ŞIRNEX - Mehmet Ozkan, bavê Ûgûr Ozkan ku dema hewl dida pêlîstokan ji bo zarokên li Kobanê pêlîstokan bibe di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, got: "Min nikarîbû navê kurê xwe bikim Hogir. Min dixwest ku dema ku mezin bibe ew biguherîne. Lê nebû. Çûna wan a ber bi Kobanê ve, tevgereke mirovî bû."
Deh sal di ser êrişa xwekuj ya 20'ê Tîrmeha 2015'an a DAIŞ'ê ya li dijî ciwanên sosyalîst ku dema dixwestin beşdarî avakirina bajarê Kobamê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin û ji zarokan re pêlîstokan bibin, li li navçeya Pirsûs a Rihayê kom bûn, 10 sal derbas bûn. Yek ji kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest da Ûgûr Ozkan bû ku di 28'ê Sibata 1989'an de li navçeya Cîzîr a Şirnexê ji dayik bûbû. Malbata wî ku ji strana "Hogir" a ji albûma hunermend Xelîl Xemgîn îlham girtibû û biryar dabû ku dema jidayikbûnê navê wî bikin "Hogir". Lêbelê, midûriyeta nifûsê navê wî qebûl nekiribû, bi bi îdiaya ku "xeternak" e. Tevî ku di nasnameyê de navê wî Ûgûr be jî, ew "Hogir" ê malbatê ma. Ozkan ku di malbateke hef zarokî de mezin bû, di sala 1993'yan de bi malbata xwe re koçî Stenbolê kir. Ozkan ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Stenbolê qedand, li Beşa Lojîstîkê ya Zanîngeha Mêrsînê bi cih bû.
Lê belê, ji ber çalakiyên wî yên siyasî, rêveberiya zanîngehê mafê wî yê perwerdehiyê bi dawî kir û Ozkan beşdarî xwepêşandanên Geziyê bû. Piştî vê demê, Ozkan ji Mersînê vegeriya Stenbolê û berî êrişê çûbû Kobanê û bi çavên xwe şahidiya hovîtiya DAIŞ'ê kiribû. Ozkan ku dixwest cara duyemîn biçe Kobanê ku pêlîstokan ji zarokan re bibe û li vir di karê elektrîkê yê avakirinê de bixebite. Lê vê carê jî di êrişa DAIŞ'ê de hat qetilkirin. Ozkan li Cîzîr ku lê ji dayik bûbû bi merasîmeke bi beşdariya deh hezaran kesan hat veşartin. Mehmet Ozkan ku tenê dikarîbû piştî kurê xwe bibêje "serkeftin", beşdarî Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê bû. Di 10 salên borî de, Ozkan beşdarî her rûniştina ku li Rihayê tê lidarxistin bûye û daxwaza xwe ya edaletê dubare kiriye.
BEHSA KURÊ XWE KIR
Bav Ozkan bi bîr xist ku bi hezaran ciwanan di dema êrişên DAIŞ'ê de têl qetandin û ber bi bajarê Kobanê ve çûn û got: "Ew yek ji wan ciwanan jî Hogirê bû. Wî hovîtiya li wir dît. Wî dizanibû pêdiviya zarokan bi çi heye. Piştre vegeriya û dest bi amadekariyan kir ku dîsa biçe. Bi elektrîkê baş dizanibû. Ji me re negot ku ew diçe. Lêbelê, ji bo ku li hevalên xwe belav bike, ji dêya xwe şekirên cejnê xwest. Çend gore xistin nav çenteyan. Me dizanibû ku ew diçe cihekî, lê me nepirsî ku diçe ku. Wî pere nexwest, ji ber vê yekê min hinek da wî. Ez ji birayê xwe yê biçûk hîn bûm ku ew çûye. Dema ku ew di rê de bûn, min telefonî wî kir, lê wî peyamek ji min re şand û got, 'Ez di rê de me, bataryaya min kêm e, gava ez bigihîjim wir ez ê ji te re peyamek binivîsim.' Xwişka min ji minre got ku êriş çêbûye. Piştre min li ser televîzyonê temaşe kir û xwe amade kir ku biçim. Lêbelê, me ne wesayîtek û ne jî biletek dît. Hevalên wî yên ji Mersînê telefon kirin û gotin, 'Hogir sax e lê birîndar e.' Dema ku teqîn çêbû min telefona wî kir lê girtî bû. Paşê gava min dîsa teleofn kir, vekirîbû. Ev bo min bû hêvî. Min karî saet heftê êvarê bilêtek balafirê ji bo Amedê bibînim. Birayê min berî min ji Cîzîrê derket. Ew hîn bûbûn ku cenazeyê wî birine morga Dîlokê. Em wê şevê gihîştin Dîlokê. Min ne wê rojê ne jî a din a rojê xwarin nexwar. Me cenazeyê wî ji morgê girt û li Cîzîr defin kir."
BIRYARA VEŞARÎ YA LI SER DOSYEYÊ
Ozkan ku rexne li hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdagê kir ku ji ber ku beşdarî merasîma cenaze nebûne û bi bîr xist ku fermana nepenîtiyê ya li ser dosyeya dozê 11 mehan dom kiriye. Ozkan got: "Kesî 11 mehan bi me re têkilî danenî. Piştî hewldanan, em di dawiyê de bi Serdozgerê Giştî yê Rihayê re civiyan. Pêşî, min Abdurrahman Omer Aslan pirsî ku li cihê komkujiyê ji hêla gel ve hat girtin, rihê wî ji hêla polîsan ve hatibû qusandin û di çenteyê wî de ala DAIŞ'ê hebû. Dozger got, 'Ez nizanim ew kî ye.' Hevalekî me ew tarif kir û ji me re got ku wî çi dîtiye. Dû re dozger got, 'Ew dibe ku polîs be.' Dema ku min pirsî ka ew çawa dikare polis be, wî got, 'tevlihev nekin' û hevdîtinê bi dawî kir."
Bav Ozkan anî ziman ku di 10 salên darizandinê de hema bêje tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin.
Bav Ozkan destnîşan kir ku malbatên ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirine tenê daxwaza edaletê dikin û wiha domand: "Em ji kesî tu îmtiyazê naxwazin. Ger edalet hebe, divê di nav me de be. Edalet ji bo her kesî pêwîst e. Ger dadgeh nikaribe edaletê peyda bike, divê ne loi ser wê qoltixê be. Min nikarîbû navê kurê xwe bikim Hogir. Ez neçar mam ku navê Ûgûr lê bikim û min xwest gava mezin bibe bila ew biguherîne. Wî çend caran ji min re got, 'Ez ê te bidim ber dadgehê û navê xwe biguherim.' Lê ew neçû serî û wî bi vî navî jiyana xwe ji dest da. Vê yekê bandorek li ser min kir. Kurê min ne kujer bû, ew şehîd bû. Serê min her gav ji ber wî bilind e. Bila her kes bizanibe ku em ê dest ji daxwaza edalet û rastiyê bernedin."
MA / Emrûllah Acar