ŞIRNEX – Li herêma Besta ya Şirnexê, di bin çavdêriya cerdevan û leşkeran de qirkirina daran didome.
Li naven û navçeyên Şirnexê roj bi roj eko qirkirina daran zêde dibe. Ev 5 sal in li çiyayên Cûdî û Gebarê û herêma Bestayê bê navber birîna daran berdewam dike. Di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan bi hinceta “ewlehiyê” xweza tê qirkirin.
Waliyê Şirnexê Bîrok Ekîcî, di civîna “Di Rêvebirina Cemawerî de Cih û Giringiya Muxtaran” a 19’ê Cotmehê bi munasebeta Roja Muxtaran de gotibû “Li Şirnexê darên neyên birîn, kesên bibirin em ê ef nekin”. Lêbelê dîmenên nû yên qirkirina daran derkete holê. Li qadên Xirbgebestê û Ayvanê yê Besta ya di navbera navenda Şirnex û navçeya Berwarî de di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daran pêk pê. Di dîmenan de cerdevanên ku ji gundê Berwarî Hosyanê diçin, daran bi xizaran ve dibirin û darên hatine birîn bi motoran ve vediguhezînin.
DAR LI HERÊMA JI BO SIVÎLAN QEDEXE TÊN BIRÎN
Di salên 1990’î de 18 gundên Bestayê bi îdaya “ewlehiyê” hatibûn valakirin. Ji wê dîrokê vir ve bê destûra taybet çûyîna sivîlan qedexe ye. Cerdevanên ku diçin daran dibirin, di kontrolên leşkerî de derbas dibin û daran bar dikin. Darên ku tên birîn hinek ji bo ardûyê zivistanê ji bo baregehên leşkerî tên veguhestin hinek jî ji bo firotinê ji bo bajarên din tên şandin.