Bêyî wê mahra wê birîn polîsan girtek negirt 2017-09-30 09:28:57 WAN – Li Wanê, jina bi navê S.A., bêyî ku hayê wê jê hebe bi mêrê ku naxwaze pê re bizewice, mahra wê ya fermî hat birîn. S.A. dema nasnameya xwe guhert fêr bû ku mahra wê hatiye birîn. Dema hîn bû mahra wê hatiye birîn du caran hewl da întihar bike.  Hikûmeta AKP’ê pêşnûmaya ku destûra mahrbirînê dide miftîtiyên navçe û bajaran amade kiribû û bûbû cihê bertekên tund. Lê belê mînaka herî berbiçav a vê pêşnûma û nêzîkatiyê li Wanê xwe da der û ev bûyera ku qewimî nîşan dide ku dê ev pêşnûma rê li ber çi vebike. Jina bi navê S.A. ku serî li Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku bi KHK’ê hat girtin da, şideta ku pê re rû bir û dimîne vegot. S.A., ku dema nasnameya xwe ya nû werdigire hîn dibe ku mahra wê bi mêrê ku naxwaze pê re bizewice hatiye birîn û li ser vê li Seroka VAKAD’ê Songul Ozinver digere û daxwaza alîkariyê jê dike.    'NEXWEST BIZEWICE, BI ŞIDET Û ZEXTAN RE RÛ BI RÛ MA’    Ozinver anî ziman ku S.A. ku zewicandin qebûl nekir, bi zorê jê hatiye xwestin ku bizewice û ev tişt gotin: “Di vê dema ku destûra marhbirînê ya ku dane miftîtiyan tê nîqaşkirin de, em bûn şahid ku bêyî hayê jinan jê hebe mahra wan a fermî tê birîn. Li Wanê S.A. ya 19 salî ji ber ku xwestiye bi mêrê ku jê hez dike bizewice malbata wê bi zext û zorî bi ser de çûye. Ji bo S.A. bi hezkiriyê xwe re nezewice malbat serî li rê û rêbazeke din daye û wê bi awayekî fermî bêyî ku hayê wê ji hebe bi yekî din re dizewicînin.” Ozinver da zanîn ku di Hezîranê de nîşana S.A.yê hatiye kirin û piştî demekê hewl daye ku întihar bike. Ozinver got ku di du mehên dawî de S.A. du caran hewl daye ku întihar bike. Ozinver da zanîn ku piştî întiharê S.A. demeke dirêj di komayê de maye û wiha got: “Bijîşkan got heke careke din jî întihar bike, dê bimire. Dema S.A. li nexweşxaneyê bû bi telefona hemşîreyekê xwe gihand min û daxwaza aîlkariyê kir.”    ‘POLÎS GIRTEK NENIVÎSAND, JINA CIWAN ŞAND MALA KU ŞIDET LÊ TÊ KIRIN’    Ozinver, diyar kir ku dema cara ewil S.A. hewl daye întihar bike ji bo îfadeyê gazî malbata wê jî hatiye kirin, lê belê polîsan girtek nenivîsandiye û wiha axivî: “Piştî bûyerê S.A. întihar dike. Di 15’ê Tîrmehê de tevî wê ji bo îfadeyê gazî malbata wê jî tê kirin. Li wir, polîs li ser lingan îfadeyê werdigirin û paşê hin nesîhetan li S.A.’yê dikin. Heta ji ber şidet û zextan S.A. ji polîsan re gotiye ew dixwaze biçe mala hêwirandinê ya jinan, lê belê li wir malbat bi awayekî wê îkna dike û wê dibe malê.”   Ozinver, anî ziman ku dema S.A. diçe malê, şidet û zextên malbatê didomin û wiha domand: “Dema malbat S.A.’yê dibe malê nasnameya wê tînin û şanî wê didin. Kekê wê gefan lê dixwe û dibêje ‘êdî tu jineke zewicandî yî û tu yê tevî mêrê xwe bijî.’ Dema S.A. di nasnameyê de dibîne ku paşnavê wê guheriye, bawer dike ku hatiye zewicandin. Paşê malbat S.A.’yê werdigire, çavê wê girêdidin û tevî mêrê ku mahra wê pê re hatiye zewicandin hefteyekê di malekê de dihêlin. Jina ciwan tam hefteyekê nizane li kuderê ye û nizane wê çawa birine wir û li ber xwe dide. Herî dawî S.A. ji neçarî li wê malê cara dudoyan hewl dide ku întihar bike.”    Ozinver, diyar kir ku di hewldana duyemîn a întiharê de S.A. li nexweşxaneyê bi riya telefona hemşîreyekê xwe gihandiye wê û ev tişt gotin: “Dema li nexweşxaneyê xwe gihand min hem di warê fizîkî hem jî di warê derûnî de rewşa wê qet nebaş bû. Têkildarî bûyerê min xwest ji polîsan agahiyan wergirim, lê  belê gotin ‘îxbareke bêbinî’ ye. Min nexwest dev ji vê bûyerê berdim, çimkî S.A. digot heke malbata wê ji bo zewicandinê zêde bi ser wê de bê ew ê xwe bikuje. Dema S.A. ji nexweşxaneyê derket, me xwe negihand wê. Lê min nav û paşnavê wê, navnîşana wê da polîsan, dîsa nedîtin. Paşê em hîn bûn ku mahra wê ya fermî bi mêrê ku ew naxwaze pê re bizewice hatiye birîn. Halbûkî di bûyerên vî rengî de divê polîsên nexweşxaneyê demildest têkevin dewrê. Me pêwendî bi Navenda Astengkirin û Şopandina Şidetê (ŞONÎM) re danî, lê wan jî wek polîsan got ‘îxbareke bêbinî ye û me ser bûyerê girt.’ Dema min got ez ê dev ji vê bûyerê bernedim, geriyan û gotin ‘çi bivê em bi hevdu re bikin.’”    'S.A. TERKÎ ÇARENÛSA XWE HAT KIRIN’    Ozinver, diyar kir ku ew li hemberî vê bûyerê heyirî ye û wiha axivî: “Di axaftina dawî ya ku min bi polîsan re kir de, li xwe mikurhatin ku wan girtek nenivîsandiye û ji ber paşnavê wê hatiye guhertin wan navnîşan nedîtiye. Jinik hîn jî tevî malbata xwe li heman malê dijî. Kesê pê re zewiciye jî devjihevberdanê qebûl nake. S.A. bi tu awayî naxwaze bi vî mêrikî re bizewice. A rast di vê bûyerê de em dibînin ku bêyî ku hayê jinan jê hebe, bi awayekî fermî bi hin kesan re tên zewicandin.”    Herî dawî Ozinver wiha got: “Polîsan got ji ber 18 salên xwe tije kiriye û ne gilîdar e, ew nikarin tiştekî bi malbatê bikin. Halbûkî vê jina ciwan du caran hewl daye întihar bike û bêyî wê mahra wê ya fermî tê birîn. Lê dîsa jî tiştek bi malbatê nayê kirin.”   MA / Nîmet Olmez