STENBOL - Zimanzan Necmiye Alpay diyar kir ku divê çareserî teqez çêbibe û wiha got: “Weke kesên banga aştiyê kirin em ê heta dawiyê li gel banga xwe bin.” Faruk Unsal jî anî ziman ku mijara muzakereyê ku di hevdîtina Îmraliyê de hatiye behskirin, ji bo hemû aliyan peyamek e.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Hevdîtina behsa xeberê yek ji rojevên sereke ye û nîqaşên li ser didomin. Di hevdîtinê de 7 xal hatin eşkerekirin û Abdullah Ocalan çarçoveya giştî eşkere kir û got: “Jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan biqasî berpirsyartiyeke dîrokî, di heman demê de ji bo diyarkirina qedera hemû gelan jî girîng û lezgîn e. Ji bo pêvajo bi ser keve, divê hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê nekevin nav hesabên teng û demkî, divê înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û bi erênî nêz bibin. Bêguman yek ji zemîneke herî girîng a jî dê TBMM be.” Ji îmzevanên deklarasyona “Bangawaziya Aştiyê” ku di 14’ê Kanûnê de li Stenbolê bi raya giştî re hatibû parvekirin Zimanzan Necmiye Alpay û aktîvîstê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal têkildarî hevdîtinê axivîn.
‘ÇARESERIYA DEMOKRATÎK PÊWÎSTIYEKE’
Necmiye Alpay, diyar kir ku peyamên Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtinê li gorî pêwîstiyên aştiyê ye û ev tişt anî ziman: “Em dikarin bibêjin ev helwest dê ji bo qonaxên pêvajoyê diyarker be. Mafê hêviyê mafê me tevan e. Çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, pêwîstiyeke. Pêwîstiyeke ne tenê 40 salan a sedsalî ye. Lê dewlet li şûna vê rastiyê qebûl bike, her tim serî li zext, tundî û pişaftinê da. Weke encam, ji çar paran sê jê endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd, zêdetirî 40 hezar insanên me jiyana xwe ji dest dan û gelek jî bi awayekî birîndar bûn.”
‘ÎŞARETÊN PÊBAWER ÊN DEWLETÊ TUNE NE’
Necmiye Alpay, pêvajoya hevdîtinên rayedarên dewletê yên di 2013-2015’an li Îmraliyê pêk anîn bi bîr xist û wiha got: “Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de xeletî hatibû qebûlkirin, ji bo hewldana çareseriyê meylek hebû. Lê her du aliyan jî xeletî kirin û pêvajo têk çû. Weke gelên nav hev de dijîn û ji bilî aştiyê tu rêyên me tune ne. Gava Devlet Bahçelî ya di 1’ê Cotmeha 2024’an jî nîşan dide ku ji bilî aştiyê tu rêyên din nînin. Li rexekî dibêjî dewletê jî ev yek fêm kiriye lê li hêla din jî bi gotinên ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ hesaba îktîdara xwe dikin. Niha tu îşaretên pêbawer ku mirov bibêje daxwazeke wan a ji bo rêveberiyeke demokratîk heye, tune ye. Bêtehemûliya wan a li dijî şaredariyan û têkildarî azadiya xweîfadekirinê, îspata vê ya herî berbiçav e.”
‘EM LI GEL BANGAWAZIYA XWE NE’
Necmiye Alpay, destnîşan kir ku çi nav lê were kirin bila bê kirin divê çarçoveya têkildarî biryarên siyasî di navbera aliyan de bê axaftin. Necmiye Alpay, wiha pê de çû: “Weke kesên bangawaziya aştiyê dikin em bang li hemû derdorên bibandor û rayedar dikin ku pêwîstiyên aştiyê bicih bînin. Em bibiryar in ku bangawaziya xwe bidomînin.”
‘NÎŞEYÊN HEVDÎTINÊ WEKE PEYAMAN E’
Ahmet Faruk Unsal jî bal kişand ser gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Girîngiya geşedanên li Sûriyeyê diqewimin, ji hêla birêz Ocalan ve jî pir bi zelalî hatine nîşandan. Hatiye gotin ku destkeftiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê yekser Kurdên li Tirkiyeyê eleqeder dike û li şûna nêzikatiya şer û pevçûnan, bal kişandiye ser muzakereyên li ser zemîna Meclisê. Di nîşeyên hevdîtinê de tê dîtin ku weke rêbaz ne şer û pevçûn lê rêbaza muzakereyê esas hatiye girtin. Ev yek hem ji bo PYD û PKK’ê, hem jî ji bo rêveberên Tirkiye û Sûriyeyê peyamek e. Tirkiye li rexekî aştiya xwe ya navxweyî li rexa din jî hewl dide statûya Kurdan asteng bike. Divê Tirkiye bibîne ku aştiya herêmê dixe nav xetereyê.”
MA / Omer Îbrahîmoglû