Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin 2020-07-28 15:19:09   STENBOL – Karkerên jin komkujiyên şermezar kirin û destnîşan kirin ku tehemûla wan nemaye.   Komîteya Jinan a Şaxa 1’emîn a Anadaloyê ya Genel-Îş’ê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), ji bo şemezarkirina komkujiyên jinan li ber Şaredariya Kartalê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek karkerên jin tevlîbûn de pankarta “Cînayetên jinan polîtîk in” hat vekirin. Li ser navê komîteyê karker Yasemîn Mersîn daxuyaniya hatibû amadekirin xwend. Mersîn, bi bîr xist ku bi salan e jin bi êrîşên sistematik ên desthilata AKP’ê re rû bi rû ne û jinên ku bi laş, hiş û rûmeta xwe li dijî xwediyên erkan û çînên kedxwar in tên tacîz û tecawizkirin.    ‘TEHEMÛLA ME NEMA’   Mersîn, bi lêv kir ku armanca nû ya desthilatê vekişandin ji Peymana Stenbolê ye û wiha got: “Ev nêzikbûna ku dixwaze çong bi jinan bide şikandin, bêdeng bike û bike nav tundiyê, ji aliyên kesên herî payebilind ve gelek caran tê dubarekirin. Peymana Stenbolê destkeftiya jinên vî welatî ye. Peymana Stenbolê tenê dikare bê berfirehkirin û em gavek tenê jî ji peymanê paşde navêjin. Peymana Stenbolê dide jiyîn. Li hemberî qetilkirina jinan êdî tehemûla me nemaye. Em bi berxwedanê li dijî vê derkevin.”