Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart 2020-08-24 14:26:02   AMED – Meclîsa Jinana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji bo berdevkiya demî Seda Berekatoglû bijart.   Meclîsa Jinan a di bin banê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê de di sala 2019’an de hat damezrandin, ji bo berdeviya xwe ya nû ya demî bijêre li avahiya DTSO’yê civiya. Ji ber vîrûsa koronayê civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û endamên Meclîsê beşdar bûn. Di civînê de axaftin hatin kirin. Piştî axaftinê ji bo Berdevka Demî ya Meclîsa Jinan a DTSO’yê Seda Berekatoglû hat bijartin. Vê serdema beriya niha jî berdevkiya Meclîsê Sevîm Vûral birêve dibir.