçîbûnê û zext lê dihat kirin. Ev nêzî saleke jî li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê dimîne. Ev tam 13 sal in di hucreya yekkesî de ye û kes li dora wî tune ye. Rojê tenê saetekê dikare biçe bêhn bistîne. 15 rojan carekê telefonê dike û em wisa pê re diaxivin. Mafê axaftinê jî 15 deqe ye. Herî dawî vê çarşema çûyî bi min re axivî û behsa bûyerê kir.”
 
BI GIRÊKA BERAZ GIRÊDAN Û 8 KESAN LÊ XIST
 
Bi domdarî Barût anî ziman ku birayê wî ji rêveberiya girtîgehê re gotiye “Tendûristiya min baş nîne û min bibin ba bijîşk, her wiha televîzyona min jî xerab bûye” û wiha qala bûyerê kir: “Lê daxwaza wî qebûl nekirin. Bûrhan got; ‘Ev çi daxwazên min qebûl nakin û ez jî hêrs dibim û ez jî vê yekê qebûl nakim. Li min xistin, birin odeyeke biçûk û tarî. Ez bi girêka berazan girêdam û 8 kesan li min xist. Ev 8 kesên li min xistin jî, koma îşkenceyê ne û taybet in. Ev kes ne yên ji vir in û ji cihekî din hatine. Ev kes li girtîgehan digerin û îşkenceyê li girtiyan dikin. 5 saetan ez li wê odeyê de mam. Heke ew kesên ji min re xwarin anîn, 20 deqeyan dereng bihatina ez ê bimirima. Ji ber ku min bêhn nedigirt. Ew gardiyanên ji min re xwarin anî jî matmayî man û gotin we çima tiştek wiha kir. Wan jî ev kiryare qebûl nekir. Sergardiyan Omer û midûrê saziyê berpirsiyarin. Heke tiştek bi serê min were, teqez ev kes berpirsyar in. Ev kes van tiştan tînin serê me.’ Piştî Bûrhan mijar ji min re got, bi lez ez berpirsiyarê girtigehê geriyam û min got; ‘Em van kiryaran qebûl nakin û em ê niha serî li hemû saziyan bidin. Kiryar û tişta hûn dikin xelet e.’ Wan jî maf da min û gotin; ‘Haya me jê tune bû.’ Ez dixwazim sazî ser vê bûyerê bisekinin. Divê xwedî li girtîgehan derkevin û wan bi tenê nehêlin.” 
 
KETIYE GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Di berdewamê de Barût got ku birayê wî gelek caran ketiye greva birçîbûnê û axaftina xwe wiha qedand: “Kengî neheqî lê were kirin, dikeve grevê. Niha jî di grevê de ye. Ez nizanim kengî ketiye grevê. Tenê ji min re got ku di grevê de ye. Bila gel hinek hişyar be û çavên xwe veke. Divê haya me ji hev hebe. Di girtîgehan de gelek mirovên me dimirin. Gelek kesên bi plankirî û bi lîstikan tên kuştin. Divê bûyerên diqewimin bên vegotin. Hewceye em wan tenê nehêlin û pêdiviyên wan bi cih bînin. ji ber ku ew nirxên me ne.”
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

01/08/2023
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da