Jinên îxrackirî: Jin hilberînê tên dûrxistin 2017-09-30 09:25:08 STENBOL – Jinên endamên KESK’ê yên bi KHK’ê hatin îxrackirin, diyarkirin ku li kolan û qadên hilberînê hebûna wan nayê xwestin û wiha gotin: “AKP dixwaze jinê hepsî malê bike. Lê em ê tu carî dev ji berxwedanê, hilberînê û qadên jiyanê yên alternatîf bernedin.”  Li gor Rapora Binpêkirina Mafên Jinan ku Serokwekîla Koma HDP’ê Filiz Kerestecioglu amade kir û berpêşî Komîsyona Li Dijî Wekhevî û Cudaparêziyê ya Konseya Ewropayê kir, piştî Rewşa Awarte (OHAL) 25 hezar û 523 jin ji karen xwe hatine îxrackirin. Yek ji van jinan jî mamosteya dibistana seretayî Sema Uçar e ku di 7’ê Sibatê de bi Biryanameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin. Uçar, diyar kir ku herî zêde îxrackirin bandorê li jinan kiriye û bi vê yekê tê xwestin ku jin hepsî malê bibin.    Uçar, anî ziman ku bi taybetî jî hevalên wan ên ezeb ji ber sedemên aborî ji neçarî malên xwe belav dikin û vedigerin cem malbatên xwe. Uçar, diyar kir ku tevî vê yekê tim bi çewisandinên tax û civakê re rû bir û dimînin. Uçar wiha domand: “Ev yek bû sedem ku hevalên me di nav malbatê de, di hundurê malê de bi fîgurekî nêrza yên wek bav û bira ku tim li ser sere wan e rû bir û bmînin. Hevalên me yên zewicandî û xwedî zarok jî, ji neçarî li gor rolên ku civak dide der tevdigerin. Yanî bi lênerîna zarokan, heke li malê extiyar hebin nerîna li wan û hwd. re rû bi rû mane.”    'NAXWAZIN JIN LI KOLANAN Û QADÊN HILBERÎNÊ BIN’    Uçar, dest nîşan kir ku bi taybetî polîtîkayeke AKP’ê ya li dijî jinan heye û wiha axivî: “Ev polîtîka di çarçoveya pênasekirina jinê ya di nav malbatê de ye. Sedema îxrackirina evqasî jînî ew e ku jinê bi jiyana malê ve girêbide.”    Mamosteya Wêjeyê Huda Yildirim ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de hat îxrackirin jî, anî ziman ku tê xwestin ku jin ji kolanan, ji qadên hilberînê û ji saziyan bên îzolekirin û li van deran hebûna wan bê kêmkirin. Yildirim wiha got: “Em ji gelek gotin û daxuyaniyan jî fêm dikin ku dixwazin jin dernekevin pêş. Feraseteke ku dema jina ducanî dertê derve nerihet dibe heye. Ji ber vê ev feraset ji jina ku li kuçe û kolanan qadeke jiyanê ya xweser çê kiriye nerihet dibe. Sedema îxrackirina me jî ji ber vê ye.”    'EM QADÊN JIYANÊ YÊN ALTERNATÎF ÇÊ DIKIN’    Yildirim, dest nîşan kir ku di vê pêvajoyê de di warê aborî de ew hatine tengijandin û qadên wan ên jiyanê tên tunekirin. Yildirim diyar kir ku li gel hemû zor û zehmetiyan jî ew li ber xwe didin û ew ê tu carî dev ji berxwedanê û peydakirina qadên jiyanê yên alternatif bernedin.