Ji jinan berteka Î.E.: Hêrsa me ji êşa me mezintir e 2020-08-19 16:50:08   WAN – Li Wanê, jin ji bo keça ciwan Î.E. ku çawişê pisporê Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû û jiyana xwe ji dest dabû, daketin kolanan û daxwaz kirin ku faîlê tecawizkar bê girtin û ev tişt gotin: “Êşa me ya ji ber mirina xwişka me Î.E. mezin e. Lê hêrsa me mezintir e”      Keça ciwan Î.E. (18) ku çawîşê pispor Mûsa Orhan dest dirêjî wê kiribû û di 16’ê tîrmehê de li navçeya Qubînê ya Êlihê hewl dabû dawî li jiyana xwe bîne, duh li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê berteka xwe ya li dijî mirina Î.E. bi daxuyaniyekê anîn ziman. Daxuyanî, li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Bajar hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî tundiya dewlet/zilam di îsyanê de ne” hat vekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Mûrat Sarisaç jî piştgirî da jinan.       ‘KUJER TENÊ NE MÛSA ORHAN E’   Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji hêla Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica ve hat xwendin. Sarica, diyar kir ku mirina Î.E. bi awayekî vekirî cînayet e û wiha got: “Ji berk u hem jin hem hî kurd bûye Î.E. bi awayekî hovane ji aliyê Mûsa Orhan ve hatiye qetilkirin. Lê kujer ne tenê Mûsa Orhan e. Pergala ku ji aliyê AKP-MHP’ê tê meşandin deyndarê tundî û destdirêjiyê ye. Bi hin karmend, polis û çawişên pispor vê li xwe mikur tîne.”   ‘EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN’   Sarica, da zanîn ku Tirkiye hatiye wê astê ku ji birçîna întîhar bike û ev tişt anî ziman: “Ev pergala ku bi Peymana Stenbolê serxweş dibe, li mînberan pêşandanên şûran saz dike û tecawizkerê li ser sûc tên girtin, wekî ku qet tiştekî nebûbe tevdigere. Ev pergala baweriya ku dihebîne ne Xwedê û welat e. Bi aweyekî zelal cînayet tecawiz û tundî ye. Êşa me ya ji ber mirina xwişka me Î.E. mezin e. Lê hêrsa me mezintir e. Em ê gotinên ku dayika wê lorandiye: “Keça min rabe rêya te dûr e, barê te giran e” qet ji bîr nekin.”   Jinan xwest Mûsa Orhan pê re bê girtin û çalakiya xwe bi berzkirina dûrişmeyên “Jin, jîyan, azadî”, “Cînayetên jinan polîtÎk in” bi dawî kirin.