ÎZMÎR - Welatiyên Îzmîrê têkildarî hevdîtinên budçeya 2026’an ên li Meclisê destpêkirin axivîn û daxwaza heqdestekî bikarin debara xwe pê bikin kirin.
Li Meclisê Pêşniyarqanûna Rêveberiya Budçeya Navendî ya Sala 2026’an dest pê kir. Li seranserî welat, xelk mûçeyê kêmtirîn ê sala nû mereq dike. Mûçeyê kêmtirîn ê sala 2025'an ku 22 hezar û 104 TL bû, di qeyrana aborî de ji tu pêdiviyên gel re nebû bersiv. Sînorê xizaniyê yê malbateke ji 4 kesan pêk tê 28 hezar û 412 TL ye ku ev yek jî qeyrana aboriyê nîşan die. Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), di bultena meha borî de destnîşan kir ku Tirkiye di nava welatên Ewropayê de hem ji aliyê xurek hem jî di warê enflasyonê de welatê herî zêde rêjeya wî bilind e.
Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê; enflasyona xurek a li Tirkiyeyê ji sedî 36,6 rêjeya welatên Ewropayê ji sedî 3 ye. Herwiha li gorî daneyan salane, enflasyona li Tirkiyeyê ji sedî 33, 29 e a li welatên Ewropayê jî ji sedî 2,2 ye. Welatiyên Îzmîrê, diyar kirin ku di qeyrana aboriyê ya ku roj bi roj kûr dibe de nikarin debara xwe bikin û xwestin ku budçeya dema nû li gorî rewşa gel bê veraskirin.
MÛÇEYÊ TEQAWIDAN 16 HEZAR E, KIRÊ JÎ 20 HEZAR TL YE
Welatiya bi navê Gulender Yilmaz, li dijî zêdebûna bihayê kirê bertek nîşan da û got kêmtirîn mûçe heke bibe 30 hezar TL jî dê têr neke û divê herî dora 60-70’ê hezar TL be. Gulender Yilmazê got: "Piştî aşkerakirina mûçeya kemane, li her tiştî zem tên kirin. Divê verastkirinek bê kirin. Ma çayek 30 TL dibe? Ji ber ku em nikarin bikirin em çay bi termosan ve dibin derve. Ez teqawid im, mûçeyê min 16 hezar TL ye. Lê 20 hezar TL kirê didim.”
Perîhan Kalkanci jî bal kişand ser fatûrayên ceyran û xaza xwezayî û got: “Gel bêzar e. Mirov hene xwarinê peyda nakin û ji nava gilêşê xwarinê derdixin. Jiyan ne tu jiyan e. Divê mûçeyek baş û têr bidin. Bila gel şerpeze nekin.”
‘NE MIROVANE YE’
Oya Şahînê jî diyar kir ku ew kirêdar e û mûçeya ku werdigire têrî kirêya wê nake û wiha axivî: “Zema ku li mûçeya kêmane dikin, bi zemên li ser kelûpelên jiyanî ve bi şûn de werdigirin.”
Yavuz Karagoz, rave kir ku mûçeya kêmane ya di bin sînorê birçîbûnê de ye ne adilane, mirovane û hiqûqî ye û got: “Em bangî hemû kedkar û teqawidan dikin ku bicivin û ji bo mafê xwe bertekên xwe nîşan bidin.”
‘DIVÊ TEQAWID TUNE NEYÊN HESIBANDIN’
Pakîza Namdarê bal kişan ser zêdebûna bihayên kirê û got: “Kedkarê ku bi mûçeya kêmane ve dixebite dê çawa karibe kirê bide? Divê mûçeya kêmane û ya teqawidan ne kêmî 35 hezar TL'an be. Divê teqawid tune neyên hesibandin. A rast teqawid niha birçî ne, nikarin derkevin sûk û bazarê. Nikarin çayekî vexwin. Ger hûn zemekî li kêmtirîn mûçeyê û mûçeya teqawidan bikin, divê hûn zemên din rawestînin û bisînor bikin. Êdî bes e.”