Derûnas Balkan: Daxuyaniyên Diyanetê rê li ber îstismarê vedikin 2018-01-09 09:19:06 RIHA – Derûnas Abîdîn Balkan, diyar kir ku wê pênaseyên Diyanetê rê li ber îstismarkirina zarokan vebike û balê kişand ser vî tiştî: "Di tenduristiya zarokên ku di navbera 14-16 saliyê de dizewicin de, nebaşbûnên zayendî û ruhî peyda dibin."  Tê nîqaşkirin ku pênaseyên "balixtî" û "marê" yên di ferhenga malpera Serokatiya Karên Diyanetê de cih digirin, zewaca di temenên zarokatiyê de rewa dike. Derûnas Abîdîn Balkan vê yekê nirxand û got ku ev pênase rê li ber îstismarkirina zarokan vedike û temenê 9 saliyê serdema "duyemîn a zarokatiyê" ye. Balkan wiha got: "Zarok zarok e, mezinbûn û biçûkbûna zarokan tune ye."    ‘DIYANET BEHSA SERDEMA DUYEMÎN A ZAROKATIYÊ DIKE'    Balkan, pênaseya Diyanetê wek "jirêderketîtiyê" şîrove kir û got hemû kesên di biniya 18 saliyê de zarok in. Balkan got ku saziyeke wek Diyanetê daxuyaniyên wisa dike û ev yek derî aqilan e. Balkan ev tişt gotin: "Zewicandina zarokeke 9 salî, ducanîbûna wê çî ye? Diyanet behsa serdema duyemîn a zarokatiyê dike. Li welatê me kesên di biniya 18 salan de ne nikarin cuxareyê bikêşin, nikarin biçin qehwexaneyê, nikarin biçin barê, lê belê dikarin bizewicin û ducanî bibin. Daxuyaniyên bi vî rengî rê li ber îstismarkirina zarokan vedike. Wê bibe sedema guherandina nêrîna civakê."    Balkan, bi lêv kir ku di demên dawî de îstismarkirina zayendî ya zarokan bêtir di rojevê de ye, lê belê bi qasî îstismara zayendî îstismara hestiyarî jî zêde ye û wiha domand: "Belkî tespîtkirina wê zehmetir be, lê rêjeya wê zêdetir e û bandorên wê yên mayînde hene."    Balkan got ku temenên di navbera 2-6 serdema zarokatiyê, temenên di navbera 6-12 serdema duyemîn a zarokatiyê û temenên di navbera 12-18'an de serdema balixtiyê ye. Balkan got ku lê belê li gor lêkolînên ku li Tirkiyeyê hatine kirin, di tenduristiya zarokên ku di navbera 14-16 saliyê de dizewicin de, nebaşbûnên zayendî û ruhî peyda dibin. Balkan wiha domand: "Îjar di vê çarçoveyê de li keseke ku di temenên zarokatiyê de hatiye zewicandin û zarokan xwedî dike. Ne tenduristiya dayikê û ne jî ya zarok wê nebaş be. Û ev yek jî nîşan dide ku ka di pêşerojê de civakeke çawa li benda me ye."    Her wiha Balkan destnîşan kir ku ji bo rê li ber îstismarkirina zarokan bê girtin divê zarok di warê nasîn û parastina bedena xwe de bên perwerdekirin.