‘Dê jin bersiva herî xurt li kuçeyan bidin KHK'an' 2018-01-03 10:29:40   ENQERE - Sekretera Jinan a Halkevlerî Gulşah Ozturk, KHK'ên dawî nirxand û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de hêzên paramîlîter wekî gefeke li dijî jinan e. Dê jin bersiva herî xurt li kuçeyan bidin OHAL û KHK'an."   Biryarên Di Hukmê Qanûnî De (KHK) ên bi hejmarên 695 û 696'an, roja derketin heta niha di rojevê de ne û bertekên li dijî van KHK'an zêde dibe. Sekretera Jinan a Halkevlerî Gulşah Ozturk, da zanîn ku bi KHK'ê herî dawî re, desthilatdariya siyasî muxalîfan wekî "dijmin" dibîne.   Ozturk ev nirxandin kir: "Careke din rejîma yek zilamî îlan kirin. Hemû qadên jiyanê bê bandor hiştin, hiqûq tune tê hesibandin û muxalefet wekî dijmin tê îlankirin. Bi rêya KHK'a bi hejmara 696'an, kesên di çalakiyan de sûcekî li dijî muxalîfan bike, dê neyên cezakirin. Hemû kesên li dijî rejîm û dîktatoriyê tê dikoşin, sûcdar dibînin."   'EM Ê BERSIVÊ LI KUÇEYAN BIDIN'   Ozturk destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de jin hedef tên girtin û wiha pê de çû: "Jin di bin gefa hêzên paramîlîter de ne. Ji ber ku kuçe yên me ne û em jiyanê ava dikin. Lê li dijî jin, keda wan, bedena wan û hemû qadên wanên jiyanê êrîş û şidetê bi pêş dixin. Em ê li dijî her cure dijminahiya ku li jinan tê kirin tê bikoşin. Em ê bersiva OHAL û KHK'an li kuçeyan bidin. Em wekî jin tu carî natirsin. Jinên ku ji bo parastina jiyana xwe carekî gav avêtin, dê tu tişt li pêşiya wan negire."   'DÊ TÊKOŞÎN LI HER DERÊ BIDOME'   Ozturk diyar kir ku ew ê pêkanîna cilên yek tîp ên li dijî girtî û jinên girtî jî qebûl nekin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi KHK'a dawî re dixwazin cilên yek tîp jî li girtiyan bikin, ev li dijî vîna mirovahiyê ye û îşkence ye. Ev bêhiqûqiyek mezin e. Di heman demê de aştiya civakî jî zerarê dibîne."   ‘ÇARESERÎ DI BILINDKIRINA TÊKŞÎNÊ DE YE’   Ozturk derbirî ku roja ku KHK hatiye îlankirin, bertekên li dijî wê ranewestiya ne û dewlet jî guh nade van bertekan, ji bo wê divê tora têkoşînê bê mezinkirin û wiha axivî: "Kesên nikarin welat bi rêve bibin, bi KHK'an mudaxaleyê jiyana me dikin. Roja ku OHAL hatiye îlankirin, jin li dijî her cure bêhiqûqiyê têkoşînê dimeşînin. Me qanûn çirandin, gelek tişt dan rawestandin. Divê em têkoşînê li kuçeyan bimeşînin. Têkoşîna me bi vê re ne sînor e. Heta OHAL neyê rakirin, KHK betal nebin, kesên ji kar hatin îxrackirin venegerin karê xwe, mudaxaleya li dijî darazê raneweste, mafê wekheviya darazê neyê sazkirin, pêkanîna cilên yek tîp ji holê neyê rakirin, dê têkoşîna jinan bi tu awayî nesekine."