Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin 2020-07-27 15:39:40   AGIRÎ – Qeyûmê danîn Şaredariya Giyadînê, zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kir.   Hevşaredara Navçeya Giyadînê ya Agiriyê Betûl Yaşar hat binçavkirin û di 13’ê tîrmehê de Qeymeqamê Navçeyê Hasan Dogan wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Qeyûm midurek zilamek tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kir.    Midura Polîtîkayên Malbat û Jinan Benazîr Aydemîr ku midûrê qeyûm tayînî şûna wê hat kirin diyar kir ku tu teblîgatek fermî negihîştiye ber destên wan.    Hevşaredarê Giyadînê Evren Demîr ê qeyûm tayînî şûna wan hat kirin da zanîn ku ev sepana qeyûm dikin nayê qebûlkirin û zîhniyet jinan tune dihesibîne li ser kar e.