‘Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin’ 2020-07-19 17:40:13 STENBOL – Meclîsên Jinan li dijî guhertina Peymana Stenbolê rabûn û diyar kirin ku ew ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin. Meclîsên Jinan li Stenbolê ji bo balê bikişînin ser Peymana Stenbolê ya ku ji aliyê îqtîdarê ve tê xwestin were guhertin li ber Îskeleya Kadikoy û Beşîktaşê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek jin bi rengên xwe û dovîz û pankartan beşdarî çalakiyê bûn.     ‘EM Ê DESTÛR NEDIN’    Seroka Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo jinan meseleya man û nemanê ye û got: “Ev peymanek ku wekheviyê diparêz e ye û tekane peyman e. Peyman pêşî li tundiyê digire. Loma vê naxwazin. Ji bo pergala malbatê xera dike dixwazin peymanê rakin. Jin li ber çavê zarokên xwe tên qetilkirin. Jin ji her demê bêtir bi hêz in. Îqtîdar ji me ditirse. Îqtîdar li hember pirsgirêkên jinan bêhêz e. Heke peyman bihata sepandin wê ewqas jin nehatine kuştin. Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin. Ji bo hin bêtir em mezin bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘BO AZADIYÊ BÊTIR DENG DERXIN’    Pişt re hunermend Melek Mosso axivî û da zanîn ku divê ew ji bo azadiya xwe hin bêtir dengê xwe bilind bikin.    Malbatên jinên ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin, yek bi yek mafê axaftinê wergirtin û bertek nîşanî mudaxileya Peymana Stenbolê dan divê pêşî ne li yasayan lazim e pêşî li cînayetên jinan were girtin.    Çalakiya jinan bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.