Jinên elewî bi keda xwe piştevaniya cemxaneyan dikin 2018-01-05 09:05:27 MEREŞ- Baskê Jinan a Şaxa Komeleyên Çandê ya Elewiyan a Narliyê, bi qursên dan destpêkirin hem alîkariya komeleyê û cemxaneyan dike, hem jî çanda elewiyan zînde dike.  Baskê Jinan a Şaxa Komeleyên Çandê ya Elewiyan a Taxa Narliyê ya Pazarcixa Mereşê, bi destpêkirina qursên dirûtinê, baxleme, gitar û semahê hem çanda elewîtiyê vediguhêzîne nifşên nû, hem jî ji bo jinan bûye warê hêviyê. Jin li qursa dirûtinê li ser makîneyên dirûtinê ne û ruyê wan her li ken e. Seroka Baskên Jinan a Komeleyê Fîlîz Yornûk, balê kişand ser xebat û keda jinan û destnîşan kir ku jinên bi piştevaniyî tev digerin hem piştevaniya komeleyê û cemxaneyan dikin, hem jî çanda elewîtiyê zînde dikin.    HILDIBERÎNIN    Dayika 2 zarokan Yornûk (38), diyar kir ku li van qursan ew jin rojên xweş derbas dikirin û li gel vê jî bi piştevaniyî tev digerin. Yornûk got ku beriya her tiştî hilberîna bi hevdu re hesteke zaf xweş e û ew bi hilberandinê dixwazin piştevaniya komeleyê û cemxaneyê bikin. Yornûk bi lêv kir ku bi taybetî jî wê bi qursa dirûtinê jin di pêşerojê de karibin bi xwe kargehê xwe vebikin û xwe bi xwe debara xwe bikin. Yornûk got ku kesên tên qursê piranî xebatkarên wan ên baskên jinan e. Yornûk diyar kir ku piraniya jinên tên qursê zewicandî ne û ew li qursê hem sohbetan dikin, hem jî hildiberînin.    ‘EM HEWL DIDIN ELEWÎTIYÊ ZÎNDE BIKIN’    Her wiha Yornûk destnîşan kir ku ew bi van qursan hewl didin çand û kelepora elewîtiyê jî zînde bikin û wiha domand: “Her wiha li cemxaneya me qursên semah û tembûrê jî hene. Li gel vana qursên me yên gîtarê, îngîlîzî û matematîkê jî hene. Yanî em fikirîn ku dê çawa bi kêrî ciwanên me û jinên me bên û me ev qurs vekirin. Me ew nirxa ku civak dide jinan anî ber çavan û ev qurs vekirin. Di civaka me elewiyan de jin azad in. Di vî warî de jinên me rihet in. Em ê berên ku me ji bo piştevaniya cemxaneyê hilberandine, di Gulanê de di kermeseê de bifiroşin. Yornûk got ku bi van xebatan ew çanda elewîtiyê empozeyî ciwan û jinên xwe dikin û bi hev re elewîtiyê hîn dibin. Her wiha Yornûk got ku ew carinan der barê îstismarkirina zarokan û şideta li ser jinê de panelan çê dikin.     Dayika 2 zarokan Hatîce Doleka 43 salî jî ku tê qursa dirûtinê, qursan wek “çalakiyeke civakiyî” nirxand. Dolek got ku heta ew li malê rûnên, bi çalakiyeke civakiyî ya wisa ew jin tên gel hev û ev yek wan kêfxweş dike. Dayika 4 zarokan Elîf Vûrala 54 salî jî tê qursa dirûtinê. Vûral bi lêv kir ku ji bo ew piştevaniya komeleyê û cemxaneyê bikin ew tiştan çê dikin. Vûral got ku ev vê yekê pêşniyarî her kesî dikin û dema ew jin bi hev re bin wê tim hêzdar bin.