RIHA – Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê, hevdîtina xwe yar herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re, ragihand ku Abdullah Ocalan gotiye: “Ez li vir dixebitim. Bi şev û roj ez dixebitim. Derfetên we zêde ne, saziyên we hene divê hûn civakê bi rêxistin bikin. Divê hûn erka xwe bi cih bînin.”
Nûnertiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li Rihayê, kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist. Kongreya ku li Hêwana Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê hat lidarxistin tevî gelek nûnerên rêxistinên civakî gelek kes beşdar bûn. Li hêwana ku kongre lê hat derxistin parnkartên “Ji bo girtiyên nexweş azadî”, “Me zindan kiriye dibistana şoreşê, mala rûmetê, ez li vir im” hat daliqandin. Kongreya ku bi merasîma rêzgirtinê hat destpêkirin, sînevîzyona berxwedana zindanan hat nîşandan.
Rêvebirê Komelaya Alîkarî Piştevanî û Çandî ya Malbatên ku Xizmên Xwe li Axên Qedîm Winda Kirine re (KATDER) Salih Karataş, di kongreyê de axaftineke kurt kir. Piştre Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan, dilavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel kir û ev tişt got: “Berî demekî kurt min bi Serok re hevdîtin kir. Di her hevdîtinê de Serok dibêje hûn biçin kîjan civînê silavên min ji gel re bibêjin.”
‘DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE’
Omer Ocalan, qala hevdîtina 31’ê Cotmehê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û wiha pê de çû: “Di hevdîtina dawiyê de Serok got ‘ez li vir dixebitim. Bi şev û roj ez dixebitim. Derfetên we zêde ne, saziyên we hene divê hûn civakê bi rêxistin bikin. Divê hûn erka xwe bi cih bînin’. Di hevdîtinê de ev erk danî pêşiya me û gel. Tu tiştek bê ked pêk nayê. Kurdiya Serok serok pir xurt e. Di hevdîtina me de em bi Kurdî axivîn. Tenê nîv saetê dawî li ser hinek mijarên siyasî yên hesas em bi Tirkî axivîn. Divê dewlet gavên şênber biavêje. Gelê Kurd berdêlên giran da. Em ê li her deverî li nirxên xwe derkevin.”
‘AŞTÎ BI DEMOKRASIYÊ VE DIBE’
Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekînê ev tişt got: "Em bi biryar in ku li ser şopa Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan têkoşînê veguhezînin siberojê. Em bangî Enqereyê û komîsyonê dikin: Aştî bi azadiyê, bi demokrasiyê dibe. Li Kurdistanê dê karên me dewam bikin, heta ku derî li civaka demokratîk vebe wê têkoşîna me dewam bike."
Piştî axaftinan Ayla Ozdemîr û Ferît Ak ji bo Nûnertiya Rihayê ya TUHAY-DER'ê hatin hilbijartin.