'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc' 2020-07-10 11:38:25 ENQERE - Aktîvîsta femînîst Bernîn Sonmez, bal kişand ser tundî û îşkenceya li dijî jinan û anî ziman ku polîs li qereqolê heta ji CÎMER'ê fermanê negirin nikarin tev bigerin û wiha got: "Bi betalkirina Peymana Îstanbul wekheviya jinê dikin armanc.  Yek ji gavên hiqûqî yên rê li pêş tundiya jinan digire Peymana Îstanbul e. Lê niha piştî daxuyaniya Serkomar Tayyip Erdogan û Cigirê Serokomar Nûman Kurtulmuş, dîsa mufredata Peymana Îstanbul anîn rojevê. Peymana Îstanbulê di 11'ê Gulana 2011'an de ji bo rê li pêş tundiya li dijî jinan bigirin ji îmzeyan re vekirin. Peymana Konseya Ewropa ya Der barê Têkoşîn û Pêşîlêgirtina Tundiya li Nava Malê û Tundiya li Dijî Jinê li Stenbolê ji îmzeyan re hat vekirin û di 1'ê Tebaxa 2014'an de ket meriyetê. Lê her çend 6 sal berê ev peyman ket meriyetê jî her tim li gorî peymanê gav nehat avêtin û rê li pêş tundiyê nehat girtin. Her tim jinan kêmasiyên heyî rene kir. Lê li şûna rexne li ber çavan bên girtin û kêmasî bên rastkirin, niha jî armanc dikin ku Peymana Îstanbûlê xera bikin. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan got "Gel Peymana Stenbolê naxwaze. Hewce be em ê peymanê di ber çavan re derbas bikin." û xwest Peymana Stenbolê ku rê li pêş tundiya li dijî jinê digire betal bike. Çend roj berê wekilê Serokê AKP'ê Numan Kurtulmuş jî ji bo Peymana Stenbolê gotibû 'Çawa hatye îmzekirin dê wisa ji îmzeyê jî bê kişandin. Li ser vê yekê jinan bertek nîşan dan. Aktîvîsta Femînîst Berrîn Sonmez ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku Tirkiye bi salan wekî welatê yekem ev peyman îmze kiriye bi vê peymanê pesnê xwe da û wiha got: "Yên ku ev peyman îmze kir û niha dixwaze vê peymanê rake yek in. Heman îqtîdar heman peymanê dike armanc. Vê îqtîdara ku peyman îmze kir tu carî li gorî pîvanên peymanê gav neavêt. Divê îqtîdar li pişt vê îmzeyê raweste. Divê îqtîdar bibîne ku kesên li dijî peymanê ne, ne xwedî wê zêda ku bandorê li ser hilbijartinê bikin e. Niha aqilê siyasî yê li pêş marjinalkirina Tirkiyeyê heye. Îqtîdarê daye pey vê koma aqilê marjinal û mafê jin, zarok û muxalifan binpê dike. Êdî saziyên darazê û milê ewlehiyê li gorî peyv û erka xwe tev nagere. Dema mijar dibe tundiya li dijî gelek hekîm û dozger bi gotina "Dibe Peymana Îstanbul ji holê rabe" erk peyvira xwe pêk nînin. Peymana Îstanbul mîsogeriya pêşîlêgirtina tundiya jinê ye. Mîsogeriya mafê jiyana wekhev a jinê ye. Ev peymana ku mafê jinê diparêze û heta niha li gorî tê xwestin neketiy meriyetê di bin êrîşan de ye."     CIVAK BAWERIYÊ JI RÊXISTINÊ JINAN TÎNE'    Sonmez, diyar kir ku civaka Tirkiyeyê ji Destûra Bingehîn bêtir baweriya xwe ji rêxistinên jinan tîne û wiha got: "Li gorî xebatek serbixwe ji sedî 86’ê civakê ji rêxistinên jinan bawer dikin. Ji ber vê yekê ev Peymana Îstanbul mafekî ku ji nan bi têkoşînê bi dest xistiye. Ji sedî 86 vê peymanê diparêzin. Lê komek pir pir hindik li dijî vê peymanê ne. Teqes ne wekî gotina Erdogan a 'Ji sedî 50 li dijî vê peymanê ne" ye. Di nava AKP'ê de jî komek biçûk ku dixwaze ev peyman bê parastin heye. Ji ber vê yekê ev koma marjinal a di nava AKP'ê de teqez bi polîtîkayên derve ve girêdayî ne."    DMME'ê TIRKIYWÊ MAHKÛM KIR Û TIRKIYE PREZTÎJ WINDA KIR   Berrîn Sonmez, da zanîn ku Tirkiye di dema pêvajoya Yekîtiya Ewropa (YE) de anî rojevê û bi armanca têkiliyên xwe yên bi Ewropa re zû pêş bixe û xurt bike ev peyman bikar anî û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), der barê doza Nahide Opuz de Tirkiye mahkum kir û bi sedema "Dewleta Tirkiyeyê jinê li dijî tundiyê naparêze" tazmîmat li Tirkiye birî û Tirkiye prestijek mezin winda kir. Tirkiye ji ber jin ji tundiyê neparastibû tazmînat dabû. Piştî Tirkiye ji ber vê yekê tazmînat da, bal kişand ser xwe. Peyman diyar dike ku hemû kes û mirovên wek hev tên qebûlkirin divê bê parastin û dixwaze jin bên parastin. Ev daxwazek pir mirovî ye. Ji ber ku tundî rûmeta mirov dişkîne. Erka misilmanan jî ewe ku rûmeta mirovan bilind û mezin bike ye.      Berrîn Sonmez, xwest wekheviya zayendiya civakî bê parastin û wiha berdewam kir: "Parastina wekheviya zayendiya civakî parastina mafê rûmet û jiyana mirov e. Her kes ji çi bawer dike divê azad li gorî baweriya xwe bijî. Divê kes hurriyeta yê din îhlal neke. Dibêjin 'Guneh e' Ger ku guhen be, her kes ji gunehê xwe berpirsiyar e. Kes bi guhenê kesên din nayê cezakirin. Tenê xwedê dikare hukm bide."      RÊGEZA WEKHEVIYÊ DI AYETA 13'EMÎN a SUREYA HUCURAYÊ DE CIH DIGIRE   Sonmez, bal kişand ser ayeta weheviyê jî û wiha berdewam kir: "Rêgeza wekheviyê di Ayeta 137emîn a Sureya Hucuratê de cih digire. Di vê ayetêde dibeje "Xweda em cot xuluqandin. Ziman çav, guh û difin çêkir. Her tişt wek hev çêkir. Kes ne di ser kesî re ye." Di ayetê de nabêje 'Ey misilman' Dibêje 'Ey mirov' Ban li hemû mirovan dike. Di serdema şewba vîrûsa Covid-19 de tundiya li dijî jinan ji sedî 30 zêde bû. Neteweyên Yekbûyî jî ev yek tespît kir.    Midûriyeta Polîsan a Stenbolê jî diyar kiribû ku tundiya li dijî jinan ji sedî 38,2 zêde bûye. Em tundiya li dijî jinan ji serlêdana saziyên jinan dizanin. Tu jinan xwe bi rêya Xeta Îxbara Tundiyê ya 183 negîhand rayedaran. Xet her tim meşgûl bû.Rêxistinên jinan bi lêkolîn û derfetên gihiştin vê encamê. Em dizanin ku dema CÎMER digere hêzên herêmî dikevin nava tevgerê. Mînak li gundekî Îzmirê tundî li jinekê hatiye kirin. Lê ger ku ew jina tundî lê hat kirin û rêxistinek civakî serî li CÎMER’ê nede kes nikare xwe bigîne jinê. Li ser fermana CÎMER'ê esker û polîs dikevin nava tevgerê. Tundiya li dijî jinê projeyek pir dirêj e. Ji ber ku polîs û esker li benda fermana Enqere û CÎMER’ê mudaxale nake. Ji ber vê yekê tundî zêde dibe. ŞONÎM ên li dijî tundiyê hatine avakirin xebatê nakin. Erkdarên ŞONÎM’ê ji jinan re dibêjin "Stargeh ji girtîgehê xerabtir e. Biçe mala xwe. Malên we bêtir bi ewle ne. Li şûna tundiya li jinan tên kirin kêm bikin, jinan bi tundiyê re rû bi rû dihêlin. Ji ber vê yekê malên stariya jinan zêde nebûn. Dê nikaribin îmzeyê ji bin vê peymanê bikişînin. Em destûr nadi ku îmzeyê ji bin peymanê bikişînin. Em van polîtîkayên AKP'ê qebûl nakin. Platforma Jinan a Li Dijî Efoya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan 103 a TCK’ê, têkildarî nîqaşên efoya îstîsmara zayendî ya zarokan û Peymana Stenbolê bi rêbaza konferansa vîdeoyê, civîn li dar xist. Em wekî platformê li dijî vê yekê têdikoşin. Me randevu ji AKP'ê xwestiye ku bersîv bide emê hevdîtin bikin."     MA / Zemo Aggoz - Berivan Altan