Jin sibê li Agiriyê dicivin 2020-07-17 09:58:47   AGIRÎ - Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA, bi boneya balê bikişînin ser jinên tên kuştin dê sibê li Agiriyê bicivin û meşekê li dar bixin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr bang li hemû jinan kir û xwest tev li meşê bibin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jina Azad (TJA), bi boneya balê bikişînin ser jinên tên qetilkirin, dê di çarçoveya kampanya jinan a “Têkoşîna jinan li her derê ye" sibê li Agiriyê bicivin. Li Agiriyê di nava 40 rojên dawî de 5 jin bi guman hatin kuştin. Jin ji bo balê bikişînin ser kuştina jinan dê li ber avahiya HDP'ê ya Agiriyê kom bibin û dest bi meşê bikin. Têkildarî meşê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr bang li hemû jinan kir û xwest tev li meşê bibin. Dîlan Taşdemîr, ani ziman ku ew ê bi vê meşê li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan nerazibûnên xwe bînin ziman û wiha got: "Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan her roj zêde dibe. An aktîvîstên jinan binçav dikin û digirin, an jî sirgûn dikin. Li dijî çalakî û destkeftiyên jinan êrîşek pir dijwar heye. Li Tirkiye rejîma yek zilamî ya AKP’ê ava dikin. Ji ber vê yekê êrîşên xwe yên pir alî jî zêde dikin.  AKP bi polîtîkayên xwe destkeftiyên jinan dike hedef. Hevşaredara me ya Giyadînê Betul Yaşar girtin. Ev mînaka vê yekê ye. Li Agiriyê di mehekê de 5 jin bi guman hatin kuştin. Divê em li dijî vê yekê hestiyarî û hişyariyekê ava bikin. Ji ber vê yekê divê her kes tev li meşê bibin."