AMED - Jina bi navê D.K. ku hevalê wê yê mêr gef lê dixwarin, întîhar kir. Tedawiya D.K. a li beşa çavdêriya awarte didome.
Jina bi navê D.K., di 10’ê Mijdarê de rastî gefa kuştinê ya hevalê xwe yê mêr M.T. hat. Li gorî agahiyan, jina ku gefa kuştinê lê dihat xwarin, neçarî întîharê hate kirin. Jina ku duh li malê întîhar kir, bi ambulansê rakirin beşa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.
Xetereya li ser jiyana D.K. berdewam e.
