'Em destûr nadin Peymana îstanbul betal bibe' 2020-07-26 15:47:15   STENBOL - Jinên HDP'î diyar kirin ku ew destûr nadin ku Peymana Îstanbul bê betalkirin. Jinan anîn ziman ku polîtîkaya betalkirina peymanê ji dijminantiya jinan a îqtîdarê ne serbixwe ye.    Meclisa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Sultangazî, li dijî kuştina jinan û hewldanên betalkirina Peymana Îstanbul daxuyanî dan. Jin li pêş Lîseya Şaîr Abay kom bûn û pankarta “Jin jiyan e, jiyanê nekuje, êdî zêdetir tehamula me ji tacîz, tecawiz û cînayetên jinan re tune ye" vekirin û bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî" berz kirin. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Sultangazî, Guldem Dogan, anî ziman ku qetilkirina Pinar Gultekin nîşan dide ku zagonên jinê ji tundiya mêrên kujer diparêze li ser kaxizê dimîne û got: "Êdî cînayetên jinan bûye perçeyek polîtîkayên dewletê. Polîtîkaya betalkirina peymanê ji dijminantiya jinan a îqtîdarê ne serbixwe ye. Îqtîdar bi daxwaza betalkirina vê peymanê nîşan dide ku dijminê jinê ye. Em destûr nadin ku ev peyman bê betalkirin. Ji bo ev peyman têkeve meriyetê em ê bi israr têbikoşin."    EM JIN DESTÛR NADIN POLÎTÎKAYÊN DIJMINANTIYA JINÊ   Dogan, herî dawî binçavkirina jinên SKM’î şermezar kir û got: "Jinên SKM'î ji ber van polîtîkayan hatin binçavkirin. Em jin destûr nadin ku ev polîtîkayên dijminantiya jinê dike têkeve meriyetê. Me her tim bi hevre li qadan mil da hev û em têkoşiyan. Em ê dîsa gavan paşve neavêjin. Em ê bi hevre dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin."