TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber 2020-06-19 15:17:09 AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya Roja Penaberan bal kişand ser rewşa jinên penaber û got: "Divê hemû sazî û dezgeh bi awayekê zelal nêz bibin." Tevgera Jinên Azad (TJA)bi boneya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gorî daneyên dawî nêzî 70 milyon mirov neçar mane ku koç bikin û hate gotin, "Di vê koçberiyê de ku ji ber şer rû didin, berdêla herî giran ji aliyê jin û zarokan ve tên dayin. Tundiya mêr a li jinan tê kirin, di dema penaberiyê de girantir dibe."   TJA'yê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê penaberan ji mafên wan ên herî însanî yên bingehîn bêpar dihêle; li deriyên sînor, li kampan êrişên zayendî û fîzîkî li wan tê kirin û destnîşan kir, "Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku ev pirsgirêkên diqewimin hemû ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û şer e." Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li saziyan hemûyan dikin ku li dijî cihêkarî, nijadperestî û nefreta bi rêk û pêk tê kirin, ji bo tenduristiya penaberan bikevin nava hewldanan. Divê neyê jibîrkirin ku penaberî encameke."