Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê 2020-09-16 17:47:06 COLEMÊRG – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kir ku HDP’ê  bi “Danezana Banga Aştiyê” bangî hemû beşan kiriye û ev tişt got: “Werin em bibin deng û bêhna vê bangê. Ne ji ber ku em di rewşeke zor de ne daxwaza aştiyê dikin. Beyî ku dereng bikeve em vê xakê bi dîlanên aştiyê bixemilînin.” Meclisa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê, bi armanca piştgiriya  “Danezana Banga Aştiyê” ya HDP’ê ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de aşkera kiribû daxuyaniyek da. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tevlî daxuyaniya Dayikên Aştiyê ku li Avahiya HDP’ê ya Colemêrgê hat dayîn, bûn. HÊVIYA WAN JI DESTHILATÊ NEMAYE Di daxuyaniyê de destpêkê Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Fatma Tûran axivî û diyar kir ku divê hemû jin ji bo aştiyê bên gel hev û wiha got: “Gelê kurd bi şer naqede, tişta divê bê kirin pêkanîna aştiyê ye. Tu hêvî û daxwazeke me ji Desthilata AKP’ê nemaye. Wê gelê kurd ji bo azadî û aştiyê têbikoşe.” GUVEN: EV XAK JI ÊŞÊ TÊR BÛYE Piştî Tûran Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî. Guven, diyar kir ku her şer bi aştiyê bi dawî bûye û wiha got: “Bêyî ku dem bê windakirin divê aştî pêk bê. Ji bo vê divê hemû gel dest bidin hev. Ev xak êdî ji êşê têr bûye. Kî dibe bile bibe jiyan bi nirx e. Rengê rondikên her dayîkî heman reng e. Em dayikên aştiyê bang dikin ku aştî; dilpakî, ked, hewldan û xweşî ye. Werin dev ji şer, xwîn û rantê berdin û tev bi hev re aştiyê pêk bînin.” ‘DIVÊ DENGÊ DAYIKAN BÊ BIHÎSTIN’ Di berdewamê de Guven, xwest ku dengê dayikan ê ji bo aştiyê bê bihîstin û destnîşan kir ku HDP’ê bi “Danezana Banga Aştiyê” bangî hemû beşan kiriye û ev tişt got: “Werin em bibin deng û bêhna vê bangê. Ne ji ber ku em di rewşeke zor de ne daxwaza aştiyê dikin. Beyî ku dereng bikeve em vê xakê bi dîlanên aştiyê bixemilînin. Em ji bo pêkanîna aştiyê ji bedel dayînê re amade ne.” 'GUH BIDIN RÊZDAR OCALAN’ Guven, anî ziman ku şer weke xizaniyê vediguhere mitbexa gel û bi van gotinan bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di aştiyê de: “Bila kes nebêje daxwazên kurdan ne diyar in. Em ziman û nasnameya xwe dixwazin. Em êdî dixwazin ku bi awayekî azad lê bi hev re bijîn. Ji bo vê yekê derfet hene. Li ser vê xakê bi hezaran salan e gel bi hev re dijîn. Ji bo vê yekê banga Rêzdar Ocalan a ji bo aştiyê girîng e. Rêzdar Ocalan qala xwişk û biratiya hezar salî dike. Lê îro bi tecrîdeke giran re rûbirû ye. Tecrîda li Ocalan rakin bila aştî bê Tirkiye û Rojhilata Navîn.” Piştî daxuyaniyê jinan serdana esnafan kir.